Loader
Küfrün Karanlıklarından, Vahyin Aydınlığına...

Dûrketına Jı Şırk û Muşrîkan û Dost Gırtına Allah û Dîn û Dostên Wî Osman SADIKOĞLU

2018-03-16

Digel dûrketina ji şirke û ji muşrîkan divê dostgirtina dînê Allah azze we celle û dostên wî, alîkarî û piştgirî û şîretkirina wan û pêkanîna wan bi eşkerehî bê kirin. Bi vê awayê dê qelb û sef bibin yek. Em ji birayên xwe yên muwahhîd ji ber xeletîyên wan bixeydin jî, rêya wan a terse menheca Nebîyan aleyhîmûsselam tenkîd bikin jî, çawa ku şêyxu'lîslam rahîmehullah dibêje 'misilman ji bo misilmanekî din weke destên bedenekîye. Ji herduya yek a din paqij dike. Carinan ji bo paqijkirina qirêjê hewcetî bi şîdetekî sivik çêdibe. Lewre meqseda vê şideta sivik ev e ku herdu dest jî bi silamet bimînin û paqij bibin.'

Em bi tu awayî durketina misilmanekî ji cemaata misilmanan caîz nabînin. Çimkî heqê misilmanekî li ser birayên wî heye. Ev jî heqê dostanî û biratîyê ye. Ji xeynî derketina ji îslamê (yanê riddet) û xîyanet ne tê de, ev heq timûdaîm muteber e. Allah azze we celle ehmmîyeta vê heqê di vê ayete de herî bilind kiriye:

 إِلاَّ تَفْعَلُوهُ تَكُن فِتْنَةٌ فِي الأَرْضِ وَفَسَادٌ كَبِيرٌ …

"…Eger hûn vîya nekin (Di navbera xwe de nebin dost) dê li ser rûyê erde fitne û fesadîyeke mezin derkeve." 1

Esil ew e ku misilman li ser esasa dostanî û biratîya îslamê bisekine. Eger misilmanek new'ekî batil biparêze an jî têkeve menhecekî şaş de, divê bi lez û bez ji wê batil û rêşaşîyê dûr bibe. Ferqa hûkmê cihada li dijî baxîyan û hûkmê cihada li dijî murtedan yek jî ev e. Çawa ku hinek însan li pîvana 'wela û bera'yê dîqat nakin û dibin sebeba kêfxweşîya taxûtan em qethîyen wisan tevnagerin/hereket nakin. Ha kesên hanê ji ber ku hin hedîse tên sere muxalifê wan ên muwahhîd tinazê xwe bi wan dikin û bi her awayî xwe ji wan dûr dikin. Bi vî jî têr nakin û gelek insanan ji wan û ji pêkanîna heq û hiqûqê wan paş ve dihêlin û bi rastî di vê mijarê de zêde pê de diçin. Çi heyf min zehf kesan nas kiriye ku bi rewşa wan misilmanên ketine destê taxûtan kêfxweş in. Gotinên wisan dibêjin, lê qet nayê aqlê wan ku ev gotin dê wan heftê sal bi bal kortalên cehennemê ve bigindirîne.

Hin qaîde û xisûsîyetên Milletê Îbrahîm ev in ku, lê mixabin ekserîyeta da'wetvanên îro di vê mijarê de sersar in. Hetanî ji wan pir kesan jî evan qaîde û xusûsîyetên mûhîm terikandine. Ew qaîde ev in:

Qaîdeya Ewîl: Pêkanîna bi eşkerehî dûrketina ji muşrîkan û ji îlahên wan

Qaîdeya Diduya: Bi eşkerehî înkar kirina muşrîkan û îlahê wan ên sexte û sîstem/pergal û qanûn (zagon) ên wan.

Qaîdeya Sisêya: Eşkere kirina buxz û neyartîya muşrîkan û helwest û tevgerîn û rewşa wan. Hetanî ku ew tewbe bikin, wan amelen xwe biterikînin û ji wan amelan dûr bimînin û bi temamî red û înkar bikin.

Allah azze we celle wiha ferman kiriye:

قَدْ كَانَتْ لَكُمْ أُسْوَةٌ حَسَنَةٌ فِي إِبْرَاهِيمَ وَالَّذِينَ مَعَهُ إِذْ قَالُوا لِقَوْمِهِمْ إِنَّا بُرَاء مِنكُمْ وَمِمَّا تَعْبُدُونَ مِن دُونِ اللَّهِ كَفَرْنَا بِكُمْ وَبَدَا بَيْنَنَا وَبَيْنَكُمُ الْعَدَاوَةُ وَالْبَغْضَاء أَبَدًا حَتَّى تُؤْمِنُوا بِاللَّهِ وَحْدَهُ 

"Bi rastî ji we re di Îbrahîm û yên bi wî re de, mîsalek xweşik heye. Wan ji qewmê xwe re gotibûn: ' Em ji we û ji wan tiştên ku hûn ji Allah pê ve ji wan re îbadet dikin dûr in (berî ne). Em we înkar (tekfîr) dikin. Heta ku hûn îman bi Allah tenê neynin, di navbera me û we de, dijminantî û kerbek ebedî dest pê kiriye.' …" 2

Îbnu'l Qayyim rahîmehullah wiha dibêje:

"Allah azze we celle çawa ku mumîna ji hezkirin û dostanîya kafiran nehiy kiribe di heman demê de dixwaze ku ji kafiran dûr bimînin û wan neyar bihesibînin û bi vê awayê sefên xwe bi zelalî bellî bikin." 3

Şêx Hamd b. Atîk rahîmehullah wiha dibêje:

"Di ayetê de kelîmeya 'we bede' dibore. Ev lefza hanê di maneya 'bellî bû, derket holê' de hatiye amilandin. Eger bi baldarî/bi dîqat bê xwendin lefza neyartîyê di pêşîya kerb û xezebê de hatiye diyarkirin. Herwiha a ewil ji ya duyemîn herî mûhimtir e. Lewre însan ji muşrîkan biqehre jî, dibe ku neyartî li wan neke. Ji ber vê yeke hetanî li dijî wan neyertîya xwe eşkere neke û ji wan neqehre, wacîbatên di sitûyê xwe de dê pêk neanî be. Di heman demê de hewceye ku ev neyartî û qehr eşkere û zelal bibe. Divê ev jî bê zanîn; her çiqas qehr û xezeb amelên qelbê be jî, hetanî elamet û bandorên/tesîrên wê dernekeve qada heyatê feyde nade însan. Derketina elamet û bandorên wê jî, bi qedandina münasebetên/têkîlîyên muşrîkan bi eşkerehî dê derkeve holê." 4

Şêx Îshak b. Abdurrahman rahîmehullah wiha dibêje:

"Li dijî kafiran bitene qehra bi qelbê têr nake. Divê neyartî û qehra ji wan bi eşkerehî derkeve holê. Allah azze we celle wiha ferman dike:

قَدْ كَانَتْ لَكُمْ أُسْوَةٌ حَسَنَةٌ فِي إِبْرَاهِيمَ وَالَّذِينَ مَعَهُ إِذْ قَالُوا لِقَوْمِهِمْ إِنَّا بُرَاء مِنكُمْ وَمِمَّا تَعْبُدُونَ مِن دُونِ اللَّهِ كَفَرْنَا بِكُمْ وَبَدَا بَيْنَنَا وَبَيْنَكُمُ الْعَدَاوَةُ وَالْبَغْضَاء أَبَدًا حَتَّى تُؤْمِنُوا بِاللَّهِ وَحْدَهُ 

"Bi rastî ji we re di Îbrahîm û yên bi wî re de, mîsalek xweşik heye. Wan ji qewmê xwe re gotibûn: 'Em ji we û ji wan tiştên ku hûn ji Allah pê ve ji wan re îbadet dikin dûr in (berî ne). Em we înkar (tekfîr) dikin. Heta ku hûn îman bi Allah tenê neynin, di navbera me û we de, dijminantî û kerbek ebedî dest pê kiriye.' …" " 5

Di mijara ku em behs dikin de ji vê herî eşkeretir daxûyanî hene? Ew kelîmeya 'we bede' di maneya 'derket holê' de ye. Ha ev bixwe ye eşkerekirina dîn. Yanê neyartîya li muşrîkan vikîvekirî telafûz kirin û bi alenî tekfîr kirina wan û cudahîya ji civaka wan e. Maneya neyartîyê ya esil ev e ku tu li hêlekî bi, muxalifên te jî li hela dijî te bin. Maneya beraetê (dûr ketinê) ya esil jî ev e ku tu bi dil û bi ziman û bi bedena xwe ji wan biveqetî.

Buxza li dijî kafiran bêguman di dilê her mumînî de bicih e. Lê belê meseleya ku em li ser disekinin eşkere kirina vê buxz û neyartîyê ye." 6

Muellifê kîtêba 'Fethu'l Mecîd' Şêx Abdurrahman b. Hasen der heqê ayetên di sûreya Mumtehîne de wiha dibêje:

"Kesê li ser van ayetan bi diqat bifikre dê tewhîdê nas bike. Ew tewhîda ku Allah azze we celle Rasûlên xwe aleyhîmûsselam pê şandîye û kitêbên xwe jî pê nazil kiriye. Çawa ku tewhîd wê bê naskirin di heman demê de rewşa wan kesên ku dijî Rasûlan aleyhîmûsselam û li dijî tabiê Rasûlan aleyhîmûsselam derketine û di encamê de bûne ehle xusranê jî wê qenc bên zanîn. Seydayê me Îmam Muhammed rahîmehullah wiha digot:

'Dema ku Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam wana da'wetî tewhîdê dikir û bê feydebûn û bê zerarîya pûtên wan eşkere dikir, Qureyşîyan vê gotinê li cem xwe wek çêr û sixêfan fêm dikirin."

Seydayê me di vê mijarê de wiha pê de diçe:

"Heke we vê xisûsê fêm kiribe tê wê maneyê ku we ev jî fêm kiriye: Mirov, Allah azze we celle tewhîd bike û şirkê biterikîne heta neyartîya muşrîkan neke wekî di ayetê de hatiye beyankirin, dijminî û nefreta li muşrîkan dernexe meydanê îslama wî jî ne rasterast e.

Allah azze we celle wîha ferman dike:

لَا تَجِدُ قَوْمًا يُؤْمِنُونَ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ يُوَادُّونَ مَنْ حَادَّ اللَّهَ وَرَسُولَهُ وَلَوْ كَانُوا آبَاءهُمْ أَوْ أَبْنَاءهُمْ أَوْ

… اِخْوَانَهُمْ أَوْ عَشِيرَتَهُمْ

"Qewmekî bi Allah û bi roja axîretê îman anîbe, tu nabînî ku ew kesên ji Allah û Rasûlê wî re dijminatîyê dikin ji xwe re dikin dost. Welew ku ew bavên wan bin, an zarokên wan bin, an birayên wan bin, an jî eşîrên wan bin (ferq nake)…" " 7

Heke tu bi vê serwext bibî, dê tu yê baş fêm bikî ku ekserîyeta wan kesên ku dibêjin 'Em misilman in' lê mixabin ew bi dînê îslamê nizanin. Eger ne wisan be sebebe nalîna wan misilmanên di bin îşkenceyan de û ketina destê muşrîkan û hicreta wan ê Habeşîstanê ji ber çi bû?

Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam di nava insanan de yê herî bi rehm û xwedî merhamet bû. Ji bo eshabîyan eger ruhsetek hebûna muheqqeq dê wê ruhsetê bidana wan, da ku wan ji îşkenceyan mihafeza bikirana. Lê belê Allah azze we celle jê re vê ayetê nazil kir:

وَمِنَ النَّاسِ مَن يَقُولُ آمَنَّا بِاللَّهِ فَإِذَا أُوذِيَ فِي اللَّهِ جَعَلَ فِتْنَةَ النَّاسِ كَعَذَابِ اللَّهِ

"Ji insanan hin hene ku dibêjin 'Me îman bi Allah anîye' ; lê bele gava ku di rêya Allah de bene êşandin, îşkenceyê insanan wekî ezabê Allah dihesibînin…" 8

Ev ayet der heqê wan kesan de ye ku bi her halê xwe ketine ser kurm û kirasê kafiran. Li gorî vê rewşê; halê wan kesên ku hêj eziyet nedîtine û bi gotin û amelên xwe bi kafiran re lihevkirî û bi aheng heyata xwe berdewam dikin wê çawa çêbe? Gelo wê halê wan kesên ku ji kafiran re dibin alîkar û piştgir û mudafeaya wan dikin û muhibê wan in û dijî muxalifê wan (yanê dijî muwahhîdan) dertên wê çawa çêbe?"9

Min dixwest jê re (ji Şêx re ) wiha bibêjim: Allah azze we celle xêra te mezin bike, bi rastî wekî ku tu ji roja me diaxivî…

Şêx Muhammed b. Abdullatîf rahîmehullah wiha dibêje:

"Allah azze we celle me û te di tiştên ku jê razî ye û ji wan hez dike de muweffeq bike; baş bizanibe ku hetanî neyartîyê bi neyarê Allah azze we celle û Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam neke, dîn û misilmanîtîya kesekî tekûz/bi serûber nabe. Allah azze we celle wîha ferman dike:

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُواْ لاَ تَتَّخِذُواْ آبَاءكُمْ وَإِخْوَانَكُمْ أَوْلِيَاء إَنِ اسْتَحَبُّواْ الْكُفْرَ عَلَى الإِيمَانِ وَمَن يَتَوَلَّهُم مِّنكُمْ فَأُوْلَئِكَ هُمُ الظَّالِمُون

"Gelî yên ku îman anîne! Eger kufrê tercihê îmanê bikin bavên xwe û birayên xwe jî, ji xwe re nekin dost (welî) …" " 10

Dînê hemû Rasûlan aleyhîmûsselam ev e… Da'wet û rêya wan ev bû. Ekserîyeta ayetên Qur'ana Kerîm û hedîsên ku ji Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam neqil bûne bi eşkerehî vîya nîşanî me didin. Ew cûmleya ku di sûreya Mumtehîne de wek '… û yên bi wî re de …' dibore îşaretê vê meseleye dike: Yanê di maneya '…ew Rasûlên li ser dîn û millete wî (Îbrahîm)'. Gelek mufessîran wê hevokê/cûmleyê di vê manê de tefsîr kirine.

Şêx Muhammed b. Abdullatîf rahîmehullah wiha berdewam dike:

"Eşkere kirina dîn ev e. Nexwe ne wekî zenna cahilan bi qasî ku taxût destur bide bi eda kirina nimêjê û bi xwendina Qur'ana Kerîm û bi meşxûlîyeta hin nafîleyan dîn bi eşkerehî dernakeve rastê. Ev, fêhmeke pir xelet e. Lewre ew ê ku ji muşrîkan neyartî û beraeta xwe îlan bike, müşrîk wî kesî rihet nahêlin. Di derfeta/fersenda ewil de yan wê wî ji welatê wî nefî bikin, yan jî wê wî bikûjin. Lewre Allah azze we celle agahî dide me ku kafir bi vê awayê tevdigerin/hereket dikin. Allah azze we celle wiha ferman kiriye:

وَقَالَ الَّذِينَ كَفَرُواْ لِرُسُلِهِمْ لَنُخْرِجَنَّكُم مِّنْ أَرْضِنَآ أَوْ لَتَعُودُنَّ فِي مِلَّتِنَا فَأَوْحَى إِلَيْهِمْ رَبُّهُمْ لَنُهْلِكَنَّ الظَّالِمِينَ

"Ew ên kafir ji pêxemberên xwe re gotin: 'Muheqqeq, yan em ê we ji welatê we derxînin, yan jî hûnê vegerin ser dînê me!" " 11

Çawa ku Qur'ana Pîroz bi me dide zanîn qewmê wî ji Şûeyb re aleyhisselam wiha gotibûn:

قَالَ الْمَلأُ الَّذِينَ اسْتَكْبَرُواْ مِن قَوْمِهِ لَنُخْرِجَنَّكَ يَا شُعَيْبُ وَالَّذِينَ آمَنُواْ مَعَكَ مِن قَرْيَتِنَا أَوْ لَتَعُودُنَّ فِي مِلَّتِنَا قَالَ أَوَلَوْ كُنَّا كَارِهِينَ 

"Ya Şûeyb! Sond be em ê te û yên bi te îman anîne ji welatê xwe derxînin yan jî hûnê vegerin ser dînê me …" 12

Der heqê Eshabu'l Kehf de Allah azze we celle wiha ferman dike:

إِنَّهُمْ إِن يَظْهَرُوا عَلَيْكُمْ يَرْجُمُوكُمْ أَوْ يُعِيدُوكُمْ فِي مِلَّتِهِمْ وَلَن تُفْلِحُوا إِذًا أَبَدًا

"Bêguman eger ew bi ser we ve bibin (û cihê we bizanibin) dê we recm bikin an jî dê we vegerînin ser dînê xwe. Wê gavê hûn qet îfleh nabin." 13

Dijwarbûna dijminîya di navbera Rasûlan aleyhîmûsselam û qewmê wan de qey ne piştî eşkere kirina rêşaşîya dînê wan û bê aqilîya ramanên wan û betal bûna îlahên wan çêdibû?14

Der heqê ayeta di sûreya Mumtehîne de Şêx Suleyman b. Sahman rahîmehullah wiha dibêje:

"Milletê Îbrahîm ev e ku Allah azze we celle der barê wan de 'Ji yê aqilsivik pê ve kî bere xwe ji milletê (Ji dînê) Îbrahîm vedigerîne?' ferman kiriye. Herweha misilman divê ku neyartîya dijminê Allah azze we celle bike û vê neyartîya xwe eşkere bike û ji wan bitemamî dûr bimîne û wan wek dost qebûl neke û bi wan re tû nêzîkahî pêk neyne û bi wan re nekeve têkilîyên samîmî." 15

Allah azze we celle der heqê Îbrahîm aleyhisselam de ku wî wek henîf binav dike, wiha ferman kiriye:

قَالَ أَفَرَأَيْتُم مَّا كُنتُمْ تَعْبُدُونَ أَنتُمْ وَآبَاؤُكُمُ الْأَقْدَمُونَ فَإِنَّهُمْ عَدُوٌّ لِّي إِلَّا رَبَّ الْعَالَمِينَ

"(Îbrahîm) got: 'Ma hûn dibînin ku hûn ji çi re îbadet dikin?

Hûn û kalên xwe.

Ew tev dijminên min in, Rabbê alemê ne tê de (ew dostê min e)." 16

وَإِذْ قَالَ إِبْرَاهِيمُ لِأَبِيهِ وَقَوْمِهِ إِنَّنِي بَرَاء مِّمَّا تَعْبُدُونَ إِلَّا الَّذِي فَطَرَنِي فَإِنَّهُ سَيَهْدِينِ

"Demekî (Wextekî) Îbrahîm ji bavê xwe û ji qewmê xwe re wiha gotibû: 'Ez, ji wî tiştê ku hûn jê re îbadet dikin dûr im (berî me).

Ez, bi tene ji ew ê ku ez xuliqandime re îbadetê dikim. Lewre wê ew min bigihîjîne hîdayetê." 17

Şêx Abdurrahman b. Hasen rahîmehullah wiha dibêje:

"Allah azze we celle red kirin û dûr ketina ji mûşrîkan û neyartîya wan û nefret kirina ji wan û cîhada li dijî wan li ser temamê mumînan ferz kiriye. Allah azze we celle wiha ferman dike:

"(Lê dîsa ji) ew ên (li nefsa xwe) zilim kiribûn peyva/kelîmeya ji wan re hatibû gotin, bi gotineke din guherandibûn…" 18

Bi vê awayê kesên wek zalim tên wesifandin; muşrîkan ji xwe re dost girtine. Ji wan re bûne alîkar û piştevan. Di aleyhîya mumînan de ji wan alîkarî dixwazin û herwiha heta ji destê wan tê mumînan zem dikin û ji wan nefret dikin. Bi delaleta Qur'ana Kerîm û sûnnetê, ev tiştên hanê bi temamî tersê îslamê ne.

Em dixwazin diqat li şûbheyekî bikişînin ku ev şûbhe bi pir kesên lezok re heye. Ew wiha dibêjin: 'Gazî kirina li Milletê Îbrahîm di da'wetê de asta/merhaleya dawî ye. Berîya vê merhaleyê, merhaleya mucadeleya/têkoşîna bi hikmet û şîret û herî xweşik heye. Berî ku serî li merhaleya beraeta neyarên Allah azze we celle û dûrketina îlahên wan ên sexte û red kirina wan û eşkerehîya dijminî û nefreta ji wan bê xistin , divê da'wetvan di da'wetê de temamê uslûbên xweşik û bi hikmet biceribîne/tecrübe bike.'

Di muqabilê vê şûbheyê de em wiha dibêjin:

Kesên ku vê şûbheyê tînin ser ziman Milletê Îbrahîm qenc fêm nekirine. Ev gumana/ev şûbheya wan ji ber tevlîhev kirina rêbaz/metod û uslûbên da'weta li kafirên ku hêj cara yekem dibin muxeteb, ligel helwesta dijberîya kafirên ku li ber da'wetê radibin ve derdikeve meydanê. Digel vê yeke ji ber ku navbera helwesta ku misilman bi pêk anîna vê mes'ul in ligel dijberîya îlahên kafira ên batil û sîstema wan û terzê/awayê jîyana wan û qanûnên wan nikarin ji hevdû biveqetînin, şûbheyekî wiha diavêjin holê.

Ji ber ku Milletê Îbrahîm îbadetê xwe xweserî Allah azze we celle dike û ew tiştên ji xeynî Allah azze we celle îbadet li wan tên kirin bi temamî red û înkar dike (yanê ji van esasan pêk tê) divê qet neyê ewiqandin/texîrkirin. Bilakis berî her tiştî divê da'wet bi vê dest pê bike. Lewre ev, mihvera 'Laîlaheîllallah'ê ye ku naveroka wê; ji qebûl kirin û red kirinê pêk hatiye û esasa îslamê û da'weta temamê Nebî û Rasûlan e aleyhîmûsselam.

Dawîya Beşa (2.) Dûyemîn (Dê berdewam bibe, înşaallah)

 

1 . 8/Enfal, 73

2 . 60/Mumtehîne, 04

3 . Bedaîu'l Fewaîd, 3;69

4 . Jêgirtineke ji berhema Sebîlu'n-Necat

5 . 60/Mumtehîne, 04

6 . Ed-Dureru's-Senîyye, Beşa Cîhadê, 141

7 . 58/Mücadele, 22

8 . 29/Ankebût, 10

9 . Ed-Dureru's-Senîyye, Beşa Cîhadê, 93

10 . 9/Tewbe, 23

11 . 14/Îbrahîm, 13

12 . 7/Araf, 88

13 . 18/Kehf, 20

14 . Ed-Dureru's-Senîyye, Beşa Cîhadê,207

15 . Ed-Dureru's-Senîyye, Beşa Cîhadê,221

16 . 26/Şûara, 75-76-77

17 . 43/Zûxrûf, 26-27

18 . 2/Baqara, 59

Bu Sayfayı Paylaş :