Loader
Küfrün Karanlıklarından, Vahyin Aydınlığına...

Dı Qelsbûn Û Dı Hêzdarîyê De Helwesta Milletê Îbrahîm A Neguherbar: Îstîqamet Osman SADIKOĞLU

2018-07-18

 

Ew da'weta Rasûlan û Nebîyan aleyhîmûsselam û yên ku îman bi wan anîne, weke ku me anî ser ziman şahdeyî li vê heqîqetê dike. Di nava însanan de yên leqayî îmtîhan û musîbetên herî giran bûne ew in. Lê ew musibet û îmtîhanên herî giran bi tu awayî tesîrê (bandorê) li ser nûra da'wetê nekiriye. Bîlakis ev tişt ji bo pêkanîna nûfûza da'wetê li qelbê însanan û belavbûna da'wetê di navbera însanan de zêdetir bibe, bûye wesîle. Hetanî ji wan kesên ku di rêya da'weta da'wa tewhîdê de dimeşin re îro jî weke nûra hîdayetê ye.

Em dixwazin der heqê vê mijarê de bi dawî vêya jî bibêjin. Tê gotin ku, eger komek ji misilmanan dijminî û berî bûna xwe li hember kafirên bi înyad eşkere bikin û îlahên wan ên sexte û batilên wan red bikin, ev qaîde ji ser wan misilmanên din dikeve. Helbet di vê rewşê de ji sitûketina vê qaîdeya berpirsîyarî, pêşî ji bo belengazan/ji bo mustez'efan muteber e.  Lê belê ne bitenê buxz û neyartîya bi qelb tê qest kirin.

Ev, meseleya bi eşkerehî îlan kirina neyartîya kafiran e. Esil ew e ku, li her derê û di her demê de buxz û neyartî û dûrketin û redkirin kafir û taxûtan li ser temamê misilmanan wacib e. Çimkî çawa ku me di wan pelên borî de dîyar kiribû ev jî, hewcetîyên Laîlaheîllallah ê ne ku misilmanîtî bitenê bi wê pêk tê.

Eşkere kirina neyartîya kufrê, di da'wetên Enbîya de aleyhimûsselam qaîdeyeke bingehî bû. Mixabin di programên da'wetvanên îroyîn de windabûyî maye û ji refan hatiye hildan.

Ev amelên hanê piştre derketine holê. Bi rastî kar û amelên pir xerîb in. Spartekê van pratîkên qaşo da'wetvanên ku ji xeynî menheca Nebî aleyhissalâtuwesselam rêyên din dişopînin û taqîb dikin; di her halûkarê de teqîyyeyê ji xwe re dikin dîn. Nemûhîm dîtina durûtî yê, dûr neketina munafiqîyê û qebûl kirin û daxil bûna partîyên demokratîk ku bingeha wan li ser îdeolojîyên beşerî ne û pejirandina/qebûlkirina rêbaz û usûlên partîgirîyê ne.

Mirovek li ser pratîkên sûnneta Nebî aleyhissalâtuwesselam, ew dema ku misilman qels bûn bi baldarî bisekine û bifikre dê vê heqîqetê bibîne. Em zêde nakevin teferrûetê, lê emê li qîsseya Amr b. Abese es-Sûlemî bidin dest. Di vê qisseyê de qisimê ku têkilî meseleya me ye wisan e:

"Min (Amr b. Abese) ji Nebî re wiha got: ‘Ez dixwazim tabiê te bibim.'  Wî (Rasûlullah) wiha got: ‘Di van rojan de tu nikarî vê barê hilgirî. Tu rewşa min û wan mirovên din dibînî. Vegere cem qewmê xwe û te çi wextî seh kir/bihîst ku ez bûme xwedî quwwet û hêz, wê gavê were cem min."

Îmam Newewî rahîmehullah Der heqê vê hedîsê de wiha dibêje:

"Maneya vê hedîsê ev e: Amr b. Abese dibêje, ‘ez dixwazim li vê derê misilmanîtîya xwe eşkere bikim û bi te re bimînim û tabiê te bibim.' Li ser vê, Rasûlullah jî wiha cewab dide wî: ‘Ji ber ku îro quwweta misilmanan zeîf e, tu yê nikaribî vê barê hilgirî. Em ditirsin ku kafirên Qureyşî tehdeyî li te bikin. Tu li ser îslâmê sebat bike û vegere cem qewmê xwe û heyata xwe li ser vê aqîdeyê bidomîne. Dema ku te seh kir ez bûm xwedî hêz wê gavê were ba min.' Weke ku tê dîtin Nebî -aleyhîsselam- der barê eşkere nekirina dîn de musaede daye wî sehabîyê xwe. Lê ya rast di wê dewrê de dînê Allah û da'weta Nebî bi eşkerehî dihat naskirin û belavbûyî bû. Gotina Nebî -aleyhîsselam- ji vê halê re delîl e: ‘Tu rewşa min û wan mirovên din dibînî.'

Ji van mîsalan yek jî qîsseya der heqê misilman bûna Ebû Zer ê Xifarî -radîyallahuanh- e ku ev jî di Sehîha Bûxarî de dibore.

Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam ji Ebû Zer re wiha gotibû: ‘Ya Ebû Zer! Vê rewşa xwe biveşêre û vegere welatê xwe. Dema te seh kir ku em bûn xwedî hêz, wê demê were ba me'

Digel vê yekê ji bo îttîbaê li sûnneta Nebî aleyhîsselam bike û meqseda tabî bûna helwesta Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam, çû di nava mûşrîkan de nasnameya xwe ya muwahhîd bi eşkerehî îlan kir. Çawan ku di hedîsê de hatiye dîyarkirin tevlî ku êrîşeke giran li wî bibe jî û wî îlana îmana xwe gelek caran dubare/tekrar kiribe jî, Nebî vê amelê wî rexne nekir û pîştgirîya xwe jê kêm nekir û weke gotinên da'wetvanên îroyîn tiştekî wiha jê re negotibû:

"Ev rêya ku hûn me jî gazî wê dikin dê me û pîlanên me deşifre bike û tûnebûna fêkîyên ku wê netîce bide me dilezlezîne!"

Bêguman Nebî aleyhîsselam ji gotina tiştekî wisan mûnezzeh e. Ew aleyhissalâtuwesselam di mijara da'wetê de ji bo însanan heta roja qîyametê mîsal û nimûne ye. Îzhar kirina dîn û meseleya xweveşartina hin misilmanên mustez'ef ji hev dû cuda ne. Da'weta Nebî aleyhîsselam apaşkere bû. Herkesî dizanî bû ku temela qaîde û mihwera da'weta wî; bi her awayî îbadet xweser ji Alllah re azze ve celle bê kirin û red kirina taxûtan e. Ya rastî, mustez'efan ku hewcetî bi ‘xwe veşartin û hicretê' dikirin û leqayî îşkenceyan dibûn yek sebebekî van hebû. Ew jî; eşkerehî û belavbûna da'weta tewhîdê bû. Ew durûtî ya bi hin însanên îroyîn re heye hema biçek jî bi wê nesla bijare re hebûya, qethîyen bi wan musîbet û îmtîhanên giran ve rûbirû nediman. Lê belê em wan ji tişteke wisan tenzih dikin. Ev kitekit/teferûet bê fêmkirin, dema ku dîn eşkere bibe û esasên qaîdeya da'wetê belav bibe, cewaza xirandina  kafiran û di qada şer de veşartina komek misilman ku bikevin nav sefên wan jî  dê bê fêmkirin. Di bin van şertan de bi hedîseya/bi bûyera sûîqesta Ka'b b. Ebî'l Eşref û yên wekî wî delîl bê anîn, (delîl anîneke wiha) rast e. Mixabin gelek însan bi mehneyên alîkarî û pîştgirîya dîn û da'wetê ûmrê xwe di artêşên/di ordîyên taxûtan de heba dikin û bi vê awayê dîn tevlîhev dikin û tewhîdê bin erd dikin.

Ev amelên hanê wekî ku li serê xerbê be û da'wet û sûnneta Nebî -aleyhîsselam- jî wekî ku li serê şerqê ye… Yanê ji hevdû wisan dûr in. Milletê Îbrahîm ev e. Di da'weta tewhîdê de rêya yekane ye ku tê de pêk anîna veqetandin û birîna têkilîyên kafiran heye.

Hetanî berî bûna ji meqam û sazîyên fermî/resmî pêk newe û ji rêveberîyên şirkê buxz neyê kirin û qesr û hevser/hevjîn û rihetî/konfor winda nebin û ev kesên ku dixwazin dînê Allah azze we celle hakim bikin lê digel vê yekê parastina rêyên xwar û rêbaz û usûlên rêşaşî terk nekin Milletê Îbrahîm pêk nayê û ew jî, ne ji Milletê Îbrahîm in. Eger alîgirên van rêyan îdîa bikin ku ew rêya pêxemberan û selefê salih dişopînin, ev îdîayên wan betal e û rewşa wan nagûherîne. Em bi halê wan baş dizanin. Me dîtîye ku ewana çawa rûkenî nîşanê munafiqan û zaliman û hetanî ew kafirên neyarên Allah azze we celle û Rasûlê wî aleyhissalâtuwesselam re didin. Sebebê vê rûkenîya wan ne da'weta dîn e an jî daxwazîya hîdayeta wan e. Bîlakîs xayeya wan tesdîq kirina batilên wan û şalûzîtîya ji wan re ye.  Digel ku ew taxût bi awayên curbecur li hemberî îslâm û misilmanan derîyê cengê vekirine, ji wan re bi navên ‘Serok' an ‘Birêz Melîk' an ‘Reîsê Hêja' an ‘Serokwezîrê bi îman' an jî ‘Emirû'l Mûmînîn' xîtab dikin û wan ta'zîm û mezin dikin.

Belê, qesem bi Allah be me mirovekî ji wan ê ku serê sibehê ji mala xwe dertê û di bedela hin metaên dinyê de ku qîmeta wî, ji pera mêşekî jî kêmtir e, dînê xwe difroşe û dane êvarê divegere mala xwe; tehqîqa tewhîdê dike û dersên tewhîdê dide, piştre jî sonda girêdayîbûna makeqanûnê û digel qanûnên kufrê dixwe, şahdeyiyê lî bêalîtîya qanûnên beşerî dike û reşahîya zaliman zêde dike me bi çavên xwe dîtin. Lê ya rastî ew van ayetên ku ewana ji meyildarîya zaliman men dike û îteat û razîbûna batilên wan jî qedexe dike bêdawi dixwîynin. Ji wan ayetan hin jî ev in:

وَلاَ تَرْكَنُواْ إِلَى الَّذِينَ ظَلَمُواْ فَتَمَسَّكُمُ النَّارُ وَمَا لَكُم مِّن دُونِ اللّهِ مِنْ أَوْلِيَاء ثُمَّ لاَ تُنصَرُونَ

"Meyl li zilimkaran nekin, nexwe dê agir bi we bigire. Jixwe ji Allah pê ve alîkarê we tûne û hûn alîkarîyê jî nabînin." [1]

وَقَدْ نَزَّلَ عَلَيْكُمْ فِي الْكِتَابِ أَنْ إِذَا سَمِعْتُمْ آيَاتِ اللّهِ يُكَفَرُ بِهَا وَيُسْتَهْزَأُ بِهَا فَلاَ تَقْعُدُواْ مَعَهُمْ حَتَّى يَخُوضُواْ فِي حَدِيثٍ غَيْرِهِ إِنَّكُمْ إِذًا مِّثْلُهُمْ إِنَّ اللّهَ جَامِعُ الْمُنَافِقِينَ وَالْكَافِرِينَ فِي جَهَنَّمَ جَمِيعًا

"(Allah) di kitêbê de ji we re ferman kiribû û gotibû: ‘Dema we bihîst ku ayetên Allah tên înkarkirina û tinaz bi wan tê kirin, heta ew qala tiştekî din nekin (mijara xwe neguherînin) bi wan re runenên. Yan na hûnê jî bibin wekî wan.' Bêguman Allah, dê temamê kafir û munafiqan di cehennemê de li hev bicivîne." [2]

Şêx Suleyman b. Abdullah rahîmehullah der barê vê ayetê de wiha dibêje: "Ayet, li gorî maneya zahir tê nirxandin. Li gorî vê ew kesê ku ne di bin îkrahê de be û li hemberî gotinên wan dernekevedi wê gavê de bi lez ji wan dûr nebe, tevlî gotinên tinaz û înkarkirina ayetên Allah azze ve celle-re di meclîsa kafiran de rûniştina xwe bidomîne ger ew fîêlên wan neke û beşdarî gotinên wan nebe jî, ew bixwe jî êdî weke wan dibe kafir. Lewrw ev tişt ji kufrê re riza ye. Razî bûna ji kufrê jî kufr e. Aliman der heqê gunehkarîya ew kesê ku ji gûnehekî razî be, ji ayetan delîlan dane pêş ku; ew kes, bi qelbê xwe kerîh dîtina wê gunehê îdîa bike jî ev îdîaya wî jê nayê qebûl kirin. Çimkî hikûm li gorî zahir e. Kesê ku kufr îzhar bike, ew kes dibe kafir." [3]

Belê, ew kes dîsa vê ayetê jî dixwîynin:

وَإِذَا رَأَيْتَ الَّذِينَ يَخُوضُونَ فِي آيَاتِنَا فَأَعْرِضْ عَنْهُمْ حَتَّى يَخُوضُواْ فِي حَدِيثٍ غَيْرِه

"Dema te ew ên di heqê ayetên me de dikevin munaqeşê dîtin, heta derbasî gotineke din nebin rû ji wan bizivirîne…" [4]

Hesenê Besrî rahîmehullah wiha dibêje: ‘Dixwaze der heqê ayetên Allah de bi neqencî mijul bibn û dixwaze ne der heqê ayetan de mijul bibn, rûniştina bi wan re ne caîz e.'

Dewama wê ayetê jî, ji vê mijarê re delîl e:

 وَإِمَّا يُنسِيَنَّكَ الشَّيْطَانُ فَلاَ تَقْعُدْ بَعْدَ الذِّكْرَى مَعَ الْقَوْمِ الظَّالِمِي

"… Eger şeytan bi te bide jibîrkirin piştî ku hat bîra te bi wî qewmê zalim re rûnenê." [5]

Vê ayetê jî dixwîynin:

وَلَوْلاَ أَن ثَبَّتْنَاكَ لَقَدْ كِدتَّ تَرْكَنُ إِلَيْهِمْ شَيْئًا قَلِيلاً ﴿﴾ إِذاً لَّأَذَقْنَاكَ ضِعْفَ الْحَيَاةِ وَضِعْفَ الْمَمَاتِ ثُمَّ لاَ تَجِدُ لَكَ عَلَيْنَا نَصِيرًا

"Eger me tu xwedî semax nekirana bi rastî hindik mabû ku te hinekî meyla wan bikira. Lê wê demê bêguman me yê ezabê heyatê û yê mirinê qat bi qat bi te bida tamkirin. Paşê te li hemberî me ji xwe re alîkar jî nedidît." [6]

Şêx Suleyman b. Abdullah rahîmehullah-wiha dibêje: 'Ev xîtaba giran jî Rasûlullah re be, ku ew di nav mexluqatan de yê herî bi rûmet e. Gelo dê halê wan kesên ji xeynî wî çawan bibe?' [7]

Belê, ew dîsa vê ayeta ku Allah azze we celle xusûsîyetên mumînan dîyar dike, dixwîynin:

وَالَّذِينَ هُمْ عَنِ اللَّغْوِ مُعْرِضُونَ

"Ew (mumîn) berê xwe ji lexwê (ji tiştên bê feyde û vala) vedigerînin." [8]

وَالَّذِينَ لَا يَشْهَدُونَ الزُّورَ وَإِذَا مَرُّوا بِاللَّغْوِ مَرُّوا كِرَامًا

"Ew ên ku şahdehîya derewîn nakin û dema rastî lexwekî re (tiştên bê feyde û vala) bibin bi weqar rûyê xwe jê vedigerînin û diborin." [9]

Ev kesên ku em der heqê wan de dinivîsin, xwe li rêya selefê salih nisbet dikin. Hal ev e ku selefê salih ne tenê di dewrên ku zilim û neheqi dihat kirin de bitenê, heta di dewrên rêveberên girêdahîyê şer'a şerîf û li ser hîdayetê bûn jî, ji derî û meqamên wan dûr diman.

Qesem bi Allah be, ji bo ku têkevin parlamentoya kufrê tu kesî an jî hêzî li ser serê van mirovên hanê şûrên xwe nehejandine û ji lingên xwe jî nehatine daleqandin.

Bilakîs ew bixwe û bi hemdê xwe (bi îradeya xwe) vê amelê dikin. Di muqabilê vê, bi berîtîyên dîplomatîk û bi mal û meqaman hatin xelat kirin. Em ji hewayên nefsê û ji windabûna besîretê xwe dispêrin Allah azze we celle. Xwezî li xwe danîyana û bigotana ‘Herê, me ev tişt ji ber hêrsa xwe yê dinyayê kir'. Lê vêya nabêjin. Ew dibêjin em vê, ji bo mesleheta da'wê û ji bo alîkarîya dîn dikin.

Hê gelî rebenan!

Hûn bi kî re tinazan dikin?

Bi feqîrên wekî me re?

Bêguman quwweta me û yên wekî me tune ku zirarê bidin we. Nexwe hûn tinazê xwe bi wî Allah ê ku erd û asîmanan di bin serwerîya xwe de digire û tiştekî jê veşartî tune û bi veşaritîyên we jî dizane (hûn tinazê xwe pê) dikin?

Kesên di van mijaran de muxalif û rexnekarên wan in, yanê wan tenkîd dikin jî, bi bê însafî tên sûcdar kirin. Van sûcan têxin situyê misilmanan: Dibêjin; yên ku me rexne dikin fêmkor in û bê tecrûbe ne. Û der heqê da'wetê de ji hikmetê mehrûm in. Û di civandina fêkîyan de lezgîn in. Û der barê waqîeyên îroyîn û sunnetullah a kewnî de bê besîret in. Û di mijarên sîyasî de acemî û nezan in.

Ya rastî, ev rebenokên hanê bi van xusûsîyetan ne tenê koma muxalifên xwe di bin tohmetê de dihêlin. Di heman demê de dîn û da'weta temamê Rasûlan aleyhîmûsselam û Milletê Îbrahîm jî bi wan xusûsîyetan sûcdar dikin lê ew ne di hemdê xwe de ne.

Çimkî meseleya Rasûlan aleyhîmûsselam û Milletê Îbrahîm yê herî muhîm ev bû: Berî bûna ji dijminên Allah azze we celle bi eşkerehî, red kirina wan û rêya wan û neyartî û buxza ji sîstema/pergala kufrê ku bieşkerehî derêxin holê.

Her wiha, Allah azze we celle Îbrahîm aleyhisselam û mûmînên pê re paqij û berî kiriye û me jî bi tabî bûna wan mes'ul girtîye. Allah wiha ferman kiriye:

قَدْ كَانَتْ لَكُمْ أُسْوَةٌ حَسَنَةٌ فِي إِبْرَاهِيمَ وَالَّذِينَ مَعَهُ إِذْ قَالُوا لِقَوْمِهِمْ إِنَّا بُرَاء مِنكُمْ وَمِمَّا تَعْبُدُونَ مِن دُونِ اللَّهِ كَفَرْنَا بِكُمْ وَبَدَا بَيْنَنَا وَبَيْنَكُمُ الْعَدَاوَةُ وَالْبَغْضَاء أَبَدًا حَتَّى تُؤْمِنُوا بِاللَّهِ وَحْدَه

"Bi rastî ji we re di Îbrahîm û yên bi wî re de, mîsalek xweşik heye. Wan ji qewmê xwe re gotibûn: ‘Em ji we û ji wan tiştên ku hûn ji Allah pê ve ji wan re îbadet dikin dûr in (berî ne). Em we înkar (tekfîr) dikin. Heta ku hûn îman bi Allah tenê neynin, di navbera me û we de, dijminantî û kerbek ebedî dest pê kiriye.' …" [10]

وَمَنْ أَحْسَنُ دِينًا مِّمَّنْ أَسْلَمَ وَجْهَهُ لله وَهُوَ مُحْسِنٌ واتَّبَعَ مِلَّةَ إِبْرَاهِيمَ حَنِيفًا وَاتَّخَذَ اللّهُ إِبْرَاهِيمَ خَلِيلاً

"Qey ji yê ku bi duristî teslîmê Allah bibe û tabiê dînê Îbrahîm bibe ku ew henîf bû, ji hêla dîn ve kî baştir heye? Allah, Îbrahîm ji xwe re kiribû dost." [11]

Allah azze we celle Îbrahîm aleyhisselam ji sefîhtîyê/ji kêmaqilîyê tenzîh kiriye û bi rûşd û hîdayetê wesifandîye.

Allah azze ve celle wiha ferman kiriye:

وَلَقَدْ آتَيْنَا إِبْرَاهِيمَ رُشْدَهُ مِن قَبْلُ وَكُنَّا بِه عَالِمِينَ

"Sond be; me di berî vêya de rûşd dabû Îbrahîm. Jixwe me bi wî zanîbû." [12]

Weke ku berê de jî me dîyarkiribû Allah ,i beyan dike ku; bitenê kesên sefîh û kêmaqil ji Milletê Îbrahîm rûyên xwe vedigerînin.

Ew kesên sefîh û kêmaqil wê hikmetê û eşkerehîya îstilahan û rasterastîya rê û menheca da'wê ji ku derê bizanibin?

Davîya beşa (5.) Pêncemîn (Dê berdewam be, înşallah.)

 

 

[1]        .     11/Hud, 113

 

[2]        .     4/Nisa, 140

 

[3]        .     Ed-Dureru's Seniyye, Qisima Cîhadê, 79

 

[4]        .     6/En'am, 68

 

[5]        .     6/En'am, 68

 

[6]        .     17/İsra, 74-75

 

[7]        .     Ed-Dureru's Seniyye, Qisima Cîhadê,47

 

[8]        .     23/Muminun, 3

 

[9]        .     25/Furkan, 72

 

[10]       .     60/Mümtehine, 4

 

[11]       .     4/Nisa, 125

 

[12]       .     21/Enbiya, 52

 

Bu Sayfayı Paylaş :