Loader
Küfrün Karanlıklarından, Vahyin Aydınlığına...

Lı Dıjî Tehdehîyên Qewmê Serhışk û Fêmkorsebata Mılletê Îbrahîm Osman SADIKOĞLU

2018-09-19

 

Ev qewmê serhişk û fêmkor jî, komek di nav wan heyînîyên ku Allah azze we celle bixwaze dê bi quwet û qudreta xwe wan qehr bike de ne. Her wiha (Hud) çima jî wan bitirse û guhê xwe bide wan? Heke ew (qewmê wî) muselletê serê wî bibin dê ev jî enceq bi îzna Allah bibe. Li gorî ku rêya wî ji wan qetîyaye êdî nikare di nav wan de bihewe.” [1]

Va helwesta Rasûlan aleyhisselam li hemberî wan qewmên kafirên serhişk bi vê awayê bû. Di da’wetên xwe de rêyeke wiha dişopandin. Li hemberî batil têkoşîneke/mucadeleyeke hetanî dawîya ûmrê xwe berdewam kirin. Di da’wetê de eşkerehî û zelalî. Îlana dijminahîya kafiran û veqetandina sefan. Di da’wetê de meyldarîyekî wan bi hêla şalûzîtî û wejeyê (edebîyatê) an jî di rêyeke hevpar de yekbûnîya bi batil re qethîyen tune bû.

Veqetan û neyartîya ehlê heq li dijî batil û ehlê batil re, da’weyekî pir kevin e û ji dema ku Allah azze we celle, Adem aleyhisselam daxistîye ser rûyê erdê û pê de li ser mumîna ferz e. Ev veqetan û neyartî hem qeder e, hem jî sunnetullah e. Allah bi vê awayê; veqetandina muhîbên xwe ji dijminên xwe, hizba xwe ji şerkerên dijî xwe, a paqij ji ya qîrêj û pêk anîna şehîdan ji mumînan teqdir kiriye. Allah wiha ferman dike:

“(Allah) Got: Bi neyartîya hevdû (jî cennetê) dakevin! Heta demeke diyarkirî li ser rûyê erdê ji bo we cîhwarbûn û feydegirtin heye.” [2]

Qefleyên Rasûlan aleyhîmûsselam bitemamî li ser vê esasê da’wet û têkoşîna xwe domandine û ev bixwe dînê wan bû. Allah azze we celle wiha ferman dike:

“Her wiha me ji her pêxemberî re şeytanên ji cin û însanan kirine dijmin.” [3]

“Her wiha me ji her pêxemberî re dijminekî ji gunehkaran çêkirîye…” [4]

Qisetên wan (pêxemberan) û di navbêra qewmê wan de derbas bûye, Allah azze we celle qismekî bi me daye zanîn, qismekî jî ji me re eşkere nekirîye. Ev heqîqet di vê hedîsa Rasûlullah aleyhissalâtuwesslam de diyar dibe : Ebu Hureyre radîyallahuanh ji Nebî aleyhisselam wiha neqil kiriye:

“Hemû Enbîya wekî zarokên ku bavê wan yek e, lê diya wan cuda ne.”

Bêjeya “Ewladu’l A’llat” di maneya ew kesên ku bavê wan yek in, lê dayika wan cuda ne tê bikaranin. Bi vê awayê ev hedîs liqel cudahîya teferuatên hin hûkman, pîştgirîya heqîqeta yekitîya dîn û dawet û rêyên Nebîyan aleyhîmûsselam dike. Di hedîseke ku Buxarî rîwayet kiriye de, Xatemu’l Enbîya, Muhammed aleyhissalâtuwesselam wek “Ê ku navbera însanan difesilîne” tê wesifandin. Di riwayeteke din de wek “Ê ku însanan difesilîne” tê wesifandin. Rasûlullah jî li ser vê esasê hereket kiriye. Li hemberî şirkê qet bê deng nemaye, nêzî wan îcebeta emrê Allah azze we celle kiriye û tabi’ê Milletê Îbrahîm bûye.

Dema li Mekkeyê bû û gîrêdayîyên wî hindik jî bûn û digel zeîfê Mekkeyên bûn, îlana dûrketina muşrikan û îlahên wan eşkere dikir û wan zem dikir û li ser emrê Allah azze we celle ji wan re wiha digot:

قُلْ يَا أَيُّهَا الْكَافِرُونَ ﴿١﴾ لَا أَعْبُدُ مَا تَعْبُدُونَ ﴿٢﴾ وَلَا أَنتُمْ عَابِدُونَ مَا أَعْبُدُ ﴿٣﴾ وَلَا أَنَا عَابِدٌ مَّا عَبَدتُّمْ ﴿٤﴾ وَلَا أَنتُمْ عَابِدُونَ مَا أَعْبُدُ ﴿٥﴾ لَكُمْ دِينُكُمْ وَلِيَ دِينِ ﴿٦﴾

“Bibêje: ‘Gelî kafiran !’ Ez ji bo tiştên hûn jê re îbadetê dikin, îbadet nakim. Hûn jî, ji bo tiştê ez jê re îbadetê dikim, îbadet nakin. Min jî, ji bo tiştê hûn jê re îbadetê dikin, îbadet nekirîye. Hûn jî, ji bo tiştê ez jê re îbadet dikim, îbadetê nakin. Dînê we ji we re û dînê min ji min re ye.” [5]

Biryari û sebatkarîya xwe yê di vê rêyê de û berî bûna xwe yê li dijî vê menhecê de wiha dianî ser ziman:

قُلْ يَا أَيُّهَا النَّاسُ إِن كُنتُمْ فِي شَكٍّ مِّن دِينِي فَلاَ أَعْبُدُ الَّذِينَ تَعْبُدُونَ مِن دُونِ اللّهِ وَلَكِنْ أَعْبُدُ اللّهَ الَّذِي يَتَوَفَّاكُمْ وَأُمِرْتُ أَنْ أَكُونَ مِنَ الْمُؤْمِنِينَ

“Bibêje: Gelî însanan ! Eger hûn der heqê dînê min de gumandar bin (bizanibin ku) ew ên ku ji xeynî Allah hûn îbadetê wan dikin ez îbadetê wan nakim. Le belê ez ê îbadetê li wî Allah ê ku dê we bimirîne bikim. Li min hate fermankirin ku ez bibim ji misilmanan.’’ [6]

Allah azze we celle li Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam wîha xîtab dîke:

وَإِن كَذَّبُوكَ فَقُل لِّي عَمَلِي وَلَكُمْ عَمَلُكُمْ أَنتُمْ بَرِيئُونَ مِمَّا أَعْمَلُ وَأَنَاْ بَرِيءٌ مِّمَّا تَعْمَلُونَ

“Eger te biderewînin, bîbêje: Amelê min jî min re ye, amelê we jî ji we re ye. Hûn ji kar û kirinên min dûr in, ez jî ji kar û kîrînên we dûr im.’’ [7]

Allah azze ve celle bilêvkarena vê gotînê li mûmînan emîr dîke:

“… Allah, hem Rabbê me ye hem jî Rabbê we ye. Amelên me ji me re ye, amelên we jî ji we re ye…’’ [8]

… اللَّهُ رَبُّنَا وَرَبُّكُمْ لَنَا أَعْمَالُنَا وَلَكُمْ أَعْمَالُكُم …

Di hedîseke sehîh de ku Ebû Dawud û muhaddîsên din rîwayet kirine, Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam wiha gotîye:

“Berî razanê ‘Qul ya eyyuhel Kafîrûn… ‘(sûreya kafîrun) bixwîne. Lewre ew, ji şirkê dur dike.’’

Di kîtêba “Rîsaletu Esbab Necatu’s Suul Mîne’s Seyfî’l Meslul’’ de wîha tê gotîn (Bi kurtahî):

“Beguman La îlahe îllallah ku kelîmeya îxlasê ye, bî qeydên pir giran hatîye muqayyed kîrîn. Îmamê Muvahhîdan Îbrahîm aleyhisselam tenê bi gotina vê kelîmeyê têr nekirîye; hûb û hogirîya xwe jî, bi neyartîya kafiran û îlahên wan ên pûç re nîşan daye. Allah azze ve celle vê revşê bi van ayetan dide zanîn:

قَالَ أَفَرَأَيْتُم مَّا كُنتُمْ تَعْبُدُونَ ﴿٧٥﴾ أ َنتُمْ وَآبَاؤُكُمُ الْأَقْدَمُونَ ﴿٧٦﴾ فَإِنَّهُمْ عَدُوٌّ لِّي إِلَّا رَبَّ الْعَالَمِي

“(Îbrahîm) got: ‘Ma hûn dîbînîn ku hûn ji çî re îbadetê dîkîn?

Hûn û kalên xwe.

Ew tev dijminên min in, Rabbê alemê ne tê de (Ew dostê min e.)” [9]

Ha ev bixwe maneya Laîlaheîllallahê ye. Allah azze we celle wiha ferman dike:

وَإِذْ قَالَ إِبْرَاهِيمُ لِأَبِيهِ وَقَوْمِهِ إِنَّنِي بَرَاء مِّمَّا تَعْبُدُونَ

إِلَّا الَّذِي فَطَرَنِي فَإِنَّهُ سَيَهْدِينِ

“Demekî Îbrahîm ji bavê xwe û ji qewmê xwe re wiha gotibû: ‘Ez, ji wî tiştê ku hûn jê re îbadetê dikin dûr im (berî me).

Ez bi tenê ji ew ê ku ez xuliqandime re îbadetê dikim. Lewre wê ew min bigihîne hîdayetê.” [10]

Her wiha Îbrahîm aleyhîsselam ê imamê henîfan vê kelîmeyê ji peyrêw û tabîên xwe re mîras hiştîye. Weke vê, temamê Nebîyan aleyhîmusselam ji vê kelîmeyê ji hevdû re wek mîras dewir kirine. Dema Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam bi rîsaletê hate şandin Allah azze we celle, jê bi zimanê Îbrahîm bilêvkirina vê kelîmeyê ferman kir û sûreya Kafîrûnê ku, maneya vê kelîmeyê eşkere dike, nazil kir.

Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam vê kelimeya tewhîdê bi qîrîn îlan kir. Ji ber vê yekê tehdeyî li wan hate kirin lê ew û eshabîyên wî pir bi semax bûn.

Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam qethîyen ji muşrîkan re şalûzîtîyê nekirîye û em wî ji tiştekî wisan tenzih dikin. Bilakîs, Rasûlullah dilên mumînan qewî dikir. Wead û cennetên Allah azze ve celle bi bîra wan dixist. Weki wan muwahhidên dewrên borî ger sebat bikin bi mîsala vê gotinê mizgînî dida wan:

“Sebir bikin gelî malbata Yasir! Muheqqeq cihê ku hûn bigihîne cennet e.” [11]

Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam ji Hebbab re jî wiha digot:

“ji wan qewmên pêşîyên we zilamekî (mumîn) digirtin û dixistin kortalekî ku ji bo wî vedane û piştre birek li ser serê wi digerandin û bedena wî dikirin du şeq. Dîsa, bi şehên hesin goştê bedena wî ji hestîyên wî diveqetandin. Lê ew îşkenceyên hanê wan ji dînê wan nedîvegerand. Qesem bi Allah be, dê Allah vî karî temam bike. Hingî ew qas, dê mirovek ji bo pezê xwe ji xeynî tirsa gur, ji San’ayê hetanî Hedremewtê ji tirsa Allah pê ve wê bêtirs û tenê bi serê xwe rêwîtî bike. Lê belê hûn acele dikin.” [12]

Di heman demê de van gotinên ku Allah azze we celle lê emir kiribû ji Qureyşîyan re digot:

قُلْ إِنَّمَا أَنَا بَشَرٌ مِّثْلُكُمْ يُوحَى إِلَيَّ أَنَّمَا إِلَهُكُمْ إِلَهٌ وَاحِدٌ فَاسْتَقِيمُوا إِلَيْهِ وَاسْتَغْفِرُوهُ وَوَيْلٌ لِّلْمُشْرِكِينَ

“Bibêje: Ez jî wekî we beşerek im. Ji min re tê wehîykirin ku ez bibêjim îlahê we yek îlah e. Nexwe berê xwe rasterast bidin wî û jê mexfiretê bixwazin. Weyl li halê muşrîkan.” [13]

… ادْعُواْ شُرَكَاءكُمْ ثُمَّ كِيدُونِ فَلاَ تُنظِرُونِ ﴿١٩٥﴾ إِنَّ وَلِيِّيَ اللّهُ الَّذِي نَزَّلَ الْكِتَابَ وَهُوَ يَتَوَلَّى الصَّالِحِينَ ﴿١٩٦﴾ وَالَّذِينَ تَدْعُونَ مِن دُونِهِ لاَ يَسْتَطِيعُونَ نَصْرَكُمْ وَلآ أَنفُسَهُمْ يَنْصُرُونَ

“… Bibêje: ‘Gazî şirîkên xwe bikin. Paşê ji min re xefik (û dafikan) çêbikin û qet nehêlin ez çavê xwe vekim. Bêguman weliyê min Allah e, ew e ku Kitêb nazil kiriye û ew salihan welî dîgîre. Ew mabuden ku ji xeynî Allah hûn îbadetê wan dikin ne dikarin alîkarîya we bikin û ne jî dikarin alîkarî li xwe bikin.” [14]

Ev ayetên hanê bitemamî li Mekkeyê nazil bûne.

Belê. Ji ber ku da'weta Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam ev bû, zaliman yek rojek û yek carek jî ji wî razî nebûne. Ev da'wet li xweşê nefsa wan neçûbû û ji ber vê da'wetê dilê wan jî qet xweş nebibû. Bilakîs xezeba wan hê zêdetir fûrîya bû. Gelek caran ji bo pêşnîyarîya lihevkirinê xwestin pê re bazarîyê bikin. Lê ew, li hemberî wan zaliman bi şanazî çik sekinîye. Ji batilê wan û ji wê geremola ku ji bo wî kemîn diavêtin, pir nefret dikir. Ji bo hîdayeta wan di dilê wî de xwezîyeke pir qewî hebû. Heman demê de ji yek zerreyekî batilên wan re meyl û xweşbînî nîşan nedaye. Ji îhtîmala tevlihevbûn û yekbûnîya batil jî xwe mihafeza dikir. Pejirandina yek misqalek ji heyata wan a batil li alîyekî, herûdaîm ji wan re li ser emrê Allah azze we celle van peyvan gotiye:

“(Bibêje) Di nêz de hûn ê mexlûb bibin û hûnê bi komasî bi bal cehennemê ve bêne ajotin. Ew der çi wareke xerab e.” [15]

قُل لِّلَّذِينَ كَفَرُواْ سَتُغْلَبُونَ وَتُحْشَرُونَ إِلَى جَهَنَّمَ وَبِئْسَ الْمِهَادُ

Şex Abdurrahman b. Hasen rahîmehullah piştî neqla çend hedîseyên der heqê qîrîna heqqê û semaxa eshabîyan de wiha dibêje:

“Rewşa eshabîyên Rasûlullah ev bû. Giraniya tehdehîyên ji muşrîkan didîtin wana qet ji rêyên wan paş nedixist. Di navbera wan û qaşo da'wetvanên îroyîn ku di nava fitneyan de digevizin, pir ferq hene. Qaşo da'wetvanên îro bi bal batil ve dihêwirin. Bi çalaki (wek aktif) beşdarî batil dibin. Ji bo batil sidê radihêlin (yanê mekuk radihêlin). Ji neyarên vê dînê re bi kubarî û bi nazikahî tevdigerin. Xwe dispêrin wan û ewlehîya xwe didin wan. Wan ta’zîm û medîh dikin. Bi vê rewşa xwe ev kesên hanê dişibin wan ê ku Allah di Qur’anê de wan zem kiriye:

 وَلَوْ دُخِلَتْ عَلَيْهِم مِّنْ أَقْطَارِهَا ثُمَّ سُئِلُوا الْفِتْنَةَ لَآتَوْهَا وَمَا تَلَبَّثُوا بِهَا إِلَّا يَسِيرًا

'Eger ji hemû alîyên bajêr ve biavêtana ser wan û piştre ji wan fitne bihata xwestin bêguman dê nêzîkê vê bibûna û demeke pir hindik mustesna dê teredûd nekirana.' [16]

Hêvîya me ji Rabbê alemê ev e ku li ser rêya îslamê sebatê bide me. Em ji fitneyê eşkere û xafî ku însanan dixurifînin xwe dispêrin wî. Ev mijar jî eşkere ye ku Rasûlullah û eshabîyên wî ji muşrîkan bi qethî neveqetîyana û ji wan berî nebûna û aczîyeta pût û pelatên wan apaşkere nexistibûna holê, dê ew jî merûzê tehdehiyên wan nebûna…” [17]

Hemd b. Atîk rahîmehullah der barê sûreya kafîrûn de wiha dibêje:

“Her wiha Allah fermana vê gotinê li Nebî kir: 'Ez ji dinê we (yanê ji terzê heyata we) dûr im. Hûn jî ji dînê min (ji awayê jiyana min) dûr in.' Meqseda vê daxuyanîya li wan ev bû ku kufra wan bi eşkerehî li wan bê ragihandin û îlana berî bûna ji wan û ji dînê wan pêk bê.

Ew kesên ku tabiê Rasûlullah bûne divê vîya bibêjin. Dê enceq bi vê awayê bikaribin dînê xwe bi zelalî bêxin meydanê. Eshabîyan her çiqas bi vê awayê eşkerehî hereket dikirin, muşrîkan jî ezîyetên li wan hê zêdetir dikirin û didomandîn. Hetanî Rasûlullah emrê hicreta Habeşistanê da eshabîyên xwe. Li hemberî muşrikan ruhseta bêdengîtîyê û sukûtê neda eshabîyan. Nexwe dikaribû ruhsetekî wusa bide û wan misilmanan neşandibana welatê dûr û xerîp” [18]

Hin kesên ku Milletê Îbrahîm fêm nekirine miremirê dikin û dibêjin di şerîeta me de rewacdarîya Milletê Îbrahîm nesh bûye û bi vê awayê hin gumanan/şûbheyan didin pêş. Ji bo vê îdîayên xwe jî vê mîsalê wek delîl didin peş “Di destpêka rîsaletê de Kabe û hawirdorê wê bi gelek putan dorpêçkirî bû. Ew dewra ku misilman li Mekkeyê zeîf bûn û Îslam hê nû zîl dibû de Rasûlullah têkili putan nebû û wan putan ne şikand.”

Heta ku min ev gotinên ha ji şêyxekî wan seh kir. Ew şêx ku, kitêbên nivisandiye têrî dagirtina pirtûkxaneyekî çarşîyê dike. Di qeydeki xwe yê bandê de wiha digot:

“Mirovê yekemîn a ku ji Milletê Îbrahîm rû vegerandiye Rasûlullah bixwe ye (!) Lewre li Mekkeyê di nava putan de sêzdeh sal mucadele kiriye û têkilî wan nebûye û wan putan neşikandiye.”

Em ji wî û ji yên wekî wî re vê dibêjin: Astenga di navbera we û fêmkirina Milletê Îbrahîm de zen kirina we yê ku hûn Milletê Îbrahîm sirf ji şikestina pûtên ji keviran pêk dizanin. Lê bizanibin ku ev fêmkorîya we bixwe ye. Îbrahim aleyhîsselam temamê pûtan şikandibû û bivirê xwe jî xistibû stûyê pûtê herî mezin. Da ku qewmê wî werîn û serî lê bidin. Bi vê awayê dê aqîdeya wan a batil derketibana holê. Li gori qeneeta we qesta me yê Milletê Îbrahim pêkhatîye. Ji ber kêm zanina we yê derbarê wê helwesta Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam ku li hemberê pûtên qewmê xwe pêk anîbû, ev jî pê ve bê kirin, di vê rewşê de li gori fêmkorîya we Milletê Îbrahîm ji bo me hemûyan betal dibe! Li gorî van îdîa û gotinên bêbinî û teretûretî; teşwîqa tabîbûna Milletê Îbrahîm ku di ayetan de dibore û îqazên der barê rûvegerandina wê de û daweta Îbrahîm û yên ku îman pê anîne û teferueta helwestên Nebîyan aleyhîmûsselam li dijî qewmên wan a di Kitêba Allah azze ve celle de tu hikmet nahewîne û bê feyde û vala ye! Ha ev, bêbextiyeke herî mezin e! Ya Rabbî, em te ji van tiştan tenzîh dikin.

Allah azze ve celle ji kar û amelên abes û valahîyan munezzeh e. Ji bêkêrbûna ew tiştên ku di kitêba xwe de zikir kiriye jî munezzeh e. Bi rastî ev demegojîyên hanê ne reddîyeyên samîmî ne ku hewcetî ji cewabên dirêj û bi tefsilet re hebe. Ev rewşa wan hebe hebe nakokîyên/tenakuzên di hişê wan de ye ku ji fêmkirina wan re dibe manîa û astengî.

Tu bi vê serwext bûyî ku di kîtêba xwe de bi taybetî ez daxuyanîya Milletê Îbrahîm û naveroka wî tînim ser ziman. Her wîha tu yê Milletê Îbrahîm û armanca ku dê pê bê pêkanîn û hewandina wî ya bi red û îsbatên kelîmeya tewhîdê, yanê La îlahe îllallah (ku ew jî dûr bûna ji şîrk û muşrîkan û dijminîya li wan û xweserîya îbadeta ji Allah azze we celle re û dost girtina dostên wî) bizanîbe.

Ha ev esil û esasên vê dînê ye. Ev şerîetekî muhkem e. Wisan ku, alim û cahilên li ser rûyê erdê hemû li hevdû bicivin jî bi delîlan dê nikaribin wîya red bikin. Quweta wan tu car nagihêje tîştekî wisan. Allah azze we celle berîya ku rewşa wan kesên tabiê Milletê Îbrahîm in zikir bike wiha ferman dike:

… قَدْ كَانَتْ لَكُمْ أُسْوَةٌ حَسَنَةٌ فِي إِبْرَاهِيمَ وَالَّذِينَ مَعَه

“Bi rastî ji we re di îbrahîm û yên bi wî re de mîsalek xweşik heye…” [19]

Dawîya Beşa (7.) Heftemîn (Dê Berdewam bibe, înşaallah)

 

 

[1]        .     Ji Tefsîra Fi Zîlali’l Quran bi kurtahî

 

[2]        .     7/A’raf, 24

 

[3]        .     6/En’am, 112

 

[4]        .     25/Furqan, 31

 

[5]        .     109/Kafîrûn, 1-6

 

[6]        .     10/Yunus, 104

 

[7]        .     10/Yunus, 41

 

[8]        .     42/Şûra, 15

 

[9]        .     26/Şuara, 75-77

 

[10]       .     43/Zuxruf, 26-27

 

[11]       .     Vê hedîsê Hakîm û yên din rîwayet kirine

 

[12]       .     Buxarî û yên din rîwayet kirine

 

[13]       .     41/Fussîlet, 6

 

[14]       .     7/A’raf, 195-197

 

[15]       .     Alî îmran : 12

 

[16]       .     33/Ahzab, 14

 

[17]       .     Ed Dureru’s Seniyye, Qisima Cîhadê , 124

 

[18]       .     Sebilu’n Necat we’l Fikek

 

[19]       .     60/Mumtehîne, 4

 

Bu Sayfayı Paylaş :