Loader
Küfrün Karanlıklarından, Vahyin Aydınlığına...

Lı Dıjî Tınazkarî û Êrîşkarîya Muşrîkan Mılletê Îbrahîm Osman SADIKOĞLU

2018-10-16

…لَقَدْ كَانَ لَكُمْ فِيهِمْ أُسْوَةٌ حَسَنَةٌ لِمَن كَانَ يَرْجُو اللَّهَ وَالْيَوْمَ الْآخِرَ

"Sond be di wan (Îbrahîm û yên pê re) de, ji bo ew ên ku Allah û roja axîretê hêvî dikin re mîsalek xweşik heye…" [1]

Allah azze we celle piştre wiha ferman dike:

وَمَن يَتَوَلَّ فَإِنَّ اللَّهَ هُوَ الْغَنِيُّ الْحَمِيد…

"…Edî kî rû vegerîne bêguman Allah Xenî û Hemîd e." [2]

Ha ev eslê Milletê Îbrahîm e. Însanên ku em wan gazî vê dikin, mixabin pirên wan ji Milletê Îbrahim re sersar mane. Ev rêya Allah e azze ve celle ku dê serfirazî pê mûyesser bike û dînê xwe qewî bike û şirk û ehlê şirkê parçeparçe bike. Îdîa kirina dûr bûna Resûlullah aleyhîssalatuwesselam ji Mîlletê Îbrahîm, tê vê maneyê:

"Nebi sêzdeh salan di nava wan pût û pûtperestan de mabû lê qet xwe ji wan ne parastibû û înkarkirina wan eşkere nekiribû û dijmanahîya xwe jî dernexistibû holê."

Divê ji xwedîyê vê îdîayê re ev bê gotin:

"Tu dixwazî xwe ji filleyan an ji cîhûyan an ji mecûsîyan an jî ji kîjan dinê dihesibînî bihesibîne lê xwe qet jî dînê îslamê, ji dînê Muhammed aleyhissalâtuwesselam nehesibîne.

Weke kalê xwe Îbrahîm aleyhisselam, pût şikandina Resûlullah aleyhissalâtuwesselam bi hedîsa Resûlullah xuya û sabit e. Ji xefleta kafirên Qureyşîyan îstîfade kiribû û wê amelê pêk anîbû. Qesta min ne pîşti dewra fetha Mekkeyê ye. Bîlakis wî vê amelê dema zeîfbûna misilmanan û li Mekkeyê kiribû. Îmam Ahmed û Ebu Ya'la û Bezzar bi îsnadekî hesen jî Ali b. Ebî Talıb radîyallahuanh wiha rîwayet dikin:

"Ez û Resûlullah hatin Ka'beyê. Resûlullah ji min re got: 'Rûne(yanê çok bide erdê)' û pîştre derket ser milê min. Min li ber xwe da ku ez rabîm lê quweta min têr nekir. Resûlullah rûnişt û ji min re got 'derkeve ser milê min'. Ez derketim ser milê wî. Bi rakirina wî ez pir bilind bûm û min zen kir ku aniha ez ê bigihîjim ufqa asîmana. Her wiha ez derketîm ser banê Ka'beyê. Li ser Ka'beyê heykelekî ji baqır hebû. Min ew heykel bi pêş û paş ve hejand. Di dawî de ji cihê xwe derket. Piştre, Resûlullah got 'wê biavêje xwarê/jêrê'. Min jî wî avête jêr. Dema terabû dengeke wekî cam a şîkestî jê derket û ji hevdû belav bû. Piştre ez jî daketim. Ji bo ku kes me nebîne ez û Resûlullah di navbera xanîyan de heta em ji ber çavan winda bibin, dûr bûn."

Heysemî, di kitêba xwe yê "Mecmau'u Zewaîd" de ji bo vê mijarê qisimekî bi navê "Resûlullah û şîkandîna wî yê pûtan" vekiriye. Di rîwayetekî din de îlaweyekî wîha derbas dibe:

"Piştî vê hediseyê êdî put nedanîn ser banê Ka'beyê"

Ji ber vê yekê , em ji gotina vê yekê qet xwe nadin paş ku pêkanîna vê amelê bi qasî quweta me ji me jî tê xwestin. Ev pût dibe ku li deverekî de an di dewrekî de bi şeklên curbicur, weki heykel an qebir an taxût an sîstem an jî wekî hin tiştên din derkevin meydanê. Qesta min li vê derê cîhad e. Ew buxz û neyartîya hewceyî derxistina hole û di dagerîna pratîkê de mertebaya herî mezîn îbadeta cîhedê ye.

Ger bê fikirîn ku Nebî aleyhisselam di dewra zeîfbûnê de li Mekkeyê pûtan neşikandiye lê ev jî heqiqetekî li ber çava ye ku Resûlullah aleyhîssalatuwesselam pir zêde bi qewîtî tabîê Milletê Îbrahîm bibû û hemû hêza xwe ve pê girtibû. Qethîyen ji kafiran re şalûzîtî nekiribû li hemberî batilên wan û îlahên wan ên pûç de bêdeng nemabû. Sazdeh sal kar û xema wî ji qewmê xwe re ragihandina vê dustûrê bû:

…أَنِ اعْبُدُواْ اللّهَ وَاجْتَنِبُواْ الطَّاغُوت…

"… Bitenê jî Allah re ebdîtîyê bikin û xwe ji taxût biparêzin…" [3]

Sêzdeh sal mayîna wî yê di nava qewmê xwe de weki qelek cahilên di esra me de xwe wek da'wetvan binav dikin û îdîa dikin; nayê vê maneyê ku qewmê xwe bilind kiriye an jî hûrmeta wan girtîye. Lê ew kesên ku van îdîayan didin pêş hurmet û gîrêdayîyên xwe ji qanûnên kufrê, yanê jî taxutên vê esre kêm nakin.

Resûlullah aleyhîssalatuwesselam di wê dewra astengî de digel zeifbûna xwe bereata xwe ji qewmê xwe yê muşrik û ji amelên wan ên şirkê îlan dikir. Îlahên qewmê xwe yê muşrîk înkar dikir û vê jî bi eşkerehî dixist meydanê. Ger bi baldarî li ayetên Mekkî bê nêrîn dê li ser vê meseleyê pir îzahat bên dîtin. Ev ayet jî ji wan e:

وَإِذَا رَآكَ الَّذِينَ كَفَرُوا إِن يَتَّخِذُونَكَ إِلَّا هُزُوًا أَهَذَا الَّذِي يَذْكُرُ آلِهَتَكُمْ وَهُم بِذِكْرِ الرَّحْمَنِ هُمْ كَافِرُونَ

"Ew ên kafir dema te dibînin tinazê xwe bi te dikin û dibêjin : Ew ê ku bi neqencî behsa îlahên we dike ev e ? Ew kafir en ku kitêba Rahman înkar dikin a ev in." [4]

Îbn-i Kesir rahîmehullah der barê vê ayetê de wiha dibêje: "Yanê; ew ê ku zimanê xwe dirêjî îlahên we dike û aqlê we biçûk dibîne ev e?"

Ew rîwayetên ku Îman Ahmed û yên din bi îsnadekî sehîh qeyd kirine der barê rewş û awayê tevgerîna Resûlullah aleyhîssalatuwesselam li Mekkeyê û di dewra zeîfîyê de malûmatên muhîm dihundirine. Van malumatan bi dîqat tehqîqa bikin û baş bifikirin. Binêrin ji ber ku îlahên wan zem dikir, ew muşrîk Resûlullah çawa diwesfînin.

Rojekî wî tenê bi serê xwe di cihekî de asê dikin û dor lê dipêçin. Jê dipirsin: "Ew ê ku der heqê îlahên me û bav û kalên me de wiha wiha diaxive tu yî ?"

Resûlullah aleyhîssalatuwesselam di nava wan muşrîkên har ku wî dorpêç kirine de, ji wan netirsîya, xwe bi wan xweş nekir, şalûzîtî li wan nekir û xwe ji eşkerekirina rastîya xwe qet neda paş. Bi îzzet û bi bîryarî vê bersivê da wan: "Herê , ew ez îm!.."

Abdullahê kurê Îmam Ahmed b. Hanbel rahîmehullah diyar dike ku bavê wi jê re wiha gotîye:

"Yaqub ji bavê xwe, wî jî ji Îbn Îshak neqil kiriye: "Yahyayê kurê Urwe b. Zubeyr ji bavê xwe, wi jî ji Abdullahê kurê Amr b. As wiha neqil kiriye : "Min jê re got li dijî Resûlullah, di neyartîya Qureyşîyan de ê ku te jî dîtîye herî dijwar kîjan bû ?" wîha cewab da : "Ez di nava wan de bûm. Rojekî giregirê Qureyşîyan li Hîcr'ê civîyabûn. Der heqê Resûlullah de diaxivîn. Di navbera xwe de wiha digotin: "Heta berî vêga kesekî bi vê awayê ku me lê tehemûl kiribe tune. Der barê dînê me û bav û kalên me de bineqencî diaxive. Dînê me xerap nîşan dide. Civaka me parî kir û îlahên me jî zem dike. Ya rastî em li hemberî wî pir bi semax tevdigerin." Û tiştên weke vê digotin. Ew hêj li ser axaftina xwe bûn Resûlullah aleyhîssalatuwesselam derket û nêzîkî koma wan (muşrîkan) bû. Pîştre dest bi tewafa Ka'beyê kir. Dema ku di nêzî civata muşrîkan de derbas bû, bi hin gotinên wî tinaz kirin û dev avetine wî. Min vîya ji rewş û nexşên rûyê wî fêm dikir. Paşê derbas bû û çû. Tewafa xwe dewam dikir. Cara diduya di ber wan de borî. Dîsa berizînê û dev avêtinê. Min vê jî, ji nexşên rûyê wî fêm kir. Wê carê jî derbas bû û çû. Cara sisêya di ber wan de derbas bû. Wekî carên berê berizînê û dev avêtinê. Resûlullah vê carê sekinî û jî wan giregirên muşrîka re wiha got:

"Guh bidin, gelî Qureyşîyan! Qesem bibe bi wî Allah ê ku nefsa Muhammed di destê wî de ye muheqqeq ez bi (emrê) serjêkîrina we hatime şandin."

Ev gotinên hanê, wan giregirên li wê derê pir şehitand (hejand). Wekî ku di serê her yekî ji wan de çivîkek hebû wiha serê xwe tewandin, dane berxwe. Yên ku bi harîtî di eleyhê wî de mijul dibûn, bi gotinên xweş dixwestin ku Resûlullah aleyhîssalatuwesselam teskîn bikin: "Ya Ebu'l Qasim, ji kerema xwe bibore. Wallahî tu ne mirovekî cahil î. Bi ser rêya xwe yê rast ve here". Li ser vê yekê Resûlullah wan di hale xwe de hişt û ji wê derê dûr bû. Dotira rojê muşrîk li Hicr'ê dîsa civîyan. Ez jî bi wan re bûm. Hin ji wan jî yên din re wisan digotin:"Tiştê ku (duh) hûn mijûl dibûn û paşê tiştê ku wî ji we re got tê bîra we. Wî bi awayekî ku qet li xweşê we neçe bersiv da we. We jî dev jê berda! Ew hê li ser vê mijarê bûn, Resûlullah derket, hat. Di yek lehzeyekî de dor lê girtin û xwe avêtine ser wî. Jê re wiha digotin: "Nexwe êw ê ku (der barê îlah û bav û kalên me de) wiha dibêjê tu yî ha!" Resûlullah ji wan re vê digot: "Herê! Ê ku wana dibêje ez im!" Hetanî yek ji wan bi pêsîra wî girt. Di wê lehzeyê de Ebu Bekr radîyallahuanh xûya bû. Ji alîkî ve digirîya û ji alîyê din de wiha diqîrand : "Ji bo ku dibêje Rabbê min Allah e hûne mirovekî bikujin?" Li ser vê gotinê, wî berdan.

Li dijî Resûlullah di tevgerîna neyartîya Qureyşîyan de a ku min dîtîye ya herî dijwar ev bû."[5]

Di hedîsekî din ku ew jî di Musneda Îmam Ahmed de ye, wiha derbas dibe:

"Resûlullah li Ka'beyê nimêj dikir. Di wê gavê de Uqbe b. Muayt hate wê derê. Ji milê Resûlullah girt û cilen wî li stûyê wî lefand. Paşê bi quwet jidand û xwest ku wî bifetisîne. Di wê lehzeyê de Ebu Bekir gihîşte wî û ji milê Uqbe girt. Wî dehf da û ji Resûlullah dûr kir. Pîştre wiha got: "Hûnê zilamekî ji ber ku dibêje "Rabbê min Allah e" bikûjin ? Bi ser de wî, ji Rabbê we hin beyanatan anîye !"

Rewşa Resûlullah aleyhîssalatuwesselam çawan ku di Buxarî de dibore melaîket wî bi navê "Ew ê ku navbera însanan diveqetîne" diwesfînin, bifikire.

Rewşa di navbera wî û wan kafirên dewra wî de derbas bûye bifikire. Helwesta wî yê zelal û eşkere li hemberî kafiran bifikre. Cudahîyen rêyan û vegetana sefan jî bifikire. Digel vê yekê helwesta wan da'wetvan û ehlê dîn, ku meyla wan bi hêla batil ve yê bifikire. Da'watvanên îroyîn zehfê wan li hemberî ehlê batil şalûzîtîyê dikin û nermnermokî tevdigerin û hetanî jî wan re dibin piştgir û alîkar. Hingî ew qas, êdî mesele ne neyartî û veqetandina sefan e, mesele bûye pîştgirî û alîkarî û ji bo silametîya welat û millet mil dayîna hevdû (!) ye. Li ser singê wan rûdinin û şîrê wan dimijin! La hawle we La quwwete illa billahi'l aliyyû'l azîm.

Abdurrahman b. Hesen rahîmehullah der barê wan kesan de ku rewşa wan ev e, wiha dibêje:

"Ketin nav mucadeleyên/têkoşînên ku wan bi bal gunehan ve diherikîne. Dilên wan li zaliman û li dijminên wan germ bû. Gelek ji wan ji dil û bi xwesteka xwe nêzîkî wan bûn.

Xwezîya xwe bi mal û metaên wan ên dinyewî anîn. Di encamê de ji têkoşinê û ji cihadê dûr ketin. Ew qelbê ku li pey hewayên curbecur ketiye dê çawa bi îman tije bibe?

Rewşa kesên wusa çiqas dişibe rewşa wan kesên ku Îbnu'l Qayyim rahîmehullah mîsala wan dide û ev kes ji vê qewla Allah azze ve celle zêde para xwe distînin:

لاَ تَحْسَبَنَّ الَّذِينَ يَفْرَحُونَ بِمَا أَتَواْ وَّيُحِبُّونَ أَن يُحْمَدُواْ بِمَا لَمْ يَفْعَلُواْ فَلاَ تَحْسَبَنَّهُمْ بِمَفَازَةٍ مِّنَ الْعَذَابِ وَلَهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ

"Ew ên bi tiştên ku kirine kêfxweş dibin û dixwazin bi tiştên ku nekirine jî pesnê wan bê dayîn hene; tu zen neke ku ew ji ezab xelas bûne. Ji wan re ezabekî biêş û jan heye." [6]

Bi wan tiştên wek bîd'et û rêşaşî tînin û derdixin holê, bi wan kêfxweş dibin. Bi pesindana girêdayîbûna xwe yê sunnetê (!) û bi îxlasbûna xwe jî kêfxweş dibin. Ev hal herî zêde di nav wan kesên ku rêşaş in lê xwe nisbetê îlm û îbadetê dikin de xuya dibe.

Meseleyekî din jî, ku ji hêla hin kesan ve wekî muşkîlatekî giran tê xuyakirin ev e. Zem kirina îlahên muşrîka ku Resûlullah aleyhîssalatuwesselam wan zem dike, ji hêla din ayeta Quranê beyan dike ku Allah azze ve celle wiha ferman kiriye:

… وَلاَ تَسُبُّواْ الَّذِينَ يَدْعُونَ مِن دُونِ اللّهِ فَيَسُبُّواْ اللّهَ عَدْوًا بِغَيْرِ عِلْمٍ

"Hun çêrên mabudên wan nekin piştre dê ew ê jî ji hedê xwe derkevin û ji Allah re çêra bikin…" [7]

Li gorî wan kesan nakokî/tenakuz di navbeyna helwesta Resûlullah aleyhîssalatuwesselam û ayeta Quranê de heye!

Bi alîkarîya Allah azze we celle em jî wiha dibêjin: Ew Milletê Îbrahîm ku hetanî niha me bi terferuet îzah kiriye, zem kirin û kêm xistina wî yê îlahên muşrika û daxuyakirina bêrûmetîya wan û wekî ku hinek bi şaşîtî fêmdikin nayê maneya çêrkirina/sebkirina wan pût û pelatan. Meqseda li vê derê ne çêra/seba mucerred e, bîlakîs meqseda esil ev e ku ji însanan re beyana tewhîdê bê pêkanîn e. Em ê vê mijarê di du madeyî de îzah bikin:

A yekemîn: Daxuyanîya pûçîtî û înkar kirina wan îlahên ku îbadet kirina wan tenê li ser zennê ye. Allah azze ve celle wiha ferman dike:

إِنَّ الَّذِينَ تَدْعُونَ مِن دُونِ اللّهِ عِبَادٌ أَمْثَالُكُمْ فَادْعُوهُمْ فَلْيَسْتَجِيبُوا لَكُمْ إِن كُنتُمْ صَادِقِينَ، أَلَهُمْ أَرْجُلٌ يَمْشُونَ بِهَا أَمْ لَهُمْ أَيْدٍ يَبْطِشُونَ بِهَا أَمْ لَهُمْ أَعْيُنٌ يُبْصِرُونَ بِهَا أَمْ لَهُمْ آذَانٌ يَسْمَعُونَ بِهَا قُلِ ادْعُواْ شُرَكَاءكُمْ ثُمَّ كِيدُونِ فَلاَ تُنظِرُونِ، إِنَّ وَلِيِّيَ اللّهُ الَّذِي نَزَّلَ الْكِتَابَ وَهُوَ يَتَوَلَّى الصَّالِحِينَ، وَالَّذِينَ تَدْعُونَ مِن دُونِهِ لاَ يَسْتَطِيعُونَ نَصْرَكُمْ وَلآ أَنفُسَهُمْ يَنْصُرُونَ.

"(Gelî kafiran) ! Ew tiştê ku hûn ji xeynî Allah, ji wan re îbadet dikin jî , wekî we evd in. Eger hûn di gotina xwe de rast in, ka gazi wan bikin bila îcabetî we bikin.

Qey pîyê wan ên pê dimeşin yan jî destên wan ên pê digirin, ya jî çavên wan ên pê dibînin, yan jî guhên wan ên pê dibîhîzin hene? Bibêje: "Gazî şirîkên xwe bikin. Paşê ji min re xefik û dafikan çêbikin û qet nehêlin ez çavê xwe vebikim.

Bêşik dostê min, ew Allah e ku kitêb nazil kiriye. Ew ji mirovên salih re xwedîtîyê dike.

Ew ên hûn ji xeynî Allah ji wan re îbadet dikin jî ne dikarin alîkarîya we bikin û ne jî dikarin alîkarîya xwe bikin." [8]

Allah azze we celle bi me dide zanîn ku îbrahîm aleyhisselam wiha gotiye:

إِذْ قَالَ لِأَبِيهِ يَا أَبَتِ لِمَ تَعْبُدُ مَا لَا يَسْمَعُ وَلَا يُبْصِرُ وَلَا يُغْنِي عَنكَ شَيْئًا

"(Îbrahîm) demekî jî bavê xwe re got: Bavo! Ma çîma tu îbadetê li tiştekî wisan dikî ku ew seh nake, nabîne û qet nikare tu feydeyê jî bide te." [9]

Allah azze we celle di sûreya Necm de wiha ferman kiriye:

أَفَرَأَيْتُمُ اللَّاتَ وَالْعُزَّى، وَمَنَاةَ الثَّالِثَةَ الْأُخْرَى، أَلَكُمُ الذَّكَرُ وَلَهُ الْأُنثَى، تِلْكَ إِذًا قِسْمَةٌ ضِيزَى، إِنْ هِيَ إِلَّا أَسْمَاء سَمَّيْتُمُوهَا أَنتُمْ وَآبَاؤُكُم مَّا أَنزَلَ اللَّهُ بِهَا مِن سُلْطَانٍ إِن يَتَّبِعُونَ إِلَّا الظَّنَّ وَمَا تَهْوَى الْأَنفُسُ وَلَقَدْ جَاءهُم مِّن رَّبِّهِمُ الْهُدَى.

"Ma we Lat û Ûzza dîtine? Û (pût) ê sisêyan? Ma kur ên we, keç jî ên Allah in? Eger wiha be, ev parvekirineke ne li rê ye. Ew hinek nav in ku bi tenê bav û kalên we li wan kirine. Allah ji bo wan, ji we re qet delîl neşandine. Ew bi tenê didin pey zen û hewa û hewesa nefsên xwe. Lê ji wan re ji Rabbê wan rêberek hatiye." [10]

Ew ayetên der barê mabuden ji xeynî Allah azze we celle ku îbadet li wan tê kirin jî weke van ayetan e. Dîsa ew ayetên der barê taxût û yên ku îbadet li wan dikin wek şewatê cehenneme diwesifîne jî di vê çarçovê de ne.

A Duyemîn: Bi amelên neyartî û buxz û dûr bûna wan û înkarkirina wan ê bi eşkerehî pêk anîna tewhîdê jî weke vê ye. Allah azze we celle di Quranê de bi me dide zanin ku Îbrahîm aleyhisselam wiha gotîye:

قَالَ أَفَرَأَيْتُم مَّا كُنتُمْ تَعْبُدُونَ، أنَتُمْ وَآبَاؤُكُمُ الْأَقْدَمُونَ، فَإِنَّهُمْ عَدُوٌّ لِّي إِلَّا رَبَّ الْعَالَمِي.

"(Îbrahîm) got: Ma hûn dibînin ku hûn ji çi re îbadetê dikin? Hûn û kalên xwe. Ew tev dijminên min in Rabbê alemê ne tê de (Ew dostê min e)." [11]

قَالَ يَا قَوْمِ إِنِّي بَرِيءٌ مِّمَّا تُشْرِكُونَ…

"…Gelî qewmê min ! Ez ji wan tiştên ku hûn pê (ji Allah re) şirîkatîyê dikin dûr im." [12]

Ji xeynî van, sûreya Kafirûn û hin ji wan ayetên ku me berê de teqdîm kirin ew jî weke vê ne.

Her wiha ev tiştên ku me anî ser ziman yek ji wan jî nakeve şîmûla vê ayete:

… وَلاَ تَسُبُّواْ الَّذِينَ يَدْعُونَ مِن دُونِ اللّهِ فَيَسُبُّواْ اللّهَ عَدْوًا بِغَيْرِ عِلْمٍ

"Hûn çêrên mabudên wan nekin piştre dê ew jî ji hedê xwe derkevin û ji Allah re çêra bikin…" [13]

Çawa ku ji gotinên me yê hetanî vê gavê hatiyê fêmkirin hewcetî ye û mecburîye ku halên batilê û ehlê batil ger bi eşkerehî li ber çavan bê raxistin da ku însan bi wan bizaninibin.

Seb û çêrên li sîstema wan, li hikûmeta wan, li terzê jiyana wan ji xeynî provokasyonê pê de tiştek bi dest naxe. Ger tevgerînekî wusa bê hisab bê kirin dê ew kafir jî bi dijminî û bi cahiltî seba Allah azze we celle bikin.

Dawîya Beşa (8.) Heştemîn (Dê berdewam bibe, înşaallah)

 

[1]       .   60/Mumtehîne, 6

[2]       .   60/Mumtehîne, 6

[3]       .   16/Nehl, 36

[4]       .   21/Enbîya, 36

[5]       .   Musned, 2/204 (Ahmed Şakır diyarkiriye ku isnada vê riwayetê sehîh e).

[6]       .   3/Al-î îmran , 188

[7]       .   6/En'am, 108

[8]       .   7/A'raf, 194-197

[9]       .   19/Meryem, 42

[10]      .   53/Necm, 19-23

[11]      .   26/Şuara, 75-77

[12]      .   6/En'am, 78

[13]      .   6/En'am, 108

Bu Sayfayı Paylaş :