Loader
Küfrün Karanlıklarından, Vahyin Aydınlığına...

Li Dijî Xapînokên Taxutan De Helwestên Milletê Îbrahîm

Osman SADIKOĞLU 2019-03-15

Heke ku van ayetan aqil bikirana dê ne di vê rewşa hezîn û dilsotîner de bibûna. Lewre ev komûnîst an yên din neyartîya wan li îslamê û li misilmanan eşkere be jî û dîsa dijminahîya wan û berî bûna wan û red kirina batilên wan tiştekî ku ji me tê daxwazkirin be jî, pêşkîkirina mucadeleya herî mûhîm û taloq kirina a di merhaleya dûyemîn de jî, ji tetbîqetên Rasûlullah in aleyhîssalatuwesselam. Weke vê destpêka mûcadeleyê ji yên nêzîk û piştre berpê bûna yên din jî, ji sûnneta Rasûlullah in Tu kesê xwedîyê aqlê selîm îtîrazê li vê heqîqetê nake. Lewre taloke û fitneyên dijminên nêz de, ji taloke û fitneya dijminên li dûr herî dîjwartir e. Ji bo vê ye ku mûcadeleya bi nefs û şeytan re bi giştî, ji mûcadeleya bi dijminan re pêştir e. Rasûlullah destpêka cîhadê bi cihû (bi yahûdî) û bi rûman (bi filleyan) û bi farisan (bi mecûsîyan) re kiriye. Bi vê awayê dijminên nêz îhmal nekiriye.

Gelek taxûtan ji vê kemînê feyde girtine û hê jî feyde digirin. Ew taxût, bi aliman re pir tinazan dikin û wan di xizmetên xwe de îstîhdam dikin. Ji bo astengîya da'weta zilamên da'wê, danasîna cemaetên îslâmî bi xerabî û dûr kirina însanan ji cemaeta misilmanan û pêk anîna tawîz dayîna di menheca Nebewî de, ha ev cahilên ku xwe wek alim dihesibînin tên bikaranîn. Ji bo herketên îslâmî têxin bin kontrola xwe ji wvn aliman fitûyan distînin û dikin ku di eleyhê misilmanan de hikûm bidin.

Hetanî taxût gelek caran bi armanca mihandina cemaet û da'wetvanên tewhîdê û tûnekirina da'weta ehlê tewhîdê, bi bahaneya "Evana xaricî ne û baxîyên ku terka dînê xwe kirine û fitne li ser rûyê erdê derdixînin" fitûyan ji cahilên bi navê alim sitendine.

أَلا إِنَّهُمْ هُمُ الْمُفْسِدُونَ وَلَكِن لاَّ يَشْعُرُون

"Hişyar bin! Bi rastî ên mûfsîd her ew bixwe ne, lê ew vê fêm nakin." 1

Ew bi vê rewşê dizanin û bi vê heqîqetê jî serwext in. digel vê li tevgerîna xwe yê bi vê awayê berdewam dikin. Me ji wan alimên ku îro di nav zilletê de digevizin pir dîtine.

Ji rêyên ku taxût serî lê dixin em dikarin vîya jî rêz bikin. Taxût, ji bo ku da'wetvanên muwahhîd ji rê derêxin meqam û mewqî û rûtbeyan pêşnîyarê (teklîfê) wan dikin û didn wan. Di nav van teklif û îhsanan de hin berbijar(îmtîyaz) û qesr û meqam û sifet û îmkanat hwd. Bi rêz dibe. Van tiştan ji bo dengê wan bibirin û wan di bin xizmeta xwe de amade bigirin dikin. Her wiha ew bîwêja "memika ku tu jê şîr dimijî gez neke" li ser wan carî dibe. Heta ku ev da'wetvan û alimên nezan der heqê taxûtan û rêveberîya wan de têkevin fitneyê ev rewş wiha didome. Êdî wisan dibe ku bi fitûyên cudahî batilên van taxûtan tesdîq dikin û fezîletên (!) wan bi rêz dikin û van jî wekî tesbîhatê bi şev û bi roj tekrar/dubare dikin.

Îbnu'l Cewzî rahîmehullah wiha dibêje:

"Tor ên ku îblîs li serê aliman girê dide yek jî; teşwîq kirina wan bi bal rûniştina rêveber û siltanan û xweş dîtina şalûzîtîya ji wan re û ji bo îtîbarên xwe yê li cem wan winda nebe jêgerîna rexnekirina wan û terka înkar kirina cirmên wan e. Bi kurtahî nêzbuna rêveberan û xweşûbêş bûna bi wan re pir zêde bi xetere/taloke ye. Her çiqas şixula nêzbuna wana bi nîyetekî xalis be jî, piştre îkramên ku ji wan tên dîtin û mukafat û xelatên wan ên curbicur dilê însanan beralîyê wan dike û xwezîya xwe bi wan tînin û meyla wan zêde dibe. Di dawî de êdî ji şalûzîtîya wan nikarin xwe li paş bihêlin û xerabîyên wan jî nikarin red û înkar bikin." 2

Sufyanê Sewrî rahîmehullah jî li ser vê mijarê wiha dibêje:

"Ez ji xayîntîya wan (rêveberan) natirsim. Esil ya ku ez jê ditirsimîkrama wan ê li min bikin û bi vê awayê dibe ku qelbê min myîldarîya wan bike …"

Mirovekî aqilmend wexta ew kesên ku Sufyanê Sewrî ji meyîdarîya wan ditirse baş bifikre dê ferqeke herî mezin di navbera wan û taxûtên îroyîn de bibîne. Digel vê, hin kes ji bo nêzbuna taxûtên îro çiqas zêde li ber xwe didin. Alîkarî bi tenê ji Allah e azze we celle

Ji rêyên ku taxût serî lê dixin yek jî, hin helwestên wekî xêrxwazîya dîn xuya dibe. Ji hin alim û da'wetvanan fikare dikin. Lewre ew alim û da'wetvan ji hêla xelkê ve pir têne hezkirin û bi dilsozî girêdayîyê da'wa xwe ne. Bi xayeya ku van alim û da'wetvanan têxin bin kontrola xwe wekî ku piştgirîya îslamê dikin di hin meseleyên furû de alîgirîya van alim û da'wetvanan dikin. Vê helwest û piştgirîyên xwe jî bi eşkerehî derdixin holê û îlan dikin. Ji bona van alim û da'wetvanan peymangehan (fakûlteyan) vedikin û weşanxaneyan saz dikin. Di Serokatîya Karûbarên Dîyanetê de û di Wezareta Çandî (Kultur) de wezîfeyên şanedar didin wan. Bi kurtahî ev taxût hetanî têkilî zilim û fesada wan nebin, ji van însanan re bi her awayî piştevanîyê dikin. Vêya jî ji bo xatirê berdewama îqtîdar û menfaetên xwe dikin.

Ew sazî (damezirak, qurum) û weqf û komele (dernek) ên ku van taxûtan ava kirine û di heqîqetê de bi armanca zerar dayîna da'wa tewhîdê hatine ava kirin jî, di vê çarçovê de ne. Mesela ew teşkîlata "Rabıtatu'l Alemi'l Îslâmî" jî ji wan e. Tevlî rêça wan ê şalûzîtîya li hikûmetên fasid û bîlxesse li hikûmeta Siûdî û şalûzîtîya li taxutê hikûmeta Siûdî, gelek alimên pepûk bi wan dixapin. Di kîtêb û broşûrên ji hêla vê teşkîlatê ve hatine çapkirin de, li pêşberî dewleta Sîûdî pir helwestên mûnafiqî hene. Rêveberên vê teşkîlatê bi taxûtên dewletên din re têkilîyên mûkemmel pêk tînin. Digel vê yekê muxalefet û rexneyên vê teşkîlatê li gorî daxwazîyên hikûmeta xanedana Siûdî tê şêwandin, yanê şekil digire. Hetanî ku di navbera taxûtan de pirsgirêk tune be, ew dewletên din qet nayên rexnekirin. Lê, mesela taxûtekî bîyanî (ji dewletên din) dema ku dewleta wan an ew taxutê li ser serê wan rexne bike an jî bi wesîleyekî şermezar bike; ha wê gavê fitû û buxz û înkar dê li pey hevdû bikevin rêzê. Paşê, eger pirsgireka di navbera taxûtan de çareser bibe û karên wan weke berê bikeve rê ew fitûyên di eleyhê wan de hatine dayîn wekî hestên meflûç kor û ker û lal dimînin. Lê ya rast, taxût dîsa ew taxût e û tu wesfê wî neguherîye.

Di her halûkarî de ev mûessese û yên weke wê, sazîyên (qurumên) aîdê hikûmetê ne. Ji vê pê ve jî ne tiştekî din in.

Ji rêyên ku taxût serî lê dixin yek jî, bexşandina ruhset û musaedeya fealîyetên da'wet û konferansa û saz kirina lijne û heyetên îrşadê û hin xebatên weke van dê bidin da'wetvanan da ku da'wetên xwe bidomînin.

Xayeya van fealîyetan ev e ku da'wetvanên bi xîret ji munkeratên rêveberîyê û ji sîyaseta wan û ji karên wan ên batil û ji fesadên taxûtan dûr bimînin. Her wiha ev organîzasyonên hanê dibin hêlîna fitneyê Êdî ew kesên li wan dera ji sîxûrîya hevdû pê ve ji tiştekî din re fersend nabînin. Xisûsen di mijara ewlehîya dewletê û îstîqrara otorîteya taxûtan de pir hestewer in. Van teşebbûsên hanê qethîyen dernaxin sewîyeya ku ji taxût re bibe zerar. Bi vê rewşa xwe di nava gel de dibin wekî sixortayê sîstema taxûtî.

Ji bo feşkilandina Milletê Îbrahîm rêbazên ku taxût serî lê dixin yek jî ev e: Di saya mekteban û fakûlteyan û dezgehên/organên çapemenî/medya û weşanên curbicur û hin muesseseyên taxûtî dixwazin ku Milletê Îbrahîm ji dil û zihnê nesla ciwan derxin û bavêjin û tune bikin û bitemamî ji holê rakin. Lewma ev taxût ji Firewn jî xerabtir in û hîleyên wan ji hîleyên Firewn hê mezintir in.

Lewre ev taxût di mijara kuştina zarokên kurîn de, eger rêbazên wan bi kêr neyê û bêçar bimînin dê hêj vê rê û rêbaza Firewn tetbîq bikin. Di serê pêşî de şiûra Milletê Îbrahîm di qelb û zihnan de zeîf û tune dikin paşê jî wê neslê bi bal mirineke heqîqî ve dehf didin. Şûna ku wekî Firewn kok li wan biqelînin, berê pêşîn ji bona tûnekirina vê şiûrê dixebitin. Ji bo di vê mijarê de muweffeq bibin serî li her rêyê didin.

Nesila nû wisan didin ber talim û perwerdehîyê ku ew zarok; bi zihnîyeta dostanîya wan û bi hezkirina sîstema/pergala wan a batil û bi hurmet girtina li hikûmeta wan û bi qanûnên wan mezin dibin û digihîjin. Ji bo bigihîjin vê armancê dezgehên çapemenî û weşanê û dibistanên ku fesadê dipeşkînin bi kar tînin. Hetanî gelek cahil zarokên xwe bi çav girtî dişînin van dibistanan. Taxût, ji bo çavên însanan girê bidin û nehêlin bi heqqê serwext bibin da ku tu carî li dijî wan ranebin, çawa ku Firewn kiribû, şûna qetilkirina wan zarokan, bi tûnekirina wê şiûra Milletê Îbrahîm re rûhên wan qetil dikin. Însanên ku rûhên wan hatine qetilkirina herweha ji ber belavkirina zanyarî û şaristanîyê (îlm û medenîyet) tên medîh kirin û pesnê wan tê dayîn. Ew jî bi van tiştan kêfxweş dibin. Ha ji vê jî jandartir alîgir û xulamên ku bi dilsozî girêdahîyê qanûn û rêveberrîyên wan ên biqabilîyet bi dest dixin ku pirên wan jî, ji zuriyeta misilmanan in. Qet nebe nesilekî ku ji ehlê batil re şalûzîtîyê dike û ji vê da'weta qewî û rasterast re sersar maye û cahilên rêşaş dê bigihîjîn in.

Taxût nesileke wisan digihîjînin ku dê nikaribinli hemberî wan rabin, hetanî tiştekî wiha dê neyinin hişê xwe jî.

Mixabin gelek da'wetvan dikevin vê dafikê. Sebebê windabûna ewlehîya bi rêber û alimên îslâmê ev dafik in û ew rewşa wan kesên sefih ku ketine van dafikan de ne. Ev hereketên hanê şexsîyeta da'wetvanan li ber çavên taxûtan biçûk dike û wê heybeta ku di dilê wan de bicih bibû belav dike. Taxût êdî ji da'wetvanan û ji da'wetên wan fikare nakin û natirsin. Lê belê dema ku di da'wetvanan de dijwarîyekî û sebatekî weke çîya û tevgerînekî veqetandinê û her li ku derê be bila bibe yek îşaretekî û ezmekî der heqê bilindkirin û pêkanîna hewcetîyên da'wê de bihisin û bibînin, ha di wê nuqtê de dê noqî bihezeran hîsabên hûrgilî bibin. Allah -azze we celle- jî, dê wê gavê tirs û heybeta misilmanan têxe qelbê taxûtan . Çawa ku alîkarî bi Nebî -aleyhîsselam- hatibû kirin û heybeta wî yê li ber çavên kafiran zêde bibû û tirsa ji mesafeya mehekî (heyvekî) ku di qelbê kafiran de bicih bibû, alîkarîyekî wisan lê hatibû kirin.

Baldar bin! Dîqat bikin!

Li dijî xapînokên taxûtan û kemînên vê esrê hişyar bin!

Wek dawî em dixwazin vîya bibêjin: Allah -azze we celle- temamê van dek û pîlanan bi me daye zanîn û hişyarîya li hemberî wan pîlanên xebîs em şîret kiriye. Bi ser de rêyên dij derketin û tedawîya wan jî, ji bo me bi eşkerehî beyan kiriye. Rêya rasterast ji me re terîf kiriye û pêşîya vê ayetê de;

وَدُّوا لَوْ تُدْهِنُ فَيُدْهِنُونَ

"Wan dixwestin ku tu ji wan re nerm tevbigerî û ew jî nerm tevbigerin." 3

Wiha ferman kiriye:

فَلَا تُطِعِ الْمُكَذِّبِينَ

"Êdî tu îteata mukezziban neke." 4

Herê! Îîteata wan neke! Meyla wan jî neke!

Çareseriyên wan yên li ser bingeha tawîzan qebûl neke. Muheqqeq Allah azze we celle ev dînê heq daye te. Rêya rasterast nîşanî te daye û te li ser Milletê Îbrahîm hîdayet kiriye. Allah ev ayeta di sûreya "însan" de ku li Mekkeyê nazil bûye wiha ferman dike:

إِنَّا نَحْنُ نَزَّلْنَا عَلَيْكَ الْقُرْآنَ تَنزِيلًا﴿٢٣﴾ فَاصْبِرْ لِحُكْمِ رَبِّكَ وَلَا تُطِعْ مِنْهُمْ آثِمًا أَوْ كَفُورًا﴿٢٣﴾

"(Ya Muhammed!) Ew ê Qur'an ji te re nazil kiriye em in, em. Ji hukmê Rabbê xwe re sebir bike û nede pey gunehkar û nankorên ji wan." 5

Di ayete de pêşîya nehiy kirina îteata li kafirên gunehkar Qur'ana Kerîm dîyar bûye. Dîyarbûna Qur'an û pê re Allah azze we celle ku bi nazil kirina ser Nebî'yê xwe dipesnîne, di da'wetê de beyana menheca rasterast jî dihewîne. Ev menhecekî wiha ye ku da'wetvan dê nikaribin hema bi serê xwe wê menhecê bîsêwînin (şekil bidinê) û derêxin holê. Li gorî hewayên xwe pilanê menheca Nebewî xêz nakin an jî pêgavên ku dê tê de bên avetin li cem xwe diyar nakin. Heq ê wan ji tiştekî wisan re tuneye ev rê çawa ku hûrgilîyên tefsilatên wê di Quranê de diyarbûye da'weta Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam û Milletê Îbrahîm e. Allah ev ayeta di sûreya Furqan de wiha ferman dike:

فَلَا تُطِعِ الْكَافِرِينَ وَجَاهِدْهُم بِهِ جِهَادًا كَبِيرً

"Êdî nede pey kafiran û (bi Qur'anê) cîhadeke mezin bi wan re bike." 6

"… li hemberî wan cîhadeke mezin bike" yanê bi Qur'ana Kerîm ... Lewma ji xeynî wê rêya ku di Quranê de hatiye emir kirin û pê ve der heqê da'wetê de berbayî rêbaz û uslûbên din nekeve.

Wan kesan jî bi vê Qur'anê hişyar bike. Qethîyen tabîê wan rêyên şemetok û bêparseng (bêdenge) ku di nav wan de îteata li kafiran û bêdeng mayîna li hemberî batilên wan heye, nake.

Allah azze we celle ji Nebî aleyhîsselam re emrê tîlaweta Qur'anê dide7 û piştre wiha ferman dike:

وَلَا تُطِعْ مَنْ أَغْفَلْنَا قَلْبَهُ عَن ذِكْرِنَا…

"… Îteata wî kesî neke, ew ê ku me dilê wî ji zikirkirina me xafil kiriye…" 8

وَقُلِ الْحَقُّ مِن رَّبِّكُمْ فَمَن شَاء فَلْيُؤْمِن وَمَن شَاء فَلْيَكْفُر

"(Ya Muhammed!) Tu bibêje: ‘Heq ji cem Rabbê we hatîye. Êdî kî dixwaze bila îman bîne, kî jî dixwaze bila înkar bike…" 9

Ev ayetên hanê jî li Mekkeyê nazil bûne.

Allah azze we celle di sûreya Şûra de şerîeta ku li me û li pêxemberên berîya me; li Nuh û li Îbrahîm û li Musa û li Îsa aleyhîmûsselam emir kiriye zikir dike û wiha ferman kiriye:

فَلِذَلِكَ فَادْعُ وَاسْتَقِمْ كَمَا أُمِرْتَ وَلَا تَتَّبِعْ أَهْوَاءهُمْ

"Ji ber vê yekê tu da'wet bike û weke ku li te hatîye emir kirin bi rêyeke rast bigire. Tabiê hewayên wan nebe …" 10

لَنَا أَعْمَالُنَا وَلَكُمْ أَعْمَالُكُمْ…

Allah azze we celle piştre li Nebîyê xwe aleyhisselam re ferman dike da ku ji kafiran re wiha bibêje:

"… Amelên me ji me re, amelên we jî ji we re…" 11

Ev, dûr bûn û veqetandina ji kafiran, ji hewa û hewesên wan, ji sîstema/pergala wan û ji rêyên wan yên hefnikî ye.

Allah azze we celle di sûreya Casîye de xîtabê li Nebî aleyhîsselam dike:

ثُمَّ جَعَلْنَاكَ عَلَى شَرِيعَةٍ مِّنَ الْأَمْرِ فَاتَّبِعْهَا وَلَا تَتَّبِعْ أَهْوَاء الَّذِينَ لَا يَعْلَمُونَ﴿٨١﴾

إِنَّهُمْ لَن يُغْنُوا عَنكَ مِنَ اللَّهِ شَيئًا وإِنَّ الظَّالِمِينَ بَعْضُهُمْ أَوْلِيَاء بَعْضٍ وَاللَّهُ وَلِيُّ الْمُتَّقِينَ﴿٩١﴾

"Paşê der heqê dîn de me tu kirî xwedî şerîet.Tu bide pey wê; nede pey hewa û hewesa nezanan. Lewre ew li hemberî Allah nikarin qet tu feyde bidin te. Bêguman zalim welîyê hev in. Allah jî welîyê mutteqîyan e." 12

Belê! Heke em ayetên Quranê tehqîq bikin der heqê vê meseleyê de em ê hetanî bi sedan ayetan bibînin. Muheqqeq Allah azze we celle ebdên xwe bê xaye nexuliqandîye û ewana serberdayî jî nehiştîye. Her wiha ji bo wan kesên ku dibêjin em da'wetvan in an em ehlê da'wê ne ji bo wana ev rêbaz, yanê apaşkerehî û rasterastîya Milletê Îbrahîm têr nake gelo? Ev menheca ku têrî Rasûlullah aleyhîssalatuwesselam û ew Nebî aleyhîmûsselam yên beriya wî kiribû ji da'wetvanên îroyîn re ne bes e? Êdî ji bo wan wextê hişyarbûna ji vê xefletê ne hatiye? Ûmrê xwe di bêdeng mayîna li hemberî zilma zaliman û veşartina heqqê û xapandina însanan de borandin. Êdî ne bes e ku umrê wxe û û ezma xwe wiha belesebep xerc bikin? Her wiha mesele bi şeklekî zelal derdikeve holê. Ya şerîeta Allah yan jî hewayên cahilan… Rêyekî/bijêrekekî sêyemîn ne mewzubehs e.

Di navbera şerîeta rasterast û hewayên guherbar (ku daîma diguhêre) de hebûna rêyeke nîvend ne mimkûn e.

Ev ayetên hanê rêya da'wetvanan dîyar dike û çarçoveya menheca Rabbanî xêz dike. Xêzekî situr davêje ser wan gotin û şîroveyên ji xeynî vê menhecê.

Yek şerîetek tenê heye ku van wesfan heq dike, ew jî Şer'a Şerîf e, îslâm e. Ew sîstemên/pergalên heyatê, bi rastî cahilîyekî ku bingeha wî hewa û îxtîras in. Zilamê da'wê mecbure ku bitenê tabiê şer'a şerîf bibe û temamên hewa û îxtîrasan bavêje quncekî. Di yek Meseleyekî biçûk de jî qethîyen ne caîze ku ew ji şerîeta Allah azze we celle averê bibe. Lewre kesên ku tabiê hewa û îxtîrasên xwe dibin li hemberî xwedîyê şerîetê piştgirîya hev dikin. ji ber vê yekê ew kesê ku tabiê şerîetê bûye ger hêvîya alîkarîya wan neke. Çimkî ew wekî yek ênîyekî (cepheyekî) yekgirtî ne ku ji hev re alîkar in. Bi ser de jî, di heqîqetê de quwweta wan nagihîjê ku zerarê bidin zilamê da'wê.

Lewre qels in û zeîf in. Tiştê ku bikaribin pê bikin tehdeyî û îşkence ne. Bêguman Allah azze we celle welî (dost) û alîkarê wî ye.

Dostanîya Allah azze we celle ligel dostanîya wan kesên ku li gorî hewa û hewesên xwe tevdigerin qet dibe wekehev?

Dostanîya wan kesên zeîf cahil û hişsivik li ku, û ew kesê ku tabiê şerîetê ye û Allah ê dostê mutteqîyan ji xwe re kiriye dost li ku derê ?

"… Allah jî welîyê mutteqîyan e." 13

Va rê ev e…

Kane ew egîdên ku di vê rêyê de bîmeşin?

Beşa (13.) Sêzdeyan

DAWÎ

1 . 2/Baqara, 12


2 . Telbîsu Îblîs, 121


3 . 68/Qalem, 9


4 . 68/Qalem, 8


5 . 76/Însan, 23-24


6 . 25/Furqan, 52


7 . 18/Kehf, 27


8 . 18/Kehf, 28


9 . 18/Kehf, 29


10 . 42/Şûra, 15


11 . 42/Şûra, 15


12 . 45/Casîye, 18-19


13 . 45/Casîye, 19


Bu Sayfayı Paylaş :