Loader
Küfrün Karanlıklarından, Vahyin Aydınlığına...

Xerîbîya Ehlê Tewhîd Û Jı Bo Feşkılandına Wan Rêbazên (Metodên) Taxûtan

Osman SADIKOĞLU 2019-03-02

Birayêmîn!

Der heqê dîn de qethîyen sistahî neke. Li ser vê mijarê pir bi dîqat be. Şêx Hamd b. Atîk rahîmehullahwiha dibêje:

"Em werin ser mijara ku gelek însan ji bo xwe wek ûzr qebûl dikin. Muheqqeq ev, karên ku şeytan ji bo wan xemilandî nîşan dide ye. Ev hal, bi zennê cewaza nîşandanîya muwefeqetan muşrîkan derdikeve holê."

Şêxu'l Îslam Îbn-i Teymîyye wesfên îkraha der barê kelîmeya kufrê de îzah dike û dibêje ku ev, di halên derb û îşkence an jî di mijara kuştinê de mimkûn e. Tenê bi tehdîdan an jî bi tirsandina der barê nefsa wî an mal û malbata wî de ev îkrah ne mewzûbehs e. Piştî van daxuyanîyan wiha berdewam dike:

"Eger te vê fêmkiribe û tu bizanibî ku ev rewşên ha di jîyana gelek însanan de dertên holê, tê wê maneyê ku te ev hedîsa Rasûlullah jî fêmkirîye:

'Îslam wek xerîb destpêkir û dîsa çawa ku wiha destpêkiribû dê vegere ser xerîbiyê.'

Bêguman ev dîn vegerîyaye ser xerîbîyê. Û kesên ku vê xerîbîyê dibînin ew jî wek xerîb dijîn. Alîkarî ji Allah e."[1]

Şêx Sûleyman b. Abdullah wiha dibêje:

"Allah li te rahmete bike. Bizanîbe ku însanek ji fikare û tirsa wan, an ji bo def'a şerrê wan an jî ji bo wezîyetê îdare bike muwefeqeta mûşrîkan an muwefeqeta dînê wan bike ew însan eynî weke wê koma ku muwefeqet daye wan ew jî dibe ji wan, dibe kafir. Heke ev însan hez misilmana bike jî û îslamê bihebîne jî, bi zimanê xwe dînê wan kerîh bibîne û bi qelbê xwe li wan buxz bike jî rewşa wî naguhere, ew dîsa kafir e."[2]

Şêx, piştre behsa alîkarîya li muşrîkan bi mal û bi hin awayên cudahî (ku hewcetîya dostanîyê ye û qut kirina welayeta/dostanîya misilmanan ku ev jî rewşên herî giran in) dike û wiha pê de diçe: "Enceq ew kesê ku di bin îkrahê de be û ew ê ku di destê muşrîkan de êsîr e jî vê rewşê awarte ye (îstisna ye). Jê re dibêjin "Kufr bike! an jî "Vê karê bike!". Disa jê re wiha dibêjin: "Eger tiştên ku em ji te re dibêjin tu neki em ê wiha wiha bi te bikin an em ê te bikujin". Hetanî bigihîjîn armanca xwe dê îşkence lê bikin. Ha ew kesê di vê rewşê de ger dilê wî li ser îmanê mutmeîn be bikaranîna muwefeqeta bi ziman jî bo wî caîz e. Ûlema li ser vê mijarê hemfikir in ku mirovek bi henekî jî lefzên kufrê bibêje dibe kafir. Her wiha ew kesên ku tenê ji ber tirsê an jî ji ber zebûnîtîya/muptelatîya dinyayê gotinên kufrê dibêjin û fiêlên kufrê dikin dê halê wan çawan çêbe?"

Şêx Suleyman b Abdullah piştî vê gotinê di vê xisûsê de ji bist heba zêdetir delîlan rêz dike. Ji ber vê ev kîtêba wî bi navê "Ed-Delaîl" yanê "Kitêba Delîlan"nav lê hatîya kirin û bî vê navê meşhur bûye.

Tiştên hetanî vê derê me teqdîm kiriye bîlxesse ew kesên ku xwe nisbetê îslamê dikin lê mixabin bi muşrîkan re dostanî pêk tînin û beranberî wan lihevkirî dijîn û qanûnên wan û rêveberîyên wan û artêşên wan diparêzin, ger baş bifikrin û bi cîdîyeta van serwext bin. Bi rastî ev ji bo wan pir giring e, zehf muhîm e. Temamên van tiştên ku me vaguhestiye/teqdîm kiriye der barê leşkerên dewleta Misirê ku di dewra Şêx Hamd b Atîk û Şêx Suleyman de ketibûn bajarê Necîd a Erebistanê de bûn.

Wisan ku; Şêx Hamd b Atîk û Şêx Sûleyman kitêbên xwe yê bi navê "Sebilu'n Necat" û"ed-Delaîl"di wê dewrê de ji bo ku însanan ji wan leşkerên noqî nava şirkên qebra û bîd'et û xurafeyan bûne biparêzin û ji dostanîya wan xwe dûr bigirin nivisandine.[3]

Zarokên Şêx Muhammed b Abdulwehhab rahîmehullahû ji alimên Necîdê yên meşhur dewlet û leşkerên Misira ku tabîê dewleta Tirk bibû wan tevde tekfir dikirin. Hetanî yên ku tabîê wan dibûn û welayetê/dostanîyê bi wan re pêk dianîn û ji wan razî bûn û wan ji xwe re kiribûn hemraz/sırdaş, ewana jî tekfir dikirin. Ev meseleyên hanê di gelek rîsaleyên wan de êşkere û sabit e. Di vê rewşê de pirsekî wiha dê bê hişê însan: Hikûm û fikra wan îmaman der barê leşkerên wê dewleta ku îroyîn gelek misilman ji bo wê hê jî şîn girêdidin ev be, ji bo "ebdên qanûnên ve esrê"dê hîkm û fikre wan aliman çawa bibûna gelo?

Ji ber tirsa mehrûmiyeta mal û meqam û xenî û îtîbarê dostanîya wan kesan ku nîşanî polês û artêşên kufrê didin dê der heqê wan de çawa hikûm bidana ecêba?

Der barê wan kesên ku ji pergala/sîstema kufrê re bi dilsozî xizmetê dikin û hûrmet nîşan didin û ji bo vê jî sond dixwin de, gelo dê çawa hikûm bidana? Eger ew alîm îro di nav vê gelê/xelkê de bibûna gelo dê çi bigotana?

Gelî ew ên hişyar û aqilmend! Xwe ji vê rewşê biparêzin.

Gelî ew ên ku di xewa xefletê de ne! Ji van kiryarîyên xwe tobe bikin.

Lewre ev kiryarîyên we bixwe, ne di firûatên dîn de, bîlakis di eslê dîn de bûye sebebê derketin û belavbûna fitneyan.

Ji bo mihafeze û parastina tewhîdê fedakirina eşîretan û malan û hevjînan/hevseran û tîcaret û meskenan hewce dike:

قُلْإِنكَانَآبَاؤُكُمْوَأَبْنَآؤُكُمْوَإِخْوَانُكُمْوَأَزْوَاجُكُمْوَعَشِيرَتُكُمْوَأَمْوَالٌاقْتَرَفْتُمُوهَاوَتِجَارَةٌتَخْشَوْنَكَسَادَهَاوَمَسَاكِنُتَرْضَوْنَهَاأَحَبَّإِلَيْكُممِّنَاللّهِوَرَسُولِهِوَجِهَادٍفِيسَبِيلِهِفَتَرَبَّصُواْحَتَّىيَأْتِيَاللّهُبِأَمْرِهِوَاللّهُلاَيَهْدِيالْقَوْمَالْفَاسِقِينَ

"(Ji wan re) bibêje: Eger bavê we û zarokên we (û xuşk) û birayên we û jinên we û eşîra we û malê we bi dest xistiye û ticareta ku hûn ji ziyana wê ditirsin û xanîyên ku hûn qîma xwe pê tînin, ji we re ji Allah û ji pêxemberê wî û ji cîîhada di rêya Allah de şêrîntir bin, êdî heta emrê Allah tê bisekinin. Allah, civata fasiq nagihîne hîdayetê."[4]

Baş bifikrin û qenc fêmbikin. Allah azze ve cellewiha beyan dike ku ger cîhada di rêya wî û Rasûlê wî de di her hal û karî de li pêşîya wan menfaetên dinyewî ku di ayetê de hatîye zikir kirin, pêştir bê girtin. Cîhada fisebîlillah ger ji wan tiştan herî şêrîntir be. Hetanî ew qas, dînê we di nezera we de ger ji her tiştên ku hûn xwedîyê wî ne bi qîmettir û bi rûmettir û bilindtir bibe." [5]

Jı Bo Feşkılandına Mılletê Îbrahîm Rêbazên (Metodên) Taxutan

Heke we Milletê Îbrahîm qenc fêmkiribe hûn bi vê jî serwext bûne ku Milletê Îbrahîm, rêbaza/metoda Rasûlan û yên tabîên wan e.

Ev rêbaz (ev metod): Alîkarî û muwefeqîyet/serkeftin û seadeta/dilşadîya di dîn de rêya yekane ye. Ger ev xisûs jî qenc bê fêmkirin ku di dîroka însanîyetê de li tu welatî de û tu cara taxût ji Milletê Îbrahîm razî nebûne û razî nabin. Ew ji vê hereketa bi rûmet daîma tirsîyane. Ji ber vê yekê daîma dixwazin ku şiûra Milletê Îbrahîm tune bikin û wî ji dilên da'wetvanan derxînin û bavêjin. Ji bo vê armancê bi çavsorîtî dixebitin. Allah azze ve cellebi me dide zanin ku ji dewrên berê de rewşa wan taxutan ev e :

 وَدُّوالَوْتُدْهِنُفَيُدْهِنُونَ

"Wan dixwestin ku tu ji wan re nerm tevbigerî û ew jî nerm tevbiger in."[6]

Ew dixwazin ku da'wetvan ji vê rêyê şaş bibin û berê xwe bidin rêyên şeftûl û çelexwarî. Hêvîya wan ev e ku ew da'wetvan jî ji rêbaza rasterast dûr bikevin. Ji bo vê, ji tu pilan û mesrefan xwe nadin paş.

Daxwaza wan ev e ku dawetvan der barê batilên wan de dengê xwe dernexin û di rêyekî mûşterek/hevpar de yek bûnîyê pêk bînin. Da ku bi vê awayê berê wan jî bidin bal batilê ve. Dê li vê kar û xebatên xwe berdewam bikin. Hetanî ku ligorî wan "da'wet bimire" û ji xeyeya xwe yê zelal û eşkere û fêhmar averê bibe.

Taxût jî dizanin ku tawîza ewwil pêgava yekemîn a bi berepaşçûnê ve ye. Piştre dê pêgavan din li pey van tawîzên basîd bên. Pêgavên din, pêgavên din… Edî pêgavên wisan dê bên avetin ku da'wetvan dema ku van pêgava davêje di da'wê de rêbaza/menheca eslî winda dike. Di dawiya vê xerabîyê de bi ehlê batil re, li ser hin mijarên batil di nuqteyekî mûşterek de yekbûnîya wan pêk tê. Ha ev nuqteya ku da'wetvan gihaştinê, hê di ser de armanca taxutan bû. Eger di rewşa da'wetvanan de daketin û xerabûn û nerm bûn û tê şikîn xuya bibe, ji vê halê dê pir dilxweş bibin. Piştî vê guherînê êdî dê piştgirîya vê da'wetê û wan da'wetvanan bikin. Dê nêzî wan bibin û pesnê wan bidin. Şixûl û xebatê wan teqdîr bikin û hez wana bikin. Allah azze we cellewiha ferman dike :

وَإِنكَادُواْلَيَفْتِنُونَكَعَنِالَّذِيأَوْحَيْنَاإِلَيْكَلِتفْتَرِيَعَلَيْنَاغَيْرَهُوَإِذًالاَّتَّخَذُوكَخَلِيلاً

"Bi rastî hindik mabû wan (muşrîkan) berê te ji wê ya me ji te re wehîykiriye vegerînin, da ku tu ji xeynî wê tiştekî îsnadî me bikî û (bi vê jî) te bixistina fitneyê. Wê gavê dê wan te ji xwe re bikirana dost." [7]

Seyyîd Qutub rahîmehullahdema vê ayetê tefsîr dike behsa wan muşrîkên ku bi Rasûlullah aleyhîssalatuwesselamre ligel dîn û da'wetê dikevin bazarîyê dike û wiha dibêje:

"Ev teşebbûsên ku Allah Rasûlê xwe ji tesîra wan mihafeze kiriye, taxutên her dem û dewrê ji bo pêşîya da'wetvanên tewhîdê bigirin û wan ji rê derxin dê serî li van teşebbûsan bidin. Hindik be jî van teşebbûsên xwe ji bo da'wetvanan ji rêya rast û ji menheca sehîh averê bikin dê bidomînin. Bi xayeya averêkirina xwedîyê da'wê ji rêya rast û ji bo yek tawîzekî biçûk serwet û sermîyanê xwe feda dikin. Dibe ku hin xwedîyên da'wê bi van teklîf û teşebbûsan bixapin. Lewre van tiştan wekî tawîzên pir besîd û biçûk dibînin. Jixwe taxutên xwedîyê îqtîdarê ji da'wetvanên xwedîyê da'wê bitemamî terka da'wa wan naxwazin.

Xwesteka wan tenê ev e ku di eslê da'wê de guherînên hûrik murik pêk bînin. Herwiha her du alî jî dê îmkana/derfeta civandina li ser rêyekî mûşterek bibînin. Di vê rewşê de şeytan jî dê bi xwedîyên da'wê hewcetîya qezenckirina xwedîyên îqtîdarê bide fikirandinê. Helbet vê jî dê bi bahaneya îstiqbal û mesleheta da'wê bide pêş. Dayîna hin tawîzên ji bo vê xayeyê dê nemuhîm bike.

Lê ya rast di destpêka vê rêyê de yek tawîzekî biçûk û averêbûnekî pir besîd hetanî dawîya rê, dê vegere averêbûnekî pir mezin û kokdar.

Zilamekî da'wê, çiqas biçûk jî be ji yek parîyekî dawê jî bibore/dev jê berde û her çiqas besîd jî be ji pêş çavê xwe derxistina alîyekî da'wê qebûl bike, êdî ji wê gavê pê ve dê nikaribe pêşî li ber tawîzan bigire. Lewre yek pêgavekî bi berepaşkîve bê avetin di beranberî wê de meyla teslîmîyetê jî zêdetir û qewîtir dibe. Pirsgireka li vê derê bi tevahî bawerîya dawê ye. Her çiqas biçûk jî be kesê dev ji parîyekî da'wê bikaribe berde û her çiqas besîd jî be kesê ji pêş çavê xwe derxistina alîyekî dawê bikaribe qebûl bike, her wiha tê fêmkirin ku wî di maneya heqîqî de îman bi da'wa xwe neanîye. Her terefê da'wê, li ber çavê wî kesî ku îman bi her alîyê da'wê anîbe eynî ye. Her alîyekî vê da'wê, weke wan alîyên din heq e. Di nava da'wê de tiştekî ku yek bibêje 'ev jî nebe, dibe' tune ye. Da'we bi her alîyên xwe ve yekpare ye.

Alîyekî da'wê wan alîyên din temam dike. Her alîyek ji yên din re wek cûz ên mutemmîm in. Wexta cûzekî/hêmanekî wê winda bibe di encamê de temamên xisûsîyetên wê jî winda dibin. Da'weyekî ji xisûsîyetên xwe yek heb jî winda bike weke pêkhateyê (karişimê, têkilê) ku elementê xwe winda kiribe qet tu teybetîya xwe dê nikaribe mihafeze bike.

Xwedîyên îqtîdarê, xwe bi xerîbdostîyê di ber zilamên da'wê û xwedîyên da'wê ve dikin. Viya jî bi sebir û hêdî hêdî dikin. Zilamên da'wê hema de yek nuqteyî de tawîz bidin zeximtî û rêzdarîya xwe jî di wê lehzeyê de winda dikin. Êdî xwedîyê îqtîdarê bi vê serwext dibin ku ev da'we dibe debaşa/mijara bazarîyê. Hîn dibin ku bi berdewama bazarîyê û bi zêde kirina fiyetê, dê bikaribin vê da'wê teslîm bigirin. Besîd û wekî bê gîmet xuya bîbe jî yek xisûsîyeta vê da'wê bi armanca gezenckirina xwedîyên îgtidarê derxistina ji pêş çav û ji bo serkeftina da'wê hewce dîtina spartina xwedîyên îqtîdarê ya rastî hezîmetekî psîkolojîk e. Şikestexwarinekî pir mezin e. Lê belê tewekkûla mumînan bitenê li Allah ye. Heke mexlûbîyet carekî tenê jî di derûnîya/di psîkolojîya însan de û di kûrahîya dilê wan de bicîh bibe êdî ev mexlûbîyet qethîyen navegere serkeftinê." [8]

Belê… Gelekî ji da'wetvanên îroyîn em dibînin ku ji teref taxutan ve dost hatine girtin. Qet tu zerarê nadin wan û ji xwe re wek dijmin jî nagirin. Lewre ev da'wetvan ji gelek batilên wan taxutan re dengê xwe dernaxin û hetanî riza nişanî batilên wan didin. Lewma bi desthilatdaran re di rêyên wan ên muşterek de dicivin û yekîtîyê pêk tînin. Bi wan re di eynî salon û hewanan de tên cem hev û beşdarî eynî pîrozbahîyan dibin û tevde bi bal helakê ve dikişkişin.

Ev rêbazên/metodên taxutan ku tetbîq dikin em dikarin hîn nimûneyên wiha rêz bikin:

Ji van rêbazan yek ev e. Gelek taxût, derîyên parlamentoyan û hîn muesseseyên weke wê ji da'wetvanên da'wa tewhîdê re vedikin û civîna wan ê li van dera pêk tînin. Bi van neyar û dijminên xwe re di binê banekî de dicivin. Bi wan re civînên cudahî pêk tînin û tevlî nava wan dibin. Heta da'wa dijberên xwe ron bikin ev hal dê wisan berdewam bibe. Her wiha doza di navbera wan û hemberên wan; dê ji veqetana kafiran û red kirina qanûnên wan û rû vegerandina ji rêbazên wan û berîbûna ji batilên wan derkeve. Piştre da'wa wan dê bibe "silametîya welat û millet û bi pêşketina ekonomîk û hêzdarbûn û pîştgirî"û hin dozên weke van. Ev temam, ji bo taxutên wê welatê li gorî hewa û hewesên xwe û li ser kufrê rêveberîyê bidomînin… Bêguman ev dafikên taxutan dibe sebep ku lingên gelek însanan tê de dişemite. Kesên ku lingên wan li van dafikan dialiqin, zehfên wan jî xwe nisbetê hereketên selefîtîyê dikin û gotinên Seyyîd Qutub -rahîmehullah- û yen wekî wî ji ser zimanên xwe kêm nakin. Digel vê yekê piştî ku dikevin vê kemînê; ji bo taxutan li çepîkan dixin û ji bo rêzgirtinê li pêşîya wan radibin pîya û ji bo girêdayîbûna makeqanûnên wan sond dixwin û dostanîya xwe ji bo teşkilatên polês û leşkerîya wan û partî û meclisê îlan dikin. Ka piştî van êdî çi dimîne? Em ji rêşaşîyên wisan xwe dispêrin Allah azze we celle.

Ji rêyên ku taxût timûdaîm serî lê dixin yek jî ev e ku pir zêde li ser aliman disekinin. Aliman bi hin xizmetan mukellef û mesûl dikin. Wana li hemberî dijberên xwe û sosyalizm û faşizm û ew sîstemên ku ji tesîra wan ditirsin de sewqê mucadeleyê dikin. Her wiha temamê mesaîyên wan aliman xesp dikin.

Ev taxût hin cereyanên/tevgerên sîyasî, mesela weke netweperwerîyê ji bo menfaetên xwe li pîya digirin. Di vê mijarê de kevneperestîya hin aliman jî bikar tînin û wan beralîyê dijberên xwe yên mûşterek dikin. Ev alimên hanê bi hin helwestên taxûtandixapin. Taxût, bi hinceta weke ku ji êrîşkarîyên li ser dînê îslamê ditirsin û bi hûrmeta ku nîşanî wan didin û wekî ku îhtîmamê li dîn û ehlê dîn re nîşan didin wan aliman dixapînin.

Her wiha ev taxût di şerê dijber û neyarên xwe û sîstemên xwe de ji bo xelkê di qada ma'newî de motîve bikin van aliman beralîyê vê helê dikin. Ev alimên pepûk jî dikevin dafikên wan. Temamê wextê xwe û enerjîyên xwe di vê rêyê de xerc dikin. Ezm û mucadeleya da'wa xwe di îstiqameta ku taxût nîşanî wan didin de diqedînin. Di encamê de gelekî ji wan ew hestên neyartîyê ku mecbur in li hemberî taxûtan nîşan bidin, bitemamî winda kirine û ji wan re bûne bel'am û notirvanên (bekçîyên) dilsoz. Hetanî rojekî hûnê bibînin ku ew kes ji bo taxûtan û di xizmeta sîstema wan de bûne leşker û xulam û piştgirên sadik. Hatine rewşekî wisan ku temamê jîyana xwe ji bo berdewama vê sîstema batil weqf kirine û tê de cih girtine. Bi zanîn an bi nezanîn gindirîne vê zilletê. Xwezî wan vê gotina ew abdê qenc û salih fêmbikirana:

قَالَرَبِّبِمَاأَنْعَمْتَعَلَيَّفَلَنْأَكُونَظَهِيرًالِّلْمُجْرِمِينَ

"(Musa) Got: Rabbê min! Ji ber vê kerema te li min kirî êdî ez ê ji mucrîman (ji sûcdaran) re nebim pîştek." [9]

Îmam Kurtûbî der heqê vê ayetê de wiha dibêje:

"Ew kesê ku alîkarî ji Musa xwestibû, kafirek ji Benî Îsraîlîyan bû. Sebebê ku tê gotin "ji alîgirên Musa" bi tenê ji ber ku ew kes Benî Îsraîlî bû. Nexwe ji hêla dîn ve tu nêzîkahîya wî bi Musa re tune bû. Jî ber vê yekê Musa jî poşman bibû. Lewre ew li hemberî kafirekî bibû alîkarê kafirekî din. Ji ber vê wiha gotiye: '…êdî ez ê ji mucrîman (ji sûcdaran) re nebim piştek.' "

Xwezî yên îro jî vê ayeta Allah azze we celle fêmbikirana:

يَاأَيُّهَاالَّذِينَآمَنُواْقَاتِلُواْالَّذِينَيَلُونَكُممِّنَالْكُفَّارِوَلِيَجِدُواْفِيكُمْغِلْظَةًوَاعْلَمُواْأَنَّاللّهَمَعَالْمُتَّقِينَ

"Gelî ew ên îman anîne! Hûn bi kafirên nêzî xwe re şer bikin. Bila ji we pêtî û hêzek zor û asê bibînin. Bizanîbin ku Allah bi mutteqîyan re ye." [10]

Dawîya Beşa (12.) Duwazdeyan            (Dê berdewam bibe,înşaallah)

 

 

[1]       .   Sebilu'n Necat

 

[2]       .   Teysîru'l Azîzu'l Hamîd

 

[3]       .   Ed-Dureru's Senîyye, Qisima Cîhadê, 309

 

[4]       .   9/Tewbe, 24

 

[5]       .   Ed-Dureru's Senîyye, Qisima Cîhadê, 127

 

[6]       .   68/Qalem, 9

 

[7]       .   17/Îsra, 73

 

[8]       .   Seyyid Qutub, Ji Fi Zilalî'l Qur'an bi kurtahî

 

[9].Qasas: 17

 

[10].Tewbe:123

 

 

Bu Sayfayı Paylaş :