Loader
Küfrün Karanlıklarından, Vahyin Aydınlığına...

Îzahkirin û Naskirina Milletê Îbrahîm  Osman SADIKOĞLU

2018-02-15

 قَدْ كَانَتْ لَكُمْ أُسْوَةٌ حَسَنَةٌ فِي إِبْرَاهِيمَ وَالَّذِينَ مَعَهُ إِذْ قَالُوا لِقَوْمِهِمْ إِنَّا بُرَاء مِنكُمْ وَمِمَّا تَعْبُدُونَ مِن دُونِ اللَّهِ كَفَرْنَا بِكُمْ وَبَدَا بَيْنَنَا وَبَيْنَكُمُ الْعَدَاوَةُ وَالْبَغْضَاء أَبَدًا حَتَّى تُؤْمِنُوا بِاللَّهِ وَحْدَهُ

"Bi rastî ji we re di Îbrahîm û yên bi wî re de, mîsalek xweşik heye. Wan ji qewmê xwe re gotibûn: 'Em ji we û ji wan tiştên ku hûn ji Allah pê ve ji wan re îbadet dikin dûr in (berî ne). Em we înkar (tekfîr) dikin. Heta ku hûn îman bi Allah tenê neynin, di navbera me û we de, dijminantî û kerbek ebedî dest pê kiriye.' …" [1]

Hemd ji Allahê Rabbê aleman re be ku ew xwedîyê destpêk û dawîya her tiştî ye. Ew Allah e azze we celle ku welîyê mutteqîyane û neyarê dîn mexlûb dike. Salatê herî xweşik û selamên herî kamil ji wî Nebî û rêberê me re be ku dibêje: 'Çawa ku Allah azze we celle, Îbrahîm ji xwe re wek xelîl girtibû; min jî, ji bo xwe kiriye dost (habîb).' [2]

Ez vê berhema xwe teqdîmê xwendevanên bi rûmet dikim ku, berîya neşir bibe gelek caran wek fotokopî hatibû zêdekirin û di nav ciwanan de belav bibû. Nusxeya ku min bi destnivîsa xwe nivîsandibû, li Pakistanê min ji hin birayan re hedîye kiribû. Ev kitêb di wê hengama ku min herûdaîm cihê xwe degîş dikir/digewirand de hatiye amadekirin. Wê deme min jî kitêba "Di Kemîn Danîna Li Ser Dawet û Dawetvanên Tewhîdê de Metodên Taxûtan" dinivîsand. Ev berhema di destê we de qismek ji wê kitêbê ye. Wan birayan digel ku di wê bê îmkanîyê de bûn jî, vê qisma hane neşir (çap) kirin û belav kirin. Va, serpêhatîya derketin û çapkirina vê berhemê wisan çêbû.

Piştre Allah azze we celle bi nîmet û ihsana xwe min ji esaretê rizgar (xelas) kir. Min jî, ji nû de destpêka amadekirina kitêbê kir. Lewre der heqê vê kitêbê de ez gelek caran bibûm şahidê kîndarîya dijminên Allah azze we celle û daweta tewhîdê. Hemdê bê hed ji Allah azze we celle re be ku ev kitêb kiriye sitrîya qiriqa wan û êşa dile wan û birîna kezeba wan. Hêvîya min ji Allah azze we celle ev e ku vê berhemê ji bo me bike wesîleya dilşadîyê û ji bo taxûtan jî bike mêrga dirî û sitrîyan.

Bi rastî ji dema ku ev kitêb neşir bû pê ve pir kesan zimanê xwe dirêjî me û da'weta da'wa tewhîdê kirin. Bêbextîyên wisan kirin sitûyê me ku qethîyen haya me ji wan tiştan tûne bûn. Belê min texmîn dikir ku ewan kesên bêbext dê me rexne bikin û li gorî dile xwe hişyarî û şîretan li me bikin. Herweha mirovek ji wan kesan li welatê Quweytê di mescîdekî de dema xutbeya înê dide ji bo me vê bêbextîyê kir: "Ew, temamê insanan wek kâfir dibînin û herkesi tekfîr dikin. Ewana xwe bixwe tenê ji Milletê Îbrahîm dihesibînin."

Ew kesên ku besîreta wan bi ronahîya wehîyê ronak bûne û li pey heqê ne baş dizanin ku navbera min û ewan kesan de rewş, weke gotina şair e:

Eger Allah bixwaze

Fezîleteke jibîrbûyî belav bike

Zimanekî hesûd lê mûsellet dike.

Ji bo ku Milletê Îbrahîm di vê kitêbê de bi teferruat em îzah bikin me hewl da. Êdî tu jî, ji bo fêmkirina wê hewl bide û guh ne de teqereqên muxalif û dijberan. Ez ji Allah azze we celle hêvî dikim ku bibe alîkarê dînê xwe û neyarên xwe bimihîne. Hetanî em li heyatê bin me hemuyan ji bo Milletê Îbrahîm bike alîkar û leşker. Van amelen me qebûl bike û heyata me di rêya xwe de bi şehadet biqedîne. Bêguman Allah, Kerîm e.

Salat û selamên Allah azze we celle li ser Nebîyê wî Muhammed aleyhissalâtuwesselam û li ser âl û eshabîyên wî be.

Ebû Muhammed Asim

1405 ê Hicrî

Îzahkirina Milletê Îbrahîm

Allah azze we celle der heqê Milletê Îbrahîm de wiha ferman kiriye:

وَمَنْ يَرْغَبُ عَنْ مِلَّةِ اِبْرٰهيمَ اِلَّا مَنْ سَفِهَ نَفْسَهُ وَلَقَدِ اصْطَفَيْنَاهُ فِي الدُّنْيَا وَاِنَّهُ فِي الْاٰخِرَةِ لَمِنَ الصَّالِحين

"Ji yê aqilsivik pê ve kî berê xwe ji milletê (ji dînê) Îbrahîm vedigerîne? Sond be; me ew li dinyayê (bi pêxemberî) hilbijartiye û ew muheqeq li axiretê jî, ji salihan e." [3]

Allah azze we celle di ayetekî din de, ji Nebîyê xwe Muhammed aleyhissalâtuwesselam re wiha ferman dike:

ثُمَّ أَوْحَيْنَا إِلَيْكَ أَنِ اتَّبِعْ مِلَّةَ إِبْرَاهِيمَ حَنِيفًا وَمَا كَانَ مِنَ الْمُشْرِكِينَ

"Piştre me ji te re wiha wehîy kir: ' Berê xwe bide rêya rast û tabiê milletê (dînê) Îbrahîm be! Ew ne ji muşrîkan bû." [4]

Tevlî vê safîbûnê Allah azze we celle ji me re menhec û rêya ku em wê bişopînin nîşan daye. Menheca heq û rêya rast Mîlletê Îbrahîm e.

Di vê de tu girtîbûn û gelcoyîtî tune. Kesên ku ji vê rêyê rû vedigerînin ewana kêmaqil û hişsivik in. Hatîne xapandin û ew xwe ji Îbrahîm aleyhisselam zanatir dihesibînin. Wekî ku dibêjin 'Ev rê û menhec, dê bibe sebebê gelek fitne û xerabîyên di aleyhîya misilmanan de', sebebê vê hereketa wan jî qaşo 'meslehetên da'wê' ye an jî hincetên din in.

Lê ya rast Allah azze we celle di Qur'anê de bi van ayetan pesnê Îbrahîm aleyhisselam dide:

وَلَقَدْ آتَيْنَا إِبْرَاهِيمَ رُشْدَهُ مِن قَبْلُ وَكُنَّا بِه عَالِمِينَ

"Sond be; me di berî vêya de rûşd dabû Îbrahîm. Jixwe me bi wî zanîbû." [5]

وَلَقَدِ اصْطَفَيْنَاهُ فِي الدُّنْيَا وَاِنَّهُ فِي الْاٰخِرَةِ لَمِنَ الصَّالِحين …

"… Sond be; me ew li dinyayê (bi pêxemberî) hilbijartîye û ew li axîretê jî ji salihan e." [6]

Allah azze we celle; ji Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam re pesnê Îbrahîm aleyhisselam û da'weta wî yê tewhîdê dide. Ji bo ew jî tabiê da'weta Îbrahîm bibe, emir da Muhammed aleyhissalâtuwesselam ku ew xatemu'l enbîya ye. Kesên ku ji rê û menheca wî rû vegerandine jî, bi navê sefîh (gewzeger) wesifandiye û binav kiriye.

Milletê Îbrahîm; beraet û dûrketina ji şirkê û ji ehlê şirkê ye.

Milletê Îbrahîm; bi maneyeke umumî ji Allah azze we celle re îbadet kirin e.

Îmam Muhammed b. Abdulwehhab rahîmehullah wiha dibêje:

"Di îslamê de qaîdeyên bingehî dido ne:

Qaîdeya ewil (a yekemîn): Îbadet tenê bitenê xweserî Allah azze we celle bê kirin. Ji Allah azze we celle re qet tu kes an tiştên din şerîk neyê çêkirin û teşwîq kirina însanan bi vê hêlî de û li gorî vê esasê dostanîya bi însanan re û tekfîr kirina wan kesên ku vê qaîdeyê diterikînin.

Qaîdeya duyemîn: Der heqê îbadetê de, li dijî şerîk çêkirina ji Allah azze we celle re hişyarkirina însanan. Di vê mijarê de tevgera bêtawîzî û dijminahîya li gorî vê qaîdeyê û tekfîr kirina kesên ku ji Allah azze we celle re şerîk çêdikin."

Belê, ha ev tewhîd e. Ev bange ku temamê Rasûlan aleyhîmûsselam qewmên xwe gazî wê kirine. Û ev, maneya kelîmeya 'Laîlaheîllallah' e. Di îbadetê de tewhîd kirina Allah azze we celle û îxlas e. Dostanîya ji Allah azze we celle û ji dostên wî re ye. Înkar kirina her çi tiştên ku ji Allah azze we celle pê ve îbadet li wan tên kirin e û durketina ji wan û neyartîya dijminên Allah e.

Ev, di heman demê de tezahûra tewhîda îtîqadê û tewhîda amelê ye. Sûreya îxlasê delîlê tewhîda îtîqadê ye. Sûreya kafîrûn jî delîlê tewhîda amelan e. Herweha Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam ji ber ehemmîyeta wan, van her du sûreya bi piranî tekrar (dubare) dikir û xusûsen di nimêja sûnneta sibehê û nimêjên din de jî gelek caran dixwend.

Hişyarîyeke Muhîm

Îro hinek însan wiha zen dikin ku bi van helwest û tevgeran re bûyîna ji Milletê Îbrahîm dê pêk bê:

• Sukûta li hemberî ehlê batil,

• Bereata (dûr ketina) ji wan,

• Berpêş kirina hin gotin û îdîayan…

Nexêr!

Ev, fikr û ramaneke pir şaş e.

Em dixwazin ji wan kesan re viya bibêjin: Heke bûyîna ji Milletê Îbrahîm bi tenê bi vê awayê pêk bihatibana, qewmê wî, Îbrahîm aleyhisselam dê neavêtana nava agir.

Îbrahîm aleyhisselam eger tawîz bidana wan û der heqê batilên wan de sukût bikirana û di aleyhîya pût û senemên wan de qet mijûl nebûya û neyartîya xwe yê ji wan re eşkere nekirana û bi dostanî û bi dijminahîya fîsebîlillah û hezkirin û neyartîya ji bo Allah azze we celle amel nekirana û aqîdeya tewhîdê hema bi tenê wek dersên teorîk bixistana meydanê, bêguman qewmê wî jî dê temamê derîyan jê re vekirana. Eger bi vê awayê hereket bikirana, weke dibistan û enstitûyên îro ku li ser navê tewhîdê vedibin dê jê re jî destûra çêkirina cihwarên ders û talîma tewhîdê bidana. Hetanî lewheyên pir mezin ku li ser wan 'Dibistana Tewhîdê', 'Enstitûya Tewhîdê', 'Fakûlteya Da'wet û Usulu'd-Dîn' nivîsîye dê bieliqandana.

Ev dibistan û enstitû û zanîngehên hanê di mijarên Tewhîd û îxlasê de bi hezaran lêkolîn û mastir û tez ên akademîk hazir bikirana jî, kes ji kar û şixûlên wan aciz nedibû. Hetanî behsa batilên wan nekin û temasa rûreşîya wan ê di pişt perdeyan de nekin wê pir rehet bikin. Wê ji wan re hedîye û diyarîyan û îcazet û dîplomeyan û sifetên muhîm bibexşînin. Çimkî ev aqîde hetanî di nava heyatê de cih negire û neyê tetbîqkirin qethîyen tu tesîra wî an jî zerara wî li ser taxûtan û pergala wan a gerdûnî (sîstema kufrê a kûrewî) çênabe.

Şêx Abdullatîf b. Abdurrahman rahîmehullah wiha dibêje:

"Qethîyen nayê hizirkirin ku mirovek bi tewhîdê bizanibe û pê amel bike digel vê yekê nebe neyarê muşrîkan. Di der heqê wî kesî ku neyartîya muşrîkan nake de, kes nikare bêje 'Ew bi tewhîdê baş dizane û pê amel dike.' " [7]

Eger Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam di destpêka da'wetê de hişsivikî û cehaleta Qureyşîyan nexistibana holê pût û pelatên wan şermezar nekirana û ew ayetên ku Lat û Menat û Uzza zem dikin û dîsa ew ayetên ku behsa Ebû Leheb û Welîd û hempayên wan dikin û sûreya Kafîrûn ji wan biveşartana (Em Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam ji vê tiştê tenzîh dikin) bêguman muşrîkên Qureyşê dê bi wî re runîştibana û îkramê jî lê bikirana. Digel vê yekê ûrê deveyê ne diavêtin ser wî û wan îşkenceyên ku di kitêbên sîyerê de sabit in li wî û li eshabîyên wî ne dikirin. Herweha tu ihtiyacî bi zorahî û bi tengahî û bi westabûnê û bi hicretê nedima. Ev da'wa hanê, yanê da'wa dînê Allah azze we celle û welayeta li misilmana û beraeta ji ehlê batil; berî ferzkirina nimêj û rojî û heccê li misilmanan hatibû ferzkirin. Ew misilman hêj di serî de ji ber vê li îşkenceyan û ezîyetan û mûsîbetan dûçar mabûn.

Şêx Hamd b. Atîk rahîmehullah wiha dibêje:

"Mirovekî ji xwe bixwe re samîmî û aqilmend dema ku qenc bifikire, sebebê derxistina Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam ji Mekkeyê wê fêm bike. Ew Mekkeya ku li ser rûyê erdê cihê herî bi rûmet e. Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam dema eşkere kir ku bav û kalên wan rêşaş in û ew bixwe jî li ser dînekî şaş in, muşrîkê Qureyşê piştî vê yekê wî û eshabîyên wî ji Mekkeyê nefî/surgun kirin. Muşrîkê Qureyşê ji Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam dixwestin ku dest ji vê da'wê berde. Eger bernedin, wî û eshabîyên wî bi nefîya ji Mekkeyê tehdît dikirin. Ezîyeta muşrîkan wîqasî zêde bibû hetanî eshabîyan radîyallahuanhum êdî nikaribûn li berxwe bidin çûn cem Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam û ji vê halê xwe gazin kirin.

Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam tewsîya sebrê li wan kir. Daxwaza Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam jî ji wan ev bû; ew qewmên borî ku pir ezîyet kişandibûn bila wan ji bo xwe wek nimûne bigirin. Digel vî qasî Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam li eshabîyan emrê terikandina zem kirina dînê muşrîkan û gotin û bilêvkirina cehaleta wan nedaye. Bilakis wî, bi eshabîyên xwe re terka welatê xwe tercîh kir. Ew welatê ku li ser rûyê erdê bê misil û bê heval û bê bûha ye. Allah azze we celle di Qur'ana Pîroz de wiha ferman dike:

لَقَدْ كَانَ لَكُمْ فِي رَسُولِ اللَّهِ أُسْوَةٌ حَسَنَةٌ لِّمَن كَانَ يَرْجُو اللَّهَ وَالْيَوْمَ الْآخِرَ وَذَكَرَ اللَّهَ كَثِيرًا

'Sond be di Rasûlullah de ji bo we û ji bo wî kesî ku Allah û roja axîretê hêvî dike û bi piranî Allah zikir dike re nimûneyekî xweşik heye." [8] [9]

Va wiha! Taxûtên tu dewrê ji misilmanan qethîyen/teqez razî û dilxweş nebûne. Baş e, ew ji kîjan kesên ku bi navê 'misilman' in razî ne û ji hêla wan ve dilrihet in?

Kesên ku behsa rewşa wan a heqîqî nakin û mu'mînan dost nagirin û beraeta xwe ji neyarê îslamê îlan nakin û ji neyartîya taxûtan û îlahê wan ên sexte û sîstema/pergala wan ê batil dûr namînin û weke çivîka ku her du perê wê qutkirî û qop û xwar… Belê, ji bo wan, ha ev kes meqbûl in. Heta ku ne bi dilê wan be ew taxût li tu derî ji îslamê razî nabin. Bi îslamê re sulh nakin û zanîngeh û enstitûyan ji bo îslamê venakin. Destura pêkanîna mitîng û konferansên îslamî nadin. Musaedeya çapkirina rojname û kovar/dergî û kitêbên îslamî an jî weşangerîya radyo û televizyonên îslamî nadin.

Em vê rewşê bi eşkerehî li dewleta Erebistana Siûdî dibînin. Ev dewlet teşwîqa tewhîdê dike û piştgirîya çapkirin û belavkirina kitêbên tewhîdî dîke. Di têkoşîna/mûcadeleya qebirperestî yanê daxwaza alîkarîya ji mirîyan) û tesewûfê û şirkên weke nezer û potik girêdana dar û keviran de desturê dide âliman û heta wan teşwîq jî dike. Bi vê awayê çavên însanan girê didin.

Ev tewhîda hatîye parîkirin û kêmkirin û da'wetvanên vê 'tewhîdê', bi vê halê xwe dê ji rêveberan û ji sîstema kufrê timûdaîm teşwîq û alîkarî bibînin û dê bi wan re piştevanîyê bikin. Gelo çima nivîsên Cûheyman el-Ûteybî rahîmehullah û yên wekî wî ku nivîsên wan bi aqîdeya tewhîdê dagirtî ne destek/piştgirî nabîne, hetanî hicûm li wan berheman tên kirin. Hikumeta Siûdî çima piştgirî neda van nivîsa û teşwîq nekir?

Şêx Hamd b. Atîk rahîmehullah wiha dibêje:

"Ekserîyeta însanan di vê mijarê de şaş û xelet in. Ew wusa zen dikin ku kelîmeya şehadetê bi eşkerehî bêjin û bikaribin nimêja xwe bikin û ji mizgeftan dûr neyên girtin, eger di nava muşrîkan an murtedan de jî bijîn xwe wekî ku dînê xwe vikîvekirî derxistibin meydanê dihesibînin. Ya rastî bi vê zennê xwe ketine nav şaşîtîyekî pir kîret/xerab û ne xweşik. Vêya baş bizanibe! Sebeb û cûreyên/çeşîdên kufrê zehf in. Her civaka/topluma kufrê li gorî taybetîyên/xisûsîyetên xwe muheqqeq cûreyekî kufrê ku belavbûyî ye di nava xwe de dihewîne. Misilmanek di nav civaka kufrê de hetanî dijî hemû cûreyên kufrê dernekeve û neyartî û beraeta xwe bi eşkerehî nîşan nede wî dînê xwe rasterast nexistîye hole." [10]

Şêx, dîsa wiha dibêje:

"Eşkere kirina dîn; bi tekfîra kâfiran û bi zem kirina dînê wan û bi axaftina di aleyhîya wan de û dûr ketina ji wan û xwe strandina ji dilgermî û meyîldarîya wan û bi veqetandina ji wan pêk tê. Bi tenê kirina pênc wext nimêjê pêkanîna eşkere kirina tewhîdê ne mimkûn e." [11]

Şêx Îshak b. Abdurrahman rahîmehullah wiha dibêje:

"Ew kesên ku Allah azze we cellebesîretê ji wan sitendîye dibêjin 'Ji ber ku kâfir nabin astengê/maniê îbadet û perwerdehîyê, ev jî xûya dike ku dîn bi eşkerehî dertê meydanê!'. Ev îdîa û gotina wan pûç û betal e. Hem şerîet hem jî aqil vê îdîayê red dike." [12]

Ebu'l Wefa b. Akîl rahîmehullah wiha dibêje:

"Heke hûn bixwazin di nava însanan de pozîsyona misilmanan tesbît bikin, li qelebalixa ber derîyên mizgeftan nerênin. Esil li wan dewsê lingên ku ketine pey neyarê şerîetê binêrin. Esil stargeh, starbûna keleha tewhîdê û xwe lêgerandina hablûllah e. Dilsozîya dostên vê dînê ye. Li dijî mûxalif û neyarê vê dînê pir bi dîqat be. Amelê herî bi fezîlet ku însan nêzî Allah azze we celle bike, bûxza ji wan kesên ku dijî Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam radibin û cîhada li hemberî wan a bi dest û ziman û dil heta îmkan hebe bêdawî berdewam bibe." [13]

Dawîya Beşa (1.) Yekemîn (Dê berdewam bibe, înşaallah)

 

 

Wergera vê berhemê, ji teref Osman Sadikoğlu ve ji bo kovara Tewhîd hatiye çêkirin.

[1]        .     60/Mûmtehîne, 4

[2]        .     Qismek ji Hedîs a Cundub b. Abdullah ku Îmam Mûslîm ji wî merfûen rîwayet kiriye.

[3]        .     2/Baqara, 130

[4]        .     16/Nehl, 123

[5]        .     21/Enbîya, 51

[6]        .     2/Baqara, 130

[7]        .     Ed-Dureru's-Senîyye, Beşa Cîhadê,167

[8]        .     33/Ahzab, 21

[9]        .     Ed-Dureru's-Senîyye, Beşa Cîhadê,199

[10]       .     Sebîlu'n-Necat

[11]       .     Ed-Dureru's-Senîyye, Beşa Cîhadê,196

[12]       .     Ed-Dureru's-Seniyye, Beşa Cîhadê

[13]       .     Ed-Dureru's-Senîyye, Beşa Cîhadê,238

Bu Sayfayı Paylaş :