Loader
Küfrün Karanlıklarından, Vahyin Aydınlığına...

Der Barê Taybetîyên Mılletê Îbrahîm De 07-04-2018 Sayfa : 50-54 / Yazar : Osman SADIKOĞLU

 

Ji bo ku zihnê insanan ji temamê van şubheyan paqij bibe ez dixwazim li ser du xusûsîyetên/taybetîyên Milletê Îbrahîm bisekinim.

Taybetîya Yekemîn: Dûr bûn û înkar kirina taxûtan û ew îlahên sexte ku ji xeynî Allah azze we celle îbadet li wan tên kirin. Ev tu car nayê ewiqandin/texîrkirin. Bilakis hêj di destpêkê de ger bi eşkerehî bê îlankirin û bê tetbîq kirin.

Taybetîya Dûyemîn: eger ew civaka muşrîk li ser rêya batil israr bikin û asê bimînin dûr bûna ji wan jî taybetîyeke/xusûsîyeteke Milletê Îbrahîm e.

Heçî beyankirina der heqê van her dû taybetîyan/xusûsîyetan de:

Taybetîya Ewwil: Ev taybetî, şamilê înkarkirina hemû taxûtên ku ji xeynî Allah azze we celle li wan îbadet tên kirin e. Ev taxût; divê pûtên ji keviran hatibin çêkirin be, an qebr û dar, an roj û heyv, an jî qanûnên beşerî bin; hewceye ku ew kesê ji Milletê Îbrahîm xwe ji van tiştan bitemamî dûr bigire. Da'weta Nebî û Rasûlan aleyhîmûsselam û Milletê Îbrahîm; hêj di destpêka vê rêyê de înkar kirina îlahên sexte ku ji xeynî Allah azze we celle îbadet li wan tên kirin û îlankirina neyartî û nefreta wan û kêmxistina rûmeta wan û kêmkirina poz û pozîsyonê wan û eşkerekirina sextekarî û kêmmayîna wan hewce dike. Destpêka da'weta hemû Rasûlan aleyhîmûsselam bi van qewla bû:

… أَنِ اعْبُدُواْ اللّهَ وَاجْتَنِبُواْ الطَّاغُوتَ

"… Bitene ji Allah re abdîtîyê bikin û xwe ji taxût biparêzin…" [1]

Allah azze we celle der heqê Îbrahîm aleyhisselam ê henîf de wiha ferman hiriye:

"(Îbrahîm) got: ' Ma hûn dibînin kû hûn ji çi re îbadetê dikin?

Hûn û kalên xwe.

Ew tev dijminên min in, Rabbê alemê ne tê de (ew dostê min e)." [2]

… يَا قَوْمِ إِنِّي بَرِيءٌ مِّمَّا تُشْرِكُونَ 

"… Gelî qewmê min! Ez ji wan tiştên kû hûn pê (ji Allah re) şirîkatîyê dikin, dûr im." [3]

وَإِذْ قَالَ إِبْرَاهِيمُ لِأَبِيهِ وَقَوْمِهِ إِنَّنِي بَرَاء مِّمَّا تَعْبُدُونَ إِلَّا الَّذِي فَطَرَنِي فَإِنَّهُ سَيَهْدِينِ 

"Demekî Îbrahîm ji bavê xwe û ji qewmê xwe re wiha gotibû: ' Ez ji wî tiştê ku hûn jê re îbadetê dikin dûr im (berî me).

Ez bi tenê ji ew ê ku ez xwuliqandime re îbadetê dikim. Lewre wê ew min bigihîne hîdayetê." [4]

Ev peyva Allah azze we celle a di der heqê qewmê Îbrahîm aleyhisselam de pir baldar e:

قَالُوا مَن فَعَلَ هَذَا بِآلِهَتِنَا إِنَّهُ لَمِنَ الظَّالِمِينَ قَالُوا سَمِعْنَا فَتًى يَذْكُرُهُمْ يُقَالُ لَهُ إِبْرَاهِيمُ 

"(Gotin:) kî ev anîye sere îlahên me? Bêguman ew ji zaliman e. Hinek ji wan gotin: 'Me bihîst xortekî ku jê re Îbrahîm dihate gotin, dev diavête wan'." [5]

Mufessîran, kelîmeya '…dev diavête wan…' wek 'wan zem dikir û biçûk didît û rûmeta wan kêm dixist' tefsîr kirine.

Kîtab û sünnet bi delîlên li ser vê mijarê dagirtî ne. Ji nava wan delîlan; dema ku Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam li Mekkeyê bû, helwest û tevgera wî a biçûkdîtina pûtên Qureyşîyan û berî bûn û înkar kirina wan û bi eşkerehî bikaranina wî yê van tiştan ji me re bes in. Sirf ji ber vê helwesta wî ya bi qerardarî/bi biryardarî, Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam bi navê 'Sabiî' (yanê ew kesê ku ji dînê xwe vegerîyaye) binav kiribûn.

Heke tu dixwazî ji van gotinên me emîn bibî, serî li wan ayetên Mekkî bide. Dema çend ji wan nazil dibûn hema di gavê de bi lezgînî bi şerq û xerbê ve, bi bakur û başûr ve belav dibûn û di kolan û malan de û di cîvat û meclîsan de li ser ziman digerîya. Ev ayetên hanê ji bo Ereban pir zêde bi fêmbarî û vikîvekirî bûn. Xîtaba li wan dihat kirin pir zelal bû. Lat û Menat û Uzza serî de, wê dewrê çiqas pûtên Ereban hebûn, Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam temamê wan kêmdidît û bangî dûrmayîna ji wan dikir. Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam bitene hişyarker bû û ji wan tiştan yek tenê jî neveşartibû.

Ew kesên ku îro bi meqseda da'wetvanîyê xwe didin pêş divê li ser vê heqîqetê baş bifikirin û xwe li gorî vê heqîqetê bikişînin hisabê. Lewre mimkun nîne ku da'wetvanên vê da'wetê ji bo alîkarîya dînê Allah azze we celle têkevin rê û piştre vê qaîdeya bingehî (ku ev qaîde di heman demê de rêya Rasûlan û Nebîyan e) piştguh bikin. Em tev dizanin û şahidin ku qanûnên beşerî îro çiqas belavbûyî ne. Lewma divê ku da'wetvan bi awayê kêmxistina qanûnan û bilêvkirina pûçbûna van (qanûnan) ji însanan re evan tiştan eşkere bike:

• Bi eşkerehî înkar kirina van (qanûnan),

• Îlan kirina dijminahîya van (qanûnan),

• ji bo dûr mayîna van (qanûnan) da'wetvanî û gazîkirina li însanan,

• Îzahkirina xapînokîyên vê rejimê û tinazkerîya wan ê bi însanan re,

• Di tabîbûna Milletê Îbrahîm de nimûne girtina Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam.

Eger da'wetvan bi vê awayê hereket nekin, bi vê awayê tevnegerin gelo wê heq kingê û çawa dekeve holê?

Wê însan heqîqeta naveroka dînê îslamê çawa hîn bibin û navbera heq û batil ligel dost û dijmin çawa ji hev du biveqetînin?

Dibe ku hinek însan mesleheta da'wê û taloka/xetereya fitneyê bidin pêş. Bi rastî fitneya herî mezin veşartina tewhîdê ye û tevlîhev kirina dîn bixwe ye. Ka fitneyekî ji vê mezintir heye? Ji pêkanîna Milletê Îbrahîm û ji eşkere kirina dostanîya dînê Allah azze we celle û dijminahîya taxûtan ku ji xeynî Allah azze we celle îteat û îbadet li wan tên kirin pê ve meslehetekî mezintir heye?

Eger misilman ji bo vê nekevin astengîyê û di vê rêye de milên xwe nedin hevdû ka wê astengîya çi bikişînin? Înkar kirina temamê taxûtan li ser hemû kesên ku teslîmê destpêka kelîmeya şahdehîyê bûne, wacib e. Eşkere kirina vê û derxistina holê jî, dîsa ji wacîbatên muhim in. Muheqqeq divê ku cemaetên misilman (yan jî hema qet nebe ji her cemaetekî komek) vê heqîqetê bi eşkerehî biqîrînin. Hetanî ku ev rastîya hanê bê naskirin û belav bibe. Bi vê awayê ne tenê di dewra hêzdarîya xwe de, bilakis di dewrên qelsbûna xwe de jî çawa ku bi tilîyan nîşan didan û xwe jê disitrandin/mihafeza dikirin û bi neyartîya îlahên wan ên sexte dihat wesifandin, ha ev cemaetên misilman jî li gorî nimûnetîya Rasûlullah aleyhissalâtuwesselam divê ku xusûsîyeta wan ên xuyaye û elametên wan ên cudahî hebin.

Ew da'weta ku hinek da'wetvan li ser navê 'meslehet'ê pêk tînin gelo da'wetekî çawa ye? Ew dînê ku dixwazin pêk bînin ecêba dînekî çawa ye? Lewre ekserîyetê wan pesnê (qismekî) qanûnên beşerî didin. Heta ku li ser bêterefîya van qanûnan xwe bixwe dikin şahid. Berevaja Milletê Îbrahîm de tevdigerin, hereket dikin. Ji bo girêdayî mayîna makeqanûn/qanûna bingehî ya laîkî re sond dixwin û hûrmetên xwe teqdîmê wan dikin. Di muqabilê ku li hemberî wan de înkar kirina wan û neyartîya wan îzhar bikin, riza û dostanîya xwe pêşkêşî wan dikin.

Wê evan kesên hanê da'wa tewhîdê belav bikin û pêk bînin? Ev kesên ku li ser mijara eşkerekirina dîn û tekfîra rêveberên/îdarecîyên taxût û guherandina şerîeta Rahman azze we celle ligel hikûm danîna bi qanûnên beşerî qet nasekinin dê ew çawa aqîda tewhîdê temsil bikin?

Çimkî ew kesên hanê di sere pêşî de sond xwarine.

Ji bo çi sond dixwin?

Ji bo hûrmet nîşan dayîna+ sîstema/pergala taxût û qanûnên şirkê… Lê ya rast ew bi red û înkar kirina pergala taxûtî û qanûnên şirkê hatibûn emirkirin.

Taybetîya Dûyemîn: Ev xusûsîyet şamilê dûr bûn û înkar kirin û buxza li muşrîkan bixwe û îzhar kirina neyartîya wan e.

Îbnu'l Qayyîm rahîmehullah wiha dibêje:

"ji xeynî kesên ku tewhîdê enceq xweserê Allah azze we celle kirine û bi nefret kirina muşrîkan nêzî Allah azze we celle dibin pê ve kes ji şirka mezin xelas nebûye." [6]

Divê qenc bê zanîn ku dûrketina ji muşrîkan ji dûrketina îlahên wan mûhimtir e.

Şêx Hamd b. Atîk rahîmehullah di berhema xwe yê 'Sebîlu'n-Necat we'l Fîkek' de wiha dibêje:

"Di qewlê ' … Em ji we û ji wan tiştên ku hûn ji Allah pê ve ji wan re Îbadet dikin dûr in (berî ne)…' [7] ayetê de nuqteyekî herî xweşik heye. Allah azze we celle berî bûna ji muşrîkan, ji dûrketina pût û pelatên muşrîkan pêştir rêz kiriye. Lewre xusûsa ewwil ji ya duyemîn mûhimtir e.

Dibe ku mirov xwe ji putan berî bike lê xwe ji mûşrîkan dûr neke. Herwiha ew mirov dê wezîfeya xwe pêk neanîbe. Eger ji mûşrîkan dûr bimîne, ev dûrbûna wî hewcetîya berî bûna pûtên wane jî. Ev mesele di ayeta Qur'ana Pîroz de wiha tê beyankirin:

وَأَعْتَزِلُكُمْ وَمَا تَدْعُونَ مِن دُونِ اللَّهِ وَأَدْعُو رَبِّي عَسَى أَلَّا أَكُونَ بِدُعَاء رَبِّي شَقِيًّا 

"Ez ji we û ji wan ên ku hûn îbadetê li wan dikin berî me û ji Rabbê xwe re dûa dikim. Ez hêvî dikim ku bi dûayên ji Rabbê xwe re dikim bedbext (bextreş) nebim." [8]

Allah azze we celle berî bûna muşrîkan, ji berî bûna pût û sanemên wan pêştir digire. Ev ayet jî der heqê vê mijarê de mîsal in.

فَلَمَّا اعْتَزَلَهُمْ وَمَا يَعْبُدُونَ مِن دُونِ اللَّهِ

"Dema (Îbrahîm) dev ji wan û dev ji wan tiştên ku ji Allah pê ve jê re îbadet dikirin berda …" [9]

وَإِذِ اعْتَزَلْتُمُوهُمْ وَمَا يَعْبُدُونَ إِلَّا اللَّهَ

"Madem we xwe ji wan û ji pûtên ku ji xeynî Allah îbadetê li wan dikirin dûr kir…" [10]

Divê em li hûrgilîya di ayetê de dîqat bikin. Çimkî ev mesele ji bo însan derîyê neyertîya dijminê Allah azze we celle vedike. Gelek însan hene ku ji Allah azze we celle re qethîyen şirîk çênake lê mûşrîkan wek neyar nabîne û ji ber vê, emrê ku di dînê hemû pêxemberan aleyhîmûsselam de heye pêk neanîye. Bi vê halê ew ne misilman e." [11]

Emê li ser vê mijarê jêgirtinekî ji kîtêba Şêx Abdullatîf b. Abdurrahman rahîmehullah bikin.

"Mirov carînan ji şirkê xelas dibe û ji tewhîdê hez dike. Lê ji ber ku ji mûşrîkan berî nabe û welayeta xwe nade ehlê tewhîdê û nabe alîkarê misilmanan ev hemû jê re dibin kêmasî. Herwiha dibe tabiê hewayê xwe û dikeve hin qismên şirkê û terka bingeha tewhîdê dike. Hezkirina wî jî û bûxzkirina wî jî ne ji bo Allah e. Welayet û beraeta wî ne ji bo Allah ê ku wî xûliqandîye û surete xweşik dayê wî re ye. Hâlbuki ev ên ha bi temamî di bergeha/di çarçoveya kelîmeya 'Laîlaheîllallah'ê de mewcûd in." [12]

Şêx wiha pê de diçe:

"Ew amela bi fezîlet ku însan nêzî Allah azze we celle dike; buxza ji wan mûşrîkên dijminê Allah azze we celle û neyartîya wan û cîhada li dijî wan e. Mirovek ji dost girtina wan enceq bi vê awayê xelas dibe. Bi qasî ku vê biterikîne di navbera xwe û mûşrîkan de, wê dostanî derkeve holê. Bi vê sebebe, ji hereket û têkilîyên ku bibe sebebê verihoştin û xiritandina îslamê ger bi şîdet/bi qewîtî dûr bê mayîn.

Şêx Muhammed b. Abdulwehhab rahîmehullah wiha dibêje:

"Divê ku misilmanek bi eşkerehî bêje ez ji ûmmeta îslamê me. Herwiha wê hêzderê wan be û ewê jî bi wan hêzdar bibe. Bitenê bi vê awayê dê bikaribin taxûtan bitirsînin." " [13]

Şêx Hûseyîn û Şêx Abdullahê kûrên Şêx Muhammed b. Abdulwehhab rahîmehumullah li ser pirsa der heqê wî kesî ku ketiye vê dînê û ji îslam û ji misilmanan hez dike lê belê neyartî û buxza wî ji mûşrîkan re tune û wan tekfîr nake de, vê cewabê didin: "Ew kesê ku bêje 'Ez dijminîya mûşrîkan nakim' an 'Belê ez dijminê mûşrîkan im lê ez ewana tekfîr nakim" ha ew kes ne misilmanekî muwahhîd e. Ew ji wan kesane ku Allah azze we celle der heqê wan de wiha ferman dike:

ِنَّ الَّذِينَ يَكْفُرُونَ بِاللّهِ وَرُسُلِهِ وَيُرِيدُونَ أَن يُفَرِّقُواْ بَيْنَ اللّهِ وَرُسُلِهِ وَيقُولُونَ نُؤْمِنُ بِبَعْضٍ وَنَكْفُرُ بِبَعْضٍ وَيُرِيدُونَ أَن يَتَّخِذُواْ بَيْنَ ذَلِكَ سَبِيلاً. أُوْلَئِكَ هُمُ الْكَافِرُونَ حَقًّا وَأَعْتَدْنَا لِلْكَافِرِينَ عَذَابًا مُّهِينًا

"Bêguman ew ên ku Allah û Rasûlên wî înkar dikin û dixwazin cudahîyê bêxin navbera Allah û Rasûlên wî dibêjin 'Em îman bi hineka tînin, qismekî jî înkar dikin' û herwiha dixwazin ku di navbera vê (kufr û îmanê) de rêyeke din bigirin. Ha ev bê şik kafir in. Me ji bo kafiran ezabekî zelîlkiri hazir kiriye." [14]

Darîçava ye ku hetanî ji şirka xwe paqij bibe (bi dîyarkirina wucûbîyeta buxza di qelb de) eşkerekirina neyartîya mûşrîkan û berî bûna wan de kesên 'muellefetu'l qulûb' in ne tê de ne. Kesên ku dijminahîya dînê Allah azze we celle nakin ew jî di vê çarçovê de nayên nerxandin. Meseleya ku em li ser disekinin, der barê îlankirin û bi eşkerehî derxistina holê ye. Nexwe ne ew însan tenê, hetanî ji zordar û zaliman re jî di destpêkê de teblîx û da'weteke bi hikmet û xweşik tê kirin. Heke îcabetê vê da›wetê bikin ew jî birayên me ne. Bi qasî ku îteata Allah azze we celle bikin emê ji wan hez bikin. Heq û hiqûqê me her çi bin dê ev heq û hiqûq ji bo wan jî muteber û rewacdar be.

Lê belê piştî ku hûccetên/delîlên apaşkere ji wan re hat teqdîm kirin digel vî qasî heqqê qebûl nekin û li ser batilê israr bikin û bi vê awayê di sefên dijî dînê Allah azze we celle de cih bigirin, êdî ji bo wan muameleya bi hilm û nezaket diqede. Di rewşekî wisan de eşkerekirina berî bûna wan dibe wacib. Daxwazîya hîdayeta mûşrîkan û kafiran û ji bo qezenckirina kesên ku bibin piştgirê dîn, di teblîxê de tevgerîn û nesîhetên bi hilmû û xweşik ligel meseleya hûb û buxz û welayet û beraetê ger ji hevdû bên cudakirin. Lewre veqetandina van herdu meseleyan pir muhim e. Ekserîyetê însanan van meseleyan tevlîhevdû dikin. Herwiha der heqê nassên wekî 'Ya Rabbê min! Qewmê min bigihîne hîdayetê, çimkî ew nezan in' de dikevin nakokîyê/tenakûzê.

Îbrahîm aleyhisselam, ji ber ku bavê wî li ser şirka xwe israr dikir xwe jê berî kiribû. Weke ku tê zanîn li ser rûyê erdê kesê ku herî nêzî însan bavê wî ye.

Allah azze we celle wiha ferman dike:

وَمَا كَانَ اسْتِغْفَارُ إِبْرَاهِيمَ لِأَبِيهِ إِلاَّ عَن مَّوْعِدَةٍ وَعَدَهَا إِيَّاهُ فَلَمَّا تَبَيَّنَ لَهُ أَنَّهُ عَدُوٌّ لِلّهِ تَبَرَّأَ مِنْهُ

"… Lê belê çi dema ji Îbrahîm re eşkere bû ku bavê wî dijminê Allah e, xwe jê dûr kir…" [15]

Ev dûr bûn piştî da›weta bi hikmet û bi nesîheta xweşik pêk hatibû. Em di vê ayetê de dibînin ku Îbrahîm çawa xîtab li bavê xwe dike:

يَا أَبَتِ إِنِّي قَدْ جَاءنِي مِنَ الْعِلْمِ مَا لَمْ يَأْتِكَ فَاتَّبِعْنِي أَهْدِكَ صِرَاطًا سَوِيًّا 

"Bavo! Bi rastî îlmê ku ji te re ne hatiye ji min re hatiye…" [16]

يَا أَبَتِ إِنِّي أَخَافُ أَن يَمَسَّكَ عَذَابٌ مِّنَ الرَّحْمَن فَتَكُونَ لِلشَّيْطَانِ وَلِيًّا

"Bavo! Bi rastî ez ditirsim ku ji alîyê Rahman ve ezabek bigihîje te. Tu yê wê gavê bibî dostê şeytan." [17]

Allah azze we celle ji Musa aleyhisselam re wiha ferman dike:

فَقُولَا لَهُ قَوْلًا لَّيِّنًا لَّعَلَّهُ يَتَذَكَّرُ أَوْ يَخْشَى

"Jê re gotinên xweş û nerm bibejin. Dibe ku aqilê xwe bide serê xwe an jî bitirse (û ji rêşaşîtîya xwe vegere)." [18]

Li ser vê emrê dema ew jî wek qasid çû cem Fîr'ewn bi vê awayê pê re muamele kir û bi qewlên leyyîn (gotinên nerm û xweşik) dest bi da'weta xwe kir.

فَقُلْ هَل لَّكَ إِلَى أَن تَزَكَّى. وَأَهْدِيَكَ إِلَى رَبِّكَ فَتَخْشَى 

"Bibêje: Ma dilê te heye ku tu xwe paqij bikî? Tu dixwazî ez te bi bal Rabbê te ve rastê rê bikim, da ku tu jê bitirsî." [19]

Musa aleyhisselam ayet û mucîzeyan nîşanî wî da. Li hember vê yeke dema ku Fîr'ewn heq derewand û li ser batil inyad û israr kir çawa ku di ayetê de behs tê kirin Musa aleyhisselam wiha dibêje:

"Wî jî got: 'Qesem be tu bixwe jî dizanî ku ji Rabbê erd û asîmanan pê ve tu kesê din ev ayetên bi îbret nazil nekirîye. Bi rastî ez zen dikim ku tu helak û xirab bûyî, hê Fîr›ewn !" [20]

Heta ku Musa aleyhisselam ji wan re nifira dike û wiha dibêje:

"Musa gotibû: 'Rabbê me! Te di heyata dinê de ziynet û mal da Fîr'ewn û giregirên wî. Rabbê me! Ma te ev ji bo ku ji rêya te bizivirin da wan? Malê wan derbasî binê erdê bike û dilê wan teng bike. Lewre heta ew ezabekî bi êş û jan nebinin, îman naynin." [21]

Dawîya Beşa (3.) Dûyemîn (Dê berdewam bibe, înşaallah)

 

 

[1]        .     16/Nahl,36

[2]        .     26/Şuara,75-76-77

[3]        .     6/En'am, 78

[4]        .     43/Zuxrûf, 26-27

[5]        .     21/Enbîya, 59-60

[6]        .     Îxasetu'l Lehfan (Ev gotin li Şêyxu'lîslam Îbn Teymîye jî tê nisbetkirin.

[7]        .     60/Mumtehîne, 4

[8]        .     19/Meryem, 48

[9]        .     19/Meryem, 49

[10]       .     18/Kehf, 16

[11]       .     Sebîlu'n-Necat

[12]       .     Ed-Dureru's-Senîyye, Beşa Cîhadê, 681

[13]       .     Mecmuatu't-Tewhîd

[14]       .     4/Nîsa, 150-151

[15]       .     9/Tewbe, 114

[16]       .     19/Meryem, 43

[17]       .     19/Meryem, 45

[18]       .     20/Taha, 44

[19]       .     79/Nazîat, 18-19

[20]       .     17/Îsra, 102

[21]       .     10/Yunus, 88

Bu Sayfayı Paylaş :