Loader
Küfrün Karanlıklarından, Vahyin Aydınlığına...

Dı Da'wet Û Teblîxa Mılletê Îbrahîm De Bê Tawîzî Û Hılm 10-05-2018 Sayfa : 88-93 / Yazar : Osman SADIKOĞLU

 

Ew kesên ku ayet û hedîsên der heqê hilm û nezaket û hêsankirinê de bi giştîkirinê ji ser zimanê xwe kêm nakin lê belê van nassa di cih de bikarnaynin heke di mijara da'wetê de samîmî bin divê ku di vê meseleye de kur bifikirin û qenc pê serwext bin.

Mirovek ku, gelek da'wetvan bi uslûbên pir nerm û nazik da'weta tewhîdê lê hatibi kirin û axir êdî bizanibe ku hûkimdayîna ji xeynî hûkmê Allah -azze we celle- kufr e û tevgera bi vê awayê qethîyen ne caîz e; tevlî van xebatan hêjî (li ser batilê) israr bike û pozbilindîyê bike di vê rewşê de helbet hewce dike ku uslûb û rêbazên da'wetê bi lezgînî bê guherandin.

Ev kesên hanê bi xûyanîya xwe û bi gotinên şêrîn û bi weadên vir û vala û bi bahaneyên sexte di her fersendî de wan rebena dixapînin. Lê ya rast lîsanê halên wan îdîayên wan diderewîne. Çimkî roj bi roj li hember zêdebûna kufr û fesada di navbera însanan de bêdeng dimînin û hetanî tesdîq dikin. Tehdeyî li ser da'wet û da'wetvanên tewhîdê zêde dikin. Ji bo daxwazkarên islaha civak û dewletê re meydana/qada tevgerînê teng dikin û wan bi polês û îstîxbaratên xwe didin ber taqîbatan. Digel vê yeke îmkan û fersenda şixûl û xebatê didin wan kesan ku ew bixwe neyarê dînê Allah -azze we celle- ne. Ji bo belavkirina fesad û kufrê, amrazên/hacetên çapemenî/neşriyat û weşanên medyayê têxin xizmeta wan. Kesên ku dijî qanûnên wan dertên û qanûnên wan qebûl nakin û ji wan berî dibin û qiseta batilbûna van qanûnan ji însanan re dikin ji bo bên cezakirin qanûn û qerarnameyên nû derdixin. Tevlî daxwazîyên muwahhidên muslîh ku dizanin wacibe jî, digel vî qasî ji bo mer'îyeta şerîeta Allah -azze we celle- qet xwe tevnadin, hereket nakin.

Ha ji însanên wisan re tevgera bi hilm û pêkanîna aşîtîyê û tevgerîna nazikane û teqdîm kirina hurmet û pîrozkirina îd û cejnên wan an jî îzhara dostanîya wan ne caîz e. Çawa ku Îbrahîm -aleyhisselam- û mumînên pê re gotibûn em jî wiha dibêjin: Em ji we û ji qanûnên we û ji makeqanûna we yê şirkê û ji rêveberîya we yê kufrê dûr û berî ne. Em we înkar dikin. Hetanî hûn tewbe nekin û nevegerin Allah -azze we celle- û teslîmî wî nebin û bitenê bi şerîeta wî hikûm nekin di navbera me û we de xezeb û neyartîyeke daîmî dê xûya bibe.

Digel vê yeke; ji dostanîya wan, ji îteata wan, ji meşa li pey wan, ji ewlebûna bi wan û ji wezîfe girtina sazîyên wan ên wekî artêş (ordî) û îstîxbarat û polês ku bi vê awayê alîkarîbûna batilên wan û berdewama îqtîdar û parastina hikûmeta wan pêk tê û ji zêdekirina elalet û qelebalixa wan em xwe diparêzin.

Helwesta ulemayên ji selefê salih yên li hemberî siltan û rêveberên dewra xwe çiqas eşkere û zelal û bi biryardarî bû. Ma qiyasa siltan an xelîfeyên wê dewrê û taxûtên iro mimkun e? Belê helwesta da'wetvanên iro li hemberî rêveberan çawa ye? Selefê salih ji fakulteya zanistên civakî an siyasî mezûn nebibûn. Bi mehnîyên serwextiya der barê hîle û pîlanên dijmina de wan rojname û kovarê geni nedixwendin û ne jî taqîb dikirin.

Her wiha ne ji siltan û rêveberan tenê, xwe ji derî û derîzanên wan jî dûr digirtin. Lê belê yên ku li ser ziman dibêjin em peyrêw û tagîbkerê selef in bi rastî şeytan bi dînê wan dileyze. Çimki zehfê wan, tevli ku rêveberên taxût wan bêrûmet dikin û guhê xwe nadin wan, ew dîsa di oxira menfaetên dinyayê de dinê xwe îfsad dikin û ji ber derîzanên derîyên taxutan dûr namînin.

Selefê salih -rahîmehumullah- çûyina cem siltan û rêveberên zalim gedexe/yesak dikirin. Hetanî kesên bi xayeya emrê bi'l me'ruf û nehya ji munkeratan dixwestin biçin cem siltanan, destûr nedidan wan. Lewre vê ihtîmalê didan ber çav: Dibe ku ji ber îkramên siltan û rêveberan têkevin fitneyê û qelbê wan ji wan re nerm bibe û li hemberî xetayê wan bêdeng bimînin. Li gorî selefê salih, dûr mayîna ji siltan û rêveberan, dema ku îcap bike ji bo rexnekirina rewşa wan ên ne di cih de, weke helwesta herî baş qebûl dikirin.

Rehma Xwedê li Sûfyanê Sewrî be. Wî Ji nêz û dostên xwe re tewsîye dikir ku qethîyen tu carî pesnê rêveberên di îqtîdarê de ne nedin û xwe nêzî wan nekin û daxilê dîwanên wan nebin. Piştre wiha pê de diçe: "Der barê rêveberên xwe de pir bi dîqat bin. Nêzî wan nebin. Eger ji we re bibejin ' Heke hûn bibin hevparê karên rêveberîyê û nêzîkê rêveberan bibin ew çax dê sitendina heqê mezlûman wê pir hêsan bibe' qet bi van hîleyan nexapin. Bi rastî ev, hîeyekî Îblîs e." [1] Bi hinceta manî'bûna fesadê û kêmkirina zulme nêzîk bûn û bihevrebûna rêveberan bi eşkerehî tê red kirin û binavê 'Kemîna Îblîs' tê binavkirin.

Li ser vê xusûsîyetê divê baş bê fikirîn. Wî (Sûfyanê Sewrî) wekî wan da'wetvanên ku mesleheta dawê û hakimîyeta dîn di nav sîstema dijminên Allah -azze we celle- de dibînin û bi vê awayê ûmrê xwe zayî dikin vê gotinê nedigot:

"Birayêmin! Nêzî rêveberan bibe û hebûna xwe bide hesandin. Herwiha bi ketina parlamentoyê an ji biketina encûmena wezîran dê tu ye bikaribî zulmê kêm biki û pir feyde bidî birayên xwe. Dest ji vê meqamê bernede da ku ev meqam nekevin destê mucrîman û van megaman îstismar nekin." Bilakîs ew (Sûfyanê Sewrî) nêz bûna rêveberan wek rêyekî ku facîrên Qur'ana Kerîm dixwîynin ji bo hin menfaetên dinyayê bi dest bixin te'rîf dike.

Sûfyanê Sewrî dema van gotina dibêje dewra Ebbasîyan hêj nû dest pê kiribû. Van şîreta beriya dewrên xelîfeyên Ebbasîya Me'mun û Mû'tesim ên ku bid'etên xwe xistin holê û li gelek însana eziyet dikirin anibû ser ziman. Di wê dewrê de îzzet û heybeta xîlafetê di cih de bû û misilmanan welatan fetih dikirin û artêşên islamê li şerq û xerba dinyayê êrîş li kelehên kufrê dikirin. Digel vê yekê wî (Sûfyanê Sewrî) nêzikbûna rêveberên dewra xwe bi vê awayê diwesifand. Rewşa nêzîkbûna rêveberên îro ka wê çawa çêbe gelo? Allah -azze we celle- me ji halekî wiha mihafize bike.

Muhammed b. Abdulwehhab -rahîmehullah- wiha dibêje:

"Kesên ku bi xwedî bîd'et re rûnê wê ji van sê halan bi halekî ji wê dere rabe:

Rûniştina bi xwedî bîd'et, wê bibe sebep ku însanên din jî bi bal wî ve biçin û lê gûhdarî bikin. Rasûlullah -aleyhissalâtuwesselam- di hedîsekî xwe de wiha gotîye: 'Kî di îslamê de çexerekî/rêçekî xweşik veke û ew çexer (ew rêç) pey wî de bê tetbîq kirin û berdewam bibe, bê kêmkirina xêrên wan kesên ku vê çexerê didomînin, mislê xêra wan ji bo wî dê bê nivîsandin. Her kî jî di îslamê de çexerekî/rêçekî xerab derxe û ev çexer (ev rêç) pey wî de bê tetbîq kirin û berdewam bibe, bê kêmkirina gunehên wan kesên ku vê çexerê didomînin mislê gunehê wan ji bo wî dê bê nivîsandin' [2]

Di be ku di qelbê wî de ji bo xwedî bîd'et re hindik be jî xweşbînîyek pêk bê. Ji ber vê yekê ihtîmale ku lingê wî bişemite û di dawî de Allah -azze we celle- wî têxe cehennemê.

An jî dibe ku ew kes wiha bibêje: 'Wallahî gotinên wan min hîç eleqeder nake û ez ji xwe (ji dînê xwe) bixwe emîn im.' Her kî bi bawerîya wekî ku Allah -azze we celle- îmana wî sabît kiriye, der heqê dînê xwe de li hemberî Allah -azze we celle- emîn bibe Allah -azze we celle- wê nîmetê ji wî kesî distîne."

Belê, çawa ku ji qawlên wî tê fêmkirin hetanî naveroka wê de kufr tune be der barê rûniştina ehlê bîd'etê de ev tên gotin. Ev gotinên giran ji bo rûniştîyên bi ehlê bîd'et re be, gelo ji bo wan kesên ku bi evdalên qanûnên beşerî û mûşrîkan û murtedan re rûdinin de dê çi bihata gotin? Ew gotina wekî ' Ez ji xwe pir bawer im' ku di rewşa Sêyemîn de borî mixabin lingên gelekî da'wetvanên îro şemitandîye. Lewma ji bo neketina vê rewşê re ger pir zêde bi tedbir û bi îhtîyat bê tevgerîn.

Allah -azze we celle- beyan kiriye ku bi wan rêyên çelexwarî û hêvîya alîkarîya bi nêzîk bûna zaliman re tu meslehetên dînê îslamê qethîyen pêk nayê. Allah -azze we celle- di sûreya Hûd de (ku ev sûre pora Nebî -aleyhissalâtuwesselam- spî kiriye) wiha ferman dike:

وَلاَ تَرْكَنُواْ إِلَى الَّذِينَ ظَلَمُواْ فَتَمَسَّكُمُ النَّارُ وَمَا لَكُم مِّن دُونِ اللّهِ مِنْ أَوْلِيَاء ثُمَّ لاَ تُنصَرُونَ

"Meylî zilimkaran nekin, Nexwe dê agir bi we bigire. Jixwe ji Allah pê ve alîkarê we nîn e û hûn alîkarîyê jî nabînin." [3]

Bi awayê nêzîkahîya kafiran û meclîsa wan qet tu meslehetek bi dest nayê xistin û alîkarîya dînê Allah -azze we celle- jî ne mewzubehs e.

Lê ew, eger lêketina agir ji bo xwe wek meslehet dibînin em bi vêya nizanin!..

Gelî birayan!

Ji xewa giran şîyar bibin û guh nedin hemû dengan.

Mufessîran der heqê kelîmeya 'Meyl nekin' de wiha dibêjin: 'Ev kelîmeya rukn (yanê, meyîl) di ma'neya meyleke hindik de ye.'

Ebû A'lîye wiha îzah dike:

"Ev di ma'neya 'Hûn bi hezkirin û bi qewlên xweşik bi tu awayî meyla wan nekin' de ye."

Sûfyanê Sewrî -rahîmehullah- wiha dibêje:

"Kesên ku ji diwîtên (dolmaqelemên) wan re murekeb hazir dikin û devê qelemên (pênûsên) wan vedikin jî dikevin vê şimûlê/vê çarçovê."

Şêx Hamd b. Atîk -rahîmehullah- wiha dibêje:

"Heke bi qewlên xweşik be jî, kesê ku meyla xwe bide dijminê wî, Allah -azze we celle- wî kesî bi lêketina agir tehdît dike."

Şêx Abdullatîf b. Abdurrahman -rahîmehullah- li ser kelîmeya 'meylkirin'ê de piştî şîroveyên mufessîran teqdîm dike wiha dibêje:

"Tevlî dereceyên wî yên cudahî hebin jî gunehên li dijî Allah -azze we celle- tên kirin şirk e. Wekî tinazên bi ayetên Allah -azze we celle- û rakirina hûkim û emrên wî ji mer'îyetê û wesifandina qanûnên ji xeynî hûkmê Allah -azze we celle- ku bi navê edalet tên binavkirin û tiştên ji van hêj fehştir pê ve bên kirin rewş zêde girantir dibe. Allah -azze we celle- jî û Rasûlê wî jî û mumîn jî dizanin ku evana kufr in. Kesekî ku di qelbê wî de heyat û pê re jî parîyek îzzet hebe, ji bo Allah -azze we celle- û Rasûlê wî -aleyhissalâtuwesselam- û dînê wî û Kîtêba wî dê li her derî û li her cîvatî de li hemberî van bisekine û ji wan dûr bimîne. Ew tiştê ku bi cîhada dijmin re wê derkeve rastê ev e. Xenîmeta ku dê bi vê têkoşî[4]/mucadeleyê bi dest bikeve jî; eşkere kirin û da'we girtina dînê Allah -azze we celle- û zem kirin û dûrketina tiştên jî xeynî wî û berî bûna ji mihafizên wan/parezgerên wan e.

Birayêmin!

Bi hûkim û emrên Allah -azze we celle- ê ku ev şerîet nazil kiriye baş serwxt bibe. Lewre ev emr û hûkmên hanê wesîleya rakirina fesadê ne. Em alîkarî bi tenê ji Allah -azze we celle- dixwazin."

Şêx Muhammed b. Abdulwehhab -rahîmehullah- wiha dibêje:

"Gelî Birayên min! Ji Allah -azze we celle- îttîqa bikin û bi La îlahe îllallahê -ku ew destpêk û esasa dînê we ye- bi şid (şipşidandî) bigirin. Ma'neya vê kelîmeyê baş bizanibin û wê bi dilsozî qebûl bikin. Kesên ji hêla neseb û eşîrê ve ji we dûr bibin jî hûn herûdaîm hez mu'mînan bikin û wan wek birayên xwe bihesibînin. Taxûta red bikin. Dijminî û nefretê li wan bikin. Ji wan kesên ku ji wan hez dikin û wan diparêzin û wan tekfîr nakin û ji wan kesên ku wiha dibêjin jî buxz bikin: "Rewşa wan kafiran min qet eleqeder nake" an jî "Allah -azze we celle- min ji wan mes'ûl negirtîye." Çimkî kesê ku van dibêje der heqê Allah -azze we celle- de derewan dike û bextê xwe diavêje. Bêguman Allah -azze we celle- temamê misilmanan bi buxza kafiran mes'ûl girtîye. Eger birayên wan an zarokên wan an bavên wan bixwe jî bin, neyartî û tekfîr kirin û berî bûna wan li ser misilmanan ferz e. Hûn ji Allah -azze we celle- pir zêde îttîqa bikin. Xwe li vê esasê girêbidin. Hêvî dibe ku hûnê wek muwahhidên ku jê re qethîyen şirk çênekirine bigîhîjin Allah -azze we celle- .[5]

Hışyarîyeke Muhîm

Ji bo pêk anîna Milletê Îbrahîm û alîkarîya dîn û birêvebirina çalakîyên/fealîyetên xefî/veşarîtî de qet tu nakokî tûne. Ew meseleya ku li jorê em li ser sekinîn, usûla ku Nebî -aleyhîsselam- wek usûla veşarîtî tetbîq kiribû qethîyen betal nake. Di heyata Rasûlullah -aleyhissalâtuwesselam- de ji bo îsbata hebûna vê usûlê pir delîl hene. Lê bi rastî ev usûla veşarîtî hewceye ku di cihê xwe de bên tetbîq kirin. Cihê tetbîqa wê jî plankirin û amadehîya şer e. Digel vê yekê da'weta da'wa Milletê Îbrahîm û înkar kirina taxûtan û sîstema/pergala wan ên batil şamilê hewcetîyê tetbîqên eşkerehîya da'wetê ye. Yanê wekî qismên borî de ku me bal kişandibû, divê hêj di serê vê rêyê de ev helwest û tevgerîn bên eşkerekirina. Ew hedîsa Rasûlullah -aleyhissalâtuwesselam- ku wiha ferman dike "Komek ji ûmmeta min dê serdestîya wan berdewam bibe… " divê em vê hedîse jî bi vê awayê fêmbikin. Ji bo daxilbûna navbera wan û bilindbûna meqamên wan de veşartina esasen dîn û şalûzîtîya/çaplûsîya ji taxûtan re qethîyen ne tetbîqa Nebî -aleyhîsselam- bû. Bîlakîs tetbîqa wan kesane ku dikevin şîmûla vê ayetê:

لَكُمْ دِينُكُمْ وَلِيَ دِين

"Dînê we ji we re û dînê min jî ji min re ye" [6]

Ew birêxistinbûna xwe ser esasen îdeolojîyên beşerî dikin. Bi kurtahî di plankirinê de û di amadehîya şer de veşarîtî esas e. Lê belê di da'wet û teblîxê de jî eşkerehî esas e. Sebebê vê hişyarîya me, pir însanên nezan hin gotinan tînin ser ziman ku di nav wan de rêbirê ku însanan ji heqqê dûr dikin û da'weta Nebîyan -aleyhîmûsselam- baş fêm nekirine zêdetir in: 'Ev rêya ku hûn me jî gazî wê dikin dê me û planên me deşifre bike û tûnebûna fêkîyên ku dê netîce bide me dilezlezîne.'

Ji xwedîyê van gotinan re ewwilî ev tê gotin: Ev fêkîyên ku hûn dibêjin emê jê netîce bistînin tu wextî dê ne stewin û neyên xwarin. Heta ku çandina wan ne li gorî rêbaza Nebewî bê kirin, dê ev aqîbet neguhêre…

Piştî delîlên şer'î yên der barê Milletê Îbrahîm û da'weta pêxemberan -aleyhîmûsselam- de em dikarin bibêjin şahid û delîlên herî mezin, waqiayê der heqê xebatên da'weta îro ye. Esas sebebê zorahîya îro ku dertê pêşîya me ev e; aliman û da'wetvanan heqqê veşartine. Jiber vê yekê zarokên misilmanan cahil dimînin, di zihnê însanan de heq û batil tevlîhev dibe û helwesta di mijara welayet û beraetê de jî nedîyar maye. Eger ewana heqqê bê tirs û bi eşkerehî derxistibana holê û biqîrîyana û wekî pêxemberan -aleyhîmûsselam- li ber astengîya biçikîyana an tehemûl bikirana, îro ji bo însanan dê heq û batil vikîvekirî bibûna. Herwiha sefên ehlê heq û sefên ehlê batil dê ji hevdû biveqetîya û hinarîya (mesaja) Qur'ana Kerîm jî wê ragihîya/bigihîştana însanan. Eger alim û ehlê ilmê teqîyye bike û cahil jî li gorî nezanîna xwe biaxive wê heq kingê derkeve holê? Dînê Allah -azze we celle- û aqîda tewhîdê ji însanan re bi eşkerehî neyê gotin, gelo ew da'wetvan li hêvîya çi fêkîya dimînin?

Nexwe ew fêkîyên ku li hêvîyê ne 'Dewleta Îslamê'ye?

Ji ber vê da'wetê Tehdeyî jî bê serê da'wetvanan û leqayî musîbetan jî bibin bêguman armanc û xayeya wan ev e ku însanan ji zilûmatên şirkê derêxin û heqîqeta tewhîdê bi eşkerehî nîşanî wan bidin. Ev ji bo wan armanca herî muhim e.

Dîn enceq bi muhefezakirina wî û bi lîqabûna musîbetên di vê rêyê de dertê holê. Allah -azze we celle- wiha ferman dike:

 …وَلَوْلاَ دَفْعُ اللّهِ النَّاسَ بَعْضَهُمْ بِبَعْضٍ لَّفَسَدَتِ الأَرْضُ …

" … Eger Allah ji însanan komekî bi komekî din ne qewirandina wê dinya xirab biba…" [7]

Bilindkirina dînê Allah -azze we celle- û rizgarîya însanan ji her new'ê şirkê enceq bi vê awayê mimkûn û hêsan e. Xayeya/armanca ku di oxira wî de li musîbetan tehemûl bê kirin û qurban bên dayîn ev e. Dewleta Îslamê jî, ji bo pêk anîna vê xayeya/armanca mezin wesîleyeke. Di qiseta Eshabu'l Uxdûd de ji bo aqilmenda îbreteke pir mûhîm/giring heye. Lewre ew xortê da'wetvan -ku bi rastî da'wetvanekî dilsoz bû- ne xwedî dewletek bû û ne jî xwedî hêz bû. Her wiha bi eşkerehîyeke zêde da'weta tewhîdê derxiste meydanê. Alîkarîya dînê heq kir û gihîşte şehadetê.

Da'wetvan piştî ku bigihîje meqseda xwe ya herî mezin û pê ve êdî ji bo wî tu ehemmîyeta şewitandin û îşkenceyan û kuştinê namîne. Lewre ewana bêguman serdest in. Xwezî li wan…

Her wiha tê fêmkirin ku ew gotina 'Ew rêya ku hûn me jî gazî wê dikin dê me û pîlanên me deşifre bike û tûnebûna fêkîyên ku wê netîce bide me dilezlezîne' bêbinî ye. Çimkî ev da'wet, dînê Allah -azze we celle- ye ku wê ew vê dînê serdest û hakimê wan dînên din bike. Bêguman ev hakimîyet dê pêk bê. Bilindahî û alîkarîya vê dînê ne girêdahîya wan kesên ku gotinên bêbinî derdixin û ji rêya Allah -azze we celle- men dikin e. Allah -azze we celle- wiha ferman dike:

وَإِن تَتَوَلَّوْا يَسْتَبْدِلْ قَوْمًا غَيْرَكُمْ ثُمَّ لَا يَكُونُوا أَمْثَالَكُمْ…

" Eger hûn bere xwe jê biguherînin dê (Allah) qewmekî din bîne şûna we û ew (qewm) ne wekî we ne jî." [8]

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُواْ مَن يَرْتَدَّ مِنكُمْ عَن دِينِهِ فَسَوْفَ يَأْتِي اللّهُ بِقَوْمٍ يُحِبُّهُمْ وَيُحِبُّونَهُ أَذِلَّةٍ عَلَى الْمُؤْمِنِينَ أَعِزَّةٍ عَلَى الْكَافِرِينَ يُجَاهِدُونَ فِي سَبِيلِ اللّهِ وَلاَ يَخَافُونَ لَوْمَةَ لآئِمٍ ذَلِكَ فَضْلُ اللّهِ يُؤْتِيهِ مَن يَشَاء وَاللّهُ وَاسِعٌ عَلِيمٌ

" Gelî ew ên îman anîne! Ji we kî ji dînê xwe vegere Allah, dê civakeke (qewmeke) wisan bîne ku ji wan hez dike û rw jî, jê hez dikin. Ji mûmînan re muşfîq (dil bi rehim) in û li hemberî kafiran jî şedîd û bi izzet in di rêya Allah de cîhadê dikin û ji lewmên lomekaran jî natirsin. Ev fezla Allah e. Ew kê bivê dide wî. Allah, Wasî' û A'lîm e." [9]

وَمَن يَتَوَلَّ فَإِنَّ اللَّهَ هُوَ الْغَنِيُّ الْحَمِيدُ...

"…Kî rû vegerîne bêguman Allah, Xenî û Hemîd e." [10]

Dawîya beşa (4.) Çaremîn (Dê berdewam be, înşaallah)

 

 

[1]        .     Siyer-î Alamî'n-Nubela,13/582; Camîu Beyanî'l-Îlm we Fadlîhî,1/179

[2]        .     Müslîm

[3]        .     11/Hud, 113

[4]        .     Ed-Dureru's-Senîyye, Beşa Cîhadê,161

[5]        .     Jêgirtineke ji berhema 'Mecmuatu't Tewhîd'

[6]        .     109/Kafîrûn, 06

[7]        .     2/Baqara, 251

[8]        .     47/Muhammed, 38

[9]        .     5/Maîde, 54

[10]       .     57/Hadîd, 24

Bu Sayfayı Paylaş :