Loader
Küfrün Karanlıklarından, Vahyin Aydınlığına...

Osman SADIKOĞLU

Veqetandina Sefan û Leqayîhatina Tehdehîyan de Helwesta Milletê Îbrahîm

Allah azze we celle me û te li ser siratû'l musteqîmê sabît bike. Bizanibe ku îlan û pêk anîna "veqetandina sefan û eşkerekirina dijminahîya" li hemberî ehlê kufrê û dijî îlahên wan ku Milletê Îbrahîm pêk anîna vana zarûrî dibîne, di beranberê xwe de gelek tehdehîya jî tîne.

Bila kes zen neke ku li ser vê rêyê gul û reyhan reşandî ne. Beravaj, ev rê bi belayan û bi tehdehîyan tije ye. Lê di dawiya vê rêyê de izzet û rihetî û xufran û gihiştina Rabbekî "Kerîm" heye. Em ji bo xwe jî û ji bo misilmanan jî daxwaza bela û îmtîhanan nakin. Lê belê bela û îmtîhan dî vê rêyê de sunnetullah e. Hingî ew qas ku bi wî sûnnetullahê paqij û qîrêj ji hevdû cuda dibin. Ha ev rê, rêye ke wisan e ku ehlê hewa û seltenatê qethîyen jê dilxweş nabin.

Çimkî ev rê; derîyên cengê ji waqiayên wan re vedike û veqetandinekî safî ji şirka wan û ji batilên wan ên ku îbadetê lê dikin, erz/taqdîm derpêş dike.

Heçî rêyên ji xeynî vê rêyê, tuyê bibîni ku şopîner û taqîpkarên wan rêyan, bi zikê têr in û pişta xwe spartine dinyayê. Qet rêç û berhemên bela û imtîhanan li ser wan xûya nabe/tune ye. Çimkî herkes li gorî dînê xwe û bi qasî îmana xwe dûçarê bela û musîbetan dibe. Di nav însanan de yên ku îmtîhanên wan herî dijwar, pêxember in. Piştre yên tabiê wan, pîştre yên tabiê wan tên û ev her wiha berdewam dike.[1]

Girêdayiyê Milletê İbrahim jî, di nav însanan de kesên bi îmtîhanên herî dijwar merûz dimînin. Lewre ew di da'weta tewhîdê de menheca Nebîyan aleyhimûsselam dişopînin. Eynî weke qotina Waraga b. Newfel ku jî Nebî aleyhisselam re wiha gotibû: "Ew tiştê ku te anîye her kî anîbe muheqqeq kêm hatîye dîtin û merûzê belayan maye." [2]

Carek jî li wan kesên ku îro dibêjin "em însanan da'wetî wê tiştê dikin ku Nebî aleyhîsselam jî da'wetî wê dikir û em peyrewê wî ne!" binerin.

Ji ehlê batil û ji serokên wan qet tu neyartî nabînin. Di nav wan de jiyaneke bi dilrihetî û bi aramî didomînin. Ketine pey hewayê xwe û ramanên xwe pir diecibînin. Ji bo metaekî dinyewî bi dest bixin di eleyhê misilmanan de cesusî/sixûrî û çavnêrî ji taxutan re dikin. Tevlî van amelên xwe bi rêyên xwar û çewt, qaşo wek da'wetvan dertên hole. Da'wêtê li tiştên wisan dikin ku, ji dûr û nêz ve eleqa wê bî da'weta Nebi aleyhîsselam re nîn e. Tu dibînî ku bi îdîayên wisan dertên holê û li ser navê da'wetê xwe tê didin lê ya rastî ne ehlê da'wetê ne, ehlê derewan in. Dema ku eshabîyan -radîyallahuanhum- bey'atê li Resûlullah aleyhissalâtuwesselam dikirin ew gotinên Waraqa b. Newfel di nava wan de heqiqetekî bicih bû. Lewre Es'ad b. Zûrara radîyallahuanh ji wan re wiha digot:

"Gelî Yesrîbîyan ! Baş bifikirin. Derxistina wî ji welatê wî îro dê bibê sebebê dubendîtî û cudakarîya di navbera Ereban de. Dî nav we de yên herî qenc wê bên kuştin û li ser we dê şûr bêne hejandin. Vêga/Niha an hûnê li van temaman sebîr bikin û wî dî nav xwe de bihewînin û xêra we dê aîde Allah be. An jî, ji tirsa gihiştina zêrarekî li nefsa xwe hûnê dev jê berdin. Vîya diyar bikin da ku ji hêla we de mazeretekî wî hebe." [3]

Divê ev rewş baş bê fikirîn. Lewre hewcetîya me ji îdraqa vê meseleyê re pir heye. Em di dewrekî wisan de ne ku hema kî radibe li ser navê da'wê û da'wetvanîyê xwe diavêje pêş ve.

Vegere wijdana xwe û wî biwezinîne ! Vê rêyê li nefsa xwe pêşnîyar bike û berteka wê/tepkîya wê bipîve ! Eger meyla wê bi hêla wê qewmê semaxdar ve be tabîê vê rêyê bibe. Heqê vê rêyê bidê. Gava ku tu leqayî musîbetên giran bûyî; ji bo sebat û semax û îstiqametê bide dil û lingên te, ji Allah -azze ve celle- re dûa bike… Eger ji zerara ku bigihîje nefsa te bitirsî û xwe bidî paş, di nefsa xwe de bi qudretekî ku têrî qîyam û têkoşînê bike nehisî jî, qene wekî da'wetvanan tevnegere…

Têkeve mala xwe û derîyan li xwe bigire… Bi îş û karên xwe ve meşxûl be, dest ji kar û barên civakê berde.

An jî raje kerîyek pez û derê serê çîyayekî… Qesem bi Allah be ha ev tişt li îndallah wekî ku Es'ad b. Zûrare radîyallahuanh gotibû, ji bo qebûlkirina mazereta te çêtir meqbûl e. Belê tevgerîna te yê bi wê awayê; ji tevgerîna rûkenîyeke nermijokî li hemberî taxutan û ji xeynî menheca Nebî -aleyhisselam- bi rêyên din xwestina qet kirina rê kudandinê û bi hereketên wîha wekî ku tu tinazên xwe bi însanan re dikî, ji hêla mazeretê ve ji ber ku quwweta te naqihîje bibî ji Mîlletê Îbrahim ji bo te çêtir rewacdar e.

Em gelek caran dibînin ku tinazên xwe, bi însanên ji wan û ji rêyên wan ên şemetokî rû vegerandine dikin. Tinazên xwe bi wan însanan dikin û wan bi girêdayîbûna dinyayê û bi qusûr û kêm mayîna da'wetê ve sûcdar dikin. Gelo ew kijan da'wet e ku wan misilmanan bi qusûr û kêm mayînê sûcdar dikin ? Qesta wan ew da'weta ku şamilê tevîbûna parlamentoyên şirke û wekî wezîfeyên polês û artêşên ku hêza zaliman zêde dikin, da'weta wan ji van tiştan re ye ?

Nexwe qesta wan ew da'weta ku ji menheca Nebî aleyhisselam dûr e û bi tu awayî eşkerehîya dînê heq pêk nayê, gelo qesta wan ev dawet e?

Ev însan vê hadîsa Resûlullah aleyhissalâtuwesselam ku Îmam Ahmed û Tirmizî û muhaddisên din rîwayet kirine, wek delîl berpêş dikin:

"Ew mumîn a ku tevi însanan dibe û li tehdehiyên wan sebir dike, ji wî mumînê ku tevi însanan nabe û li ezîyetên wan tehemûl nake bi xêrtir e."

Em jî wiha dibêjin: Heke ev hedîs li şerqê be hûn jî weke kunli xerbê bin, jê dûr in. Tevîbûna însanan ne li gorî da'weta we yê ku ji raman û hewa û hewes û bîd'etên we pêkhatîye, ger li gorî menheca Resûlullah aleyhîssalatuwesselam bê pêk anîn. Bi rastî hûn li gorî menheca Nebî -aleyhîsselam- tevî însanan bibûna ew tehdeyî û ezîyetên hatibû serê Resûlullah qismek be jî dê bihatana serê we.

Ew kesên ku li hemberî taxût û ehlê fisq û ficûr û îsyanê de çik nesekinin û dijminahîya xwe eşkere nekin û ji sîstema/pergala kufrê berî bûna xwe îlan nekin, dê kîjan eza ji ku derê bê serê wan?

Bîlakîs bi devkenokîyeke nermijokî, bi hikmet û bi gotina xweş li ba ehlê fisq û ficûr û îsyanê rûdinin û batilên wan tesdîq dikin. Vîya jî qaşo ji bo mesleheta da'wê dikin da ku însan ji dîn sar nebin. Lê ew ehlê batil dema heq û hidûdên Allah azze we celle îhlal dikin yek carek jî li dijî wan dernakevin û bertekeke bi şîdet nîşanê wan nadin. Her wiha bi unsûrên wêranker dînê îslamê piço piço xêra dikin û vê amelê xwe wek "hikmet" binav dikin.

"Bi bahaneyên rûnermî û hikmet an her wekî din terka eşkerekirina dîn û emrê qencîtîyê û nehya ji neqencîtîyê ji hêla zerar û xerabîyê ve, ji terikandina bi sebebê cehaletê herî dîjwartir e û guneheke mezin e. Ew kesên ku van esla bi bahaneyên pûç diterikînin ji xwe re zen dikin ku bi vê awayê hereket nekin dê ji wan re îmkana heyatê tune be. Her wiha muxalefetê li Resûlan û li mumînan dikin û ji rê û usûlên wan dûr dikevin. Lewre ev taîfe zen dike ku tevgerîna aqilmendî ew e ku di her halûkarî de rezaya însanan, muhebbet û dostanîya wan bi dest bê xistin. Ev, çêtir dîtina terka dijminahîya fîsebîlillah û lîqayî hatina tehdeyîyê ye. Aqûbeta vê rewşê helak e. Hal ev e ku mirov hetanî dostanî û dijminahîya fîsebîlillah neke; tehm û lezzeta îmanê nagire. Pêk anîna amelên ku mirov bigihîjîne rezaya Allah û Resûlê wî pê de tevgerîna aqilmendî tune ye. Ev jî, dijminahîya neyarên Allah hewcetî dike. Buxza li neyarên Allah, berhema qewî bûn û îzzet û bilindahîya qelb e. Di qelb de qewi bûn û îzzet û bilindahî tune be û di muamelê de û di dostanî û dijminahî de veqetandina paqij û qîrêj tune be di wê qelbê de ka dê kîjan xêr bihewe?" [4]

Gelek ji wan bi xortên vê da'wê dikenin û wiha dibêjin "Em zû dedi van rêyan de borî bûn…"

Li hemberî îzole kirina (xwasdarîna/tecrit kirina) şirka gelê cahiltîyê û veqetandina sefan de şer îlan kirine. Di vê meseleyê de delîlên sabit jî red dikin. Ew helbesta Abdullah b. Mubarek rahîmehullah ku ji Fudeyl b. Îyaz re şandîye li gorî dîle xwe şirove dikin û ev helbest herûdaîm li ser zimanê wan e :

Hêy abidê Herameyn

Çavê te bi me biketa

Wê te yê ferq bikira            

Bes tu ye bi îbadetê bileyza

Belê gerdana we şil dibin

Bi hêstirên we yê çavan

Lê gerdanên me jî şil in

Lê ê me şilîya xwîyna sor in

Hal ev e ku amel û usûlên wan ligel cîhada Abdullah b. Mubarek rahîmehullah û ew kesên salîh de weke çîyayan cudahî heye, van bidîtana belki dê wiha bigotana:

Hêy abidê Herameyn

Çavê te bi wan biketa[5]

Ji ber kirina wan îbadeta

Dê te yê hemd bikira

Kî di mijara da'wetê de

Terka menheca Nebî bike

Ew kes bi dîn dileyze

Bêguman ew ji cahil û sefîhan e.

Qisima Sêyemîn

Herê… Milletê Îbrahîm pîr zorahîyan jî bi xwe re tîne. Lê belê alîkarîya Allah azze ve celle serfektin jî bi daxilbûn û bi gerêdayîya vê rêyê ye. Bi saya vê rêyê însan dibin du kom/du firqe. Firqeya tewhid û teqwa û îmanê û firqeya kufr û fisq û îsyanê. Û disa di saya vê rêyê de dostên Rahman, ji hogirên şeytan tên veqetandin. Lewre da'weta Nebî û Resûlan aleyhîmûsselam bi vê awayê bû. Di dewra wan de çawa ku îro em dinav de ne rewşeke tevlîhevbûyî tune bû. Îro kesên salih û mucrim lihevketî ne û halekî merezokî heye. Di wê dewrê de rewşeke ku kesên hişyar û bi rih, ji bo xweşkirina navbera xwe û ehlê fisq û ficûrê li ber xwe bidin, îkram û hûrmet bidin wan û hetanî wana ji ehlê taqwayê û ji salihan serdesttir bigirin, tune bû . Bilakis da'weta Nebî û Resûlan bi awayê veqetandina ji qewmên ku ji şerîeta Allah rû vegrandine û bi eşkerehî neyartîya îlahê wan ên batil re pêk hatibû . Nexwe ne bi awayê yekbûnîya (!) di rêyeke navîn de an jî bi mehneya şîrîn nîşandina teblixa şerîeta Allah de bi helwestên şemetokî pêk dihat.

Nuh aleyhisselam ji rêveberî û harîtîya wan qet fikare nedikir û ji qawmê xwe re wiha digot:

 وَاتْلُ عَلَيْهِمْ نَبَأَ نُوحٍ إِذْ قَالَ لِقَوْمِهِ يَا قَوْمِ إِن كَانَ كَبُرَ عَلَيْكُم مَّقَامِي وَتَذْكِيرِي بِآيَاتِ اللّهِ فَعَلَى اللّهِ تَوَكَّلْتُ فَأَجْمِعُواْ أَمْرَكُمْ وَشُرَكَاءكُمْ ثُمَّ لاَ يَكُنْ أَمْرُكُمْ عَلَيْكُمْ غُمَّةً ثُمَّ اقْضُواْ إِلَيَّ وَلاَ تُنظِرُونِ

"… Gelî qewmê min ! Eger mayîna min di nav we de û şîreta min a bi ayetên Allah bi we giran be ez xwe bitenê dispêrim Allah. Hûn û şerîkên xwe bicivin û qerara karê xwe bidin, paşê bila karê we ji bo we nebe derd. Piştre hûkmê xwe der heqê min de bidin û keysê (muhletê) jî nedin min." [6]

Zilamekî şalûz û meslehetvan ka dikarê ji qewmê xwe re van tiştan bibêje?

Seyîd Qutub rahîmehullah rewşa Nûh aleyhisselam wiha teswîr dike:

"Meydan (Qaqibo) kirin, dilsoz, net û kelecander… Hingî ew qas, mirovekî ku quwetekî serdest di xwe de hîs neke û qewmekî ku pişta xwe bide wan tune be dê qet nikaribe van gotinan bêje. Lewre, neyarên xwe dijî xwe de fît dike/provoke dike wekî ku wan teşwîqî hîcûme ser xwe bike. Belê ew qewm û quwweta mezin ku li pişta Nuh -aleyhisselam- de kî bû?"

Helbet ê ku pê re Allah azze we celle bû. Bêguman tenê Allah e alîkar û ê hîdayet dîde. Allah di destpêka ayetê de li Nebî aleyhisselam emir dike û dibêje vê ayetê ji qewmê xwe re bixwîne:

 وَاتْلُ عَلَيْهِمْ نَبَأَ نُوحٍ إِذْ قَالَ لِقَوْمِه

"Ji wan re peyama Nuh bîxwîne ku wî ji qewmê xwe re wiha gotibû…" [7]

Hud aleyhisselam jî li dijî qewmê xwe çik sekinî bû. Qewmê wî di nav însanan de kesên herî qewî û dijwar bûn. Bi semaxeke weke çîya li dijî wan li berxwe dida û mucadele dikir. Wî dûr ketina xwe yê ji şirka wan bi eşkerehî îlan dikir û ji qewmê xwe re wiha digot:

إِنِّي أُشْهِدُ اللّهِ وَاشْهَدُواْ أَنِّي بَرِيءٌ مِّمَّا تُشْرِكُونَ˛

مِن دُونِهِ فَكِيدُونِي جَمِيعًا ثُمَّ لاَ تُنظِرُونِ

"… Ez Allah şahid digirim , hûn jî şahid bibin ku ez ji şirka we berî me. Ji xeynî wî ( tiştê ku hûn îbadetê li wan dikin ez ji wan dûr im). Heydê hûn hemû ji min re dafikan deynin. Paşê qet muhletê jî nedin min." [8]

Tişteki pir balkêş!

Hud aleyhisselam tenê bi serê xwe bû. Bi vê tenê bûna xwe ji wan re wiha digot: Bi zilamên xwe û bi leşkerên xwe û bi îlahên xwe yên batil û sextekar re ji bo min kemîna deynin!..

إِنِّي تَوَكَّلْتُ عَلَى اللّهِ رَبِّي وَرَبِّكُم مَّا مِن دَآبَّةٍ إِلاَّ هُوَ آخِذٌ بِنَاصِيَتِهَا إِنَّ رَبِّي عَلَى صِرَاطٍ مُّسْتَقِيمٍ

" Mîn xwe spartîye Allah ê hem Rabbê min hem jî Rabbê we ye. (Çimkî) tu heyînîyekî dîmeşe tune ku ji perçema/ji nasiyeta wî negirtibe. Bêguman Rabbê min li ser rêya rast e." [9]

Carekî din li van rebenokên ku gotinên Seyîd Qutub rahîmehullah ji ser zimanê xwe kêm nakin binêrin! Tam tersê menheca pêxemberan ji wan taxûtên ku ji şerîeta Allah azze we celle rûvergerandine re ji bo xweş kirina dilê wan bi hev re di pêşbaziyê de ne. Seyîd Qutub der heqê van ayetên di sûreya Hûd de wiha dibêje:

Ev gotin di navbera Hud û qewmê wî de danezanekî serhildanê bû. Lê belê heta wê rojê jî wî xwe mirovek ji wan û wek birayê wan dihesiband. Lê bi van gotinên dawî bi eşkerehî li hemberî wan serî radike. Ji ber ku rêyekî ji xeynî rêya Allah azze we celle qebûl dikin û dişopînin êdî ji sekna di navbera wan ditirse. Ha ev gotinên bi mêrxasî vîya nişan dide ku êdî bihevrebûna van herdû terefan ne mimkun e. Lewre di navbera wan de benda aqîdeyê bi temamî qetîyaye.

Di vê navberê de Hud aleyhisselam meydan xwestina xwe, pêgaveki pêşdetir ve dibe û zeximtir dike. Allah azze we celle şahid digire ku; têkilîyên navbera xwe û qewmê xwe biriye û ji wan veqetîyaye û bi wan re tu eleqa wî nemaye. Piştre vê biryara/qerara xwe li rûyê qewmê xwe dide û wan jî dike şahidê berî bûna xwe yê ji wan. Her wiha xipxuya derxist hole ku naxwaze wekî yek ji wan û di nava wan de heyata xwe bidomîne. Dixwaze ew bizanibin ku ji aqûbeta wan jî ditirse.

Meydan xwestina Hud aleyhisselam bi rastî însana kaşi heyretê û sawgirtinê dike. Sebebê vê jî ev e. Çimkî ew tenê bi serê xwe ye. Digel vê tenêbûna xwe li hemberî qewmekî serhişk û fêmkor disekine. Qewmê li hafa wî, ew qas cahil bûn ku bawerîya wan bi vê dihat ku, ji pût û pelatên wan pûtek dê lê bixe û ji ber vê yekê dê Hud -aleyhisselam- aqlê xwe winda bike! Digel vê yeke bi vê jî bawer bûn ku banga aqîdeya tewhîdê, tewşîtîyekî ku enceq bi çelexwarîyê bê pêkanîn e. Va qewmekî ku zêde itîmadê bi îlahên xwe yên şapînozî tînin. Hud -aleyhisselam- bi serfirazî li dijî vê qewmê hiçhilorî sekinîye. Li wan diqîrîne û dibêje ku ev bawerîyên we rêşaşîyeke bûdeletî (xevikî) ye. Qîrîn û azirandin, û xeyidîn û meydan kirin… Û rakirina hêrsa wan, egîdîyeke ku însana sewqê sawgirtinê û heyretê dike. Jî bo ku amadehîyekê bike mûhlet dayîna wan jî naxwaze. Nabêje de bila hêrsa wan deyne. Di heman demê de wan re tenê û rûbirû dimîne. Hetanî ew bixwe di ser wan de diçe.

Di her dewrî û li her cihi de da'wetvanên ku da'weta dînê Allah azze we celle dikin hewceye li ber vê menzereya ku çav li berê venabin de bisekine û hûr û kûr bifikire.

De em bifikirin ku Hud aleyhisselam yek mirok tenê bi serê xwe bû. Muwahhidên li der dora wî hingî tilîyên /pêçîyên destekî bûn. Li hemberî wî qewmekî aşûn û dewlemend û ji hêla şaristanî ve di wê dewrê de yê herî bipêşketî hebû. Mirovên wê qewmê zordestên har û aşûn bûn li dijî wan kesên ku diketin destê wan re bêrehm bûn. Ew nîmetên di destê wan de hişê serê wan birîbû. Qesr û qisûrên wisan çêkiribûn ku wan ji xwe re digotin qey bêdawi/ebedîyen dê li dinyayê bimînin.

Li pişta wê cesareta li hemberî vê qewmê îman, ewlehî û dilfirehî hebû. Menba' û çavkanîya vê egîdîyê; îman anina Allah û hêvîdarîya weadên wî û pêewlebûna piştgirîya wî bû:

إِنِّي تَوَكَّلْتُ عَلَى اللّهِ رَبِّي وَرَبِّكُم مَّا مِن دَآبَّةٍ إِلاَّ هُوَ آخِذٌ بِنَاصِيَتِهَا إِنَّ رَبِّي عَلَى صِرَاطٍ مُّسْتَقِيمٍ

"Mîn xwe spartîye Allah ê hem Rabbê min hem jî Rabbê we ye. (Çimkî) tu heyînîyekî dîmeşe tune ku ji perçema/ji nasiyeta wî negirtibe. Bêguman Rabbê min li ser rêya rast e." [10]

Dawîya Beşa (6.) Şeşemîn (Dê berdewam bibe, înşaallah)

 

[1]        .     Bûxarî

[2]        .     Bûxarî û Muslîm

[3]        .     Îmam Ahmed û Beyhakî rîwayet kirine.

[4]        .     El-Dureru's Seniyye, Qîsîma Cihadê, 35

[5]        .     Yanê,qaşo da'wetvanên îro

[6]        .     10/Yûnus, 71

[7]        .     10/Yûnus, 71

[8]        .     11/Hud, 54-55

[9]        .     11/Hud, 56

[10]       .     11/Hud, 56

Bu Sayfayı Paylaş :